Zubêr Salih: Ez ê vegerim Kobanî û zarokan fêrî mûzikê bikim

Dema behsa Zubêr Salih tê kirin, navê Melayê Cizîrî jî tê axivîn. Ji ber ku Zubêr Salih bi temamî çûye nav helbestên Mela û di du albûmên wî de gotinên hemû stranan helbestên Dîwana Melayê Cizîrî hatine wergirtin.

 

Zubêr Salih sala 1965ê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye. Navê wî bi strana “Sebah El-xeyr Xanê Min” sînorên Rojavayê Kurdistanê derbas kir û li parçeyên din ên Kurdistanê jî hate nasîn.

 

Piştî belavkirina albûma stranan a bi navê “Mey Nenoşî Şêxê Sen’an” ku gotina hemû stranên vê albûmê ji dîwanên Melayê Cizîrî hatiye wergirtin, niha amadekarî dike albûmeke nû tomar bike, ku stranên wê albûmê jî ji helbestên Mela pêk tên.

 

Hunermendê Kurd di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa kar û hunera xwe kir.

 

Destpêkê te bi gotina stranên dawetan dest bi karê mûzîkê kir. Te kengî bi awayeke akademîk dest karê hunerî kir?

 

Ez ji malbateke hunermend ji dayik bûme. Bavê min jî li sazê dida û stran digot, dayika min jî li tembûrê dida, birayê min ê mezin stran digotin. Dema ez ji dayik bûm mûzîk di mala me de hebû. Dikarim bêjim navka min bi mûzîkê hatiye birîn. Di detpêkê de min jî hunermendên wek Mihemed Şêxo, Seîd Yusif û Aram Tîgran teqlîd dikir lê min ev qonax zû derbas kir.

 

Te kîjan salê yekemîn strana xwe tomar kir?

 

Sala 1979ê bi boneya koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî min stran tomar kir lê beriya wî jî stranên min ên tomarkirî hebûn. Dikarim bêjim ku ew strana min ji bo Mele Mistefa Barzanî got yekemîn strana min a bi profesyonelî bû.

 

Ti mamostayek hebû, ku destê te bigre û ji hunera millî bibe nav hunera akademîk û profesyonel?

 

Nexêr, kes nebû. Min bi xwe hewlda. Wê demê temenê min 14 sal bû û min gelek hez ji teknîna stranan û tomarkirinê dikir. Min hewl dida tiştekî bikim. Nikarim bêjim karên min gelek bi profesyonelî bûn. Min bi riya tomargehan stran tomar dikir.

 

Dema behsa Zûbêr Salih tê kirin Melayê Cizîrî tê bîra mirov. Peywendiya te ya li gel helbestên Mela çawa dirust bû?

 

Di sala 1988ê bi riya hevalekî dîwanekî Melayê Cizîrî kete destê min. Min helbestên wî xwend û Sebah El-Xeyr bala min kişand. Wê kêliyê min hest pê kir, ku ev helbest ji bo stran hatiye nivîsîn. Dema min ji bo wê awaz danî, gelek kes digotin Zûbêr ji bo ayeta Qur’anê awaz daniye. Gelek hunermend li min dikeniyan û digotin ev zilam çi dibêje? Lê niha dikarim bêjim ku ew stran bûye nasnameya Zûbêr Salih.

 

Piştî vê stranê te albûmek derxist ku tevahiya stranên wî ji peyvên Melayê Cizîrî bûn. Lê mîna Sebah El-Xeyr deng nedan, çima?

 

Ji bo navdarî û dengdana her stranekî dem pêwîst e. Min di sala 1988ê de strana Sebah El-Xeyr tomar kir lê di sala 2000î de deng veda. Helbestên Melayê Cizîrî gelek kûr in, ne weke wan tekstan in ku îro tên gotin û sibe tên jibîrkirin. Sebah El-Xeyr dereng hate naskirin lê zû jî nayê jibîrkirin. Ez bawer dikim, ku albûma min a berê jî dê weke vê stranê binav û deng be. Niha ez ji wan re klîb amade dikim. Bi baweriya min eger ji bo Sebah El-Xeyr jî klîb nehatiba çêkirin ev hinde deng nedida.

Gelek kes dibêjin Zûbêr Salih bi strana Sebah El-Xeyr gihişte lûtkeyê, êdî zehmet ew wê stranê derbas bike?

 

Bi baweriya min ez hêj di qonaxa destpêkê de me. Sebah El-Xeyr stranek bû û hat û çû. Di xeyala min de heye karên mezintir jî bikim. Dema min hest pê kir gihiştime lûtkeyê ez ê bi xwe bisekinim.

 

Ji bilî te ti hunermendeke din ê Rojavayê Kurdistanê helbestên Mela kirine stran?

 

Belê, hene, Reşîd Sofî helbestekî Melayê Cizîrî kiriye stran. Herwiha hunermend Mihemed Elî Şakir jî ji bo helbestekî Mela awaz daniye.

 

Gelo wan mafê helbestê daye?

 

Wan li gorî hestên xwe awaz danîne. Lê eger bêjim mafê helbestê dane, divêya weke Sebah El-Xeyr deng vedaba.

 

Berhemeke nû di destê te de ye. Dikarî behsa naveroka wê bikî?

 

Belê, albûmekî nû çêdikim û ji 8 stranan pêk tê. Dîsa teksta hemû stranan ji helbestên Mela ne. Vê carê Tora Medyaya Rûdawê sponsor e. Hêj min navê vê berhemê nedaniye. Di nava 3 heta 4 mehan de dê temam bibe.

 

Di vê navberê de te serdana Kobanî kir û li wir jî konsert saz kir. Ew serdan li ser daxwaza kî bû?

 

Li ser daxwaza bi dehan kesan bû û min jî biryar da serdanê bikim. Dema min ev yek li ser facebookê parve kir peywendî li gel min de danîn û gotin, “Madem serdana Kobanî dikî çima konsertekî jî saz nakî?” Min jî qebûl kir. Min digot qey ez ê Kobaniyekî wêran bibînim. Lê li hemû aliyên bajar ji nûve avakirin dest pê kiriye. Dilê Kobanî dîsa lê dide. Min digot ka ez ê çawa li bajarekî wêran konsert saz bikim lê min dît ku li wir hola aheng û konsertan heye. Hemû amadekarî hatibûn  kirin. Bilêtên konsertê jî hatibûne amadekirin. Gelek kes jî hatine konsertê. Lê min got ez qet pereyê bilêtan wernagrim û me ev pere jî pêşkeşî hunermendê xelkê Kobanî Reşîd Sofî kir.

 

Bi niyetî ku bi yekcarî vegerî Rojavaye Kurdistanê?

Belê, bernameya min a vegerê heye. Bi niyet im ji bo testekî 6 mehî vegerime Kobanî û li wir xuleke mûzîkê vekim. Herwima min li gel ART FM jî axiviye, soz dane xanî û otomobîl ji min re dabîn bikin. Li hember vê ez ê her hefte bernameyeke çand û hunerî pêşkeş bikim. Eger ew dema testkirinê bi dilê min bû, ez ê bi yekcarî vegerim.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply