Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina cil û berga derva yê mîrov diguherîne. Lê belê zordarî dewam dike.
Dibîstana naha gelek zordarî hene; mufredat, hereketê mamoste, ê kargera, hevala û ê qanuna …
Sonda ketina hundir î dibîstanê da gelek derew û înkara mîrova heye. ‘Tirkim, mezin û çukê xwera giramim…’
Fêra înkilabê da gelek derewê dîrokê û pejirandina Atatirk û mezinahîya diroka Tirka heye. Diroka Osmanîya de jî gelek xete û şaşbûn hene.
Nêrîna zaroka û fêrbuna perwerdahîyeda jî şaşbun hene.
Nêrîneke demoqratîk û ê mîrovahî mera pêwîste. Her mîrovî cîhda dibune û qebul dike. Nêrîn û ramanê mîrov ra giramiyê raber dike lazime.
Ê herî pêş ehlaqe kî qewîn lazime û lazime ku ew ehlaqa(sinc) bibe qarektera mîrov. Rêzefilm û fername ehlaqê mîrova tar û mar dike.
Kurdî û zimanê dinê ê zikmakî lazime ku zarokara were hînkirin. Zimanê zikmakî ders gişkî werne dayîn.
Gelek tengasîyê perwerdeyê Tirkîyê hene û va pisgirêka heta nêrîna Tirkîyê neqedin, naqedin!
Zordarîyê pisgirêk naqedin û tenê reng û ruyê xwe diguherînin.