Zûgotinok çi ye?

ZAROK Û ZÛGOTINOK

Di nav kurdan da edebîyata kurdî ya devkî gelekî pêşda çû ye. Dewlemendiya edebiyata devkî ya kurdan xweşiyeke gelekî balkêş dide zimanê kurdî. Di vê nivîsê da ez dixwezim behsa zûgotinên kurdî bikim. Zûgotin beşeke ji edebîyata kurdî ya devkî ye. Zûgotin bi lihevanîna peyvên biqafîye û biaheng hatine çêkirin. Di bîngeha zûgotinan da carinan meselokên biwate carinan jî ên bêwatê têne vegotin. Jixwe pir caran peyvên di nav zûgotinan da jî bê wate ne. Hinek zûgotin hene bê dawî ne. Lê tu li hinekan jî dinêrî dawiya wan wekî hevdu diqede. Hinek kin hinek dirêjin. Jixwe zûgotin wek helbestên kurdan ên kevintirin tên qebûl kirin. Lê di rastiya xwe da ne helbest in. Dema ko em bi nêrîneke fireh, li zimanê kûrdî binêrin, emê dewlemendiya zûgotinên kurdî fehm bikin. Vegotina min eve ko; bi saya zûgotinên kurdî em dikarin li zimanê xwe xwedî derkevin. Bi rê û rêçika zûgotinan em dikarin fêrî zimanê xwe bibin û hînkirina zimanê kurdî ber bi pêş da bibin.

Bi dubarekirina zûgotinan em dikanin zimanê dayikê bi zarokên xwe hezkirin bidin. Bi rastî jî min ceribandiye; dema ko zarok fêrî zûgotinan dibin, gelekî jê hez dikin, cardin, cardin û cardin dubare dikin. Pir caran jî di lîstikên xwe da bikar tînin. Ji xwe zûgotin ji bo mezinan jî pir caran dibin sedema xweş wext derbaskirinê. Di vê qûncenivîsê da ez dixwezim ji we ra du heb zûgotinên balkêş binivîsim.

Ji kerema xwe van zûgotina bixwînin. Eger ko hû dikanin jiber bikin. Û hîni zarok, xwişk û birayên xwe bikin. Ji we hemûyan ra dem xweş…

QULING

Quling quling rêzo, A paşin tew rêzo, Meta min e zînê, Kêrê hildikşînê, Kêra ser bi zengil e, Kuta serê dilê, Xwîn firiya Musil e, Musil bavê şêr e, Herban da bi nêr e, Herba ser şikestî, Herîr pê da bestî, Herîro xaso, Pê dirû keraso, Kerasê kê ye, Ê Fatma Nebiya ne, Çekire ser ciya ne, Diza dizî, Dizo beri bi ku da, Bi Helebê da, Ji Şamê wê da, Şam ji ber çû, Keko ji ser çû, Keko tu bi xwe kî, Tu bi xwedê kî, Çengek zirav têkî, Ziravo, Geniyo, Çûçik pê keniyo, Çûçik meerê reş bû, Xwişiya qula xwe…

DU NIKIL

Silêmanê du nikil, Çû ser darê tirek kir, Hat bin darê fisek kir, Çû mehkemê deng nekir, Hate malê fedî kir.

 

Mehmet Güneş /gazeteipekyol

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply