Zistana Gundê Me

Çirkeçirka seetê b’dîwarî ve,

Puxepuxa dapîrê li ber sobê,

 

Şirqeşirqa tizbiya di destê bapîrî da,

Minemina bebokê di colanê da,

 

Teqeteqa bivirî li nik gizra dara di destê baboy da,

Pistepista bûk û kiça di quncikê menzilê da,

 

Helahelaya mamoy digel kur û birazaya li ser dihiya giyayî,

Birebira çaydankê li ser sobê,

 

Kufekufa darêt ter di sobê da,

Gurmegurma bagurdanî li ser banî,

 

Patepata girika li ser tendûrê di destê dadê da,

Xuşexuşa melûkêt çulû li ser kolî di destê rêncberî da,

 

Kurmekurma nefel û qurînganê di devê karik û berxa da,

Xişexişa mişka di bin kulîna arî da,

 

Hîrehîra hespa li ser dûnê,

Vîçevîça sandûlkeyan di bin sandeyan da,

 

Tiketika darkutikê li ser dara tûyê,

Qebeqeba keva di nav sir û seqemê da,

 

Miremira pişîka li qeraxê baca sobê,

Kalekala mihiya di helê da,

 

Barebara berxa di kozê da,

Warewara bizina di bin dîwarêt helê da,

 

Borebora çêla birsî di pagê da,

Şureşura ava kaniyê li ber derî,

 

Çipeçipa dilopêt sandeya di nav befra qeraxçanêt malê da,

Qixeqixa qelereşka li bilindahiya çiyay,

 

Qudequda dîqil û mirîşka li ser banê kolîtî,

Vîşevîşa bay li devdol û gira,

 

Fîtefîta bilûra şovanî di kolana helê da,

Xirçexirça dasa giyahûrkirinê di kadînê da,

 

Lûrelûra gurga li derdorêt gundî di bêdengiya şeva semal û tarî da,

Û ho borî şevek û rojek li gundê me.

 

8ê Rêbendana 2017ê

Miradxan Şemzînî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply