ZÎREKIYA ÇÊKIRÎ (ARTIFICIAL INTELLIGENCE)

Artificial Intelligence ango zîrekiya çêkirî çi ye? Her ku diçe bêhtir em vê navê dibihîzin. Bêhtir dikeve jiyana me. Amûrên nû hemû zîrektir in û dibêjin ev bi zîrekiya çêkirî difikire. Makîne çawa difikirin, gelo ev çi ye?

Bi kurtasî zîrekiya çêkirî, wekî mirovan fikirîn, fêrbûn, darizandin, plankirin, bersivdana pirsan, çareserkirina pirsgirêkan, pêwendîdanîna bi derdora xwe û biryardana amûrên teknolojiyê ye. Bi vê teknolojiyê amûr, bêyî alîkariya mirovan, temamî bi hewldanên xwe difikirin, fêr dibin û li gor vê tev digerin. Ev amûr dibe ku bibe her tişt: telefon, kombers, cilşok, kamera, siware û bêhtir.

RAMAN JI ALAN MATHISON TURING

Alan Mathison Turing matematîkzan e û hevdema duyemîn şerê cihanê de şi bo şikandina şifreyên Almanan kar kiriye. Pirsa“gelo makîne dikarin bifikirin?” bûye destpêk. Destpêka çêkirina kombers û makîne û çekên curbicur ên pêşketî. (Hmm kuro qey Teknolojî ji kuştina mirovan pêş dikeve? Kombers jixwe pêdiviyeke şer bû, ji bo şikandina şîfreyên dijmin çêkirine.)

Xebatên zîrekiya çêkirî cara yekem McCulloch û Pitts kirine. Wê demê robotên ku wekî mirovan hest dikin çêkirine. Vê navê jî Mc Carthy derxistiye.

Ev çend salên dawî ku teknolojî firiya, zîrekiya çêkirî jî firiya. Li gelek qada karên mirovan hêsantir kiriye, aliyekî din jî mirovan bê kar dihêle. Hinek karan ew ji mirovan baştir dikin.

Erê erê ev Siri ye (bi xeyalî) 🙂

Sîrî ya ku di Iphoneê de dengê me nas dike û bi me re diaxive, bersiv dide pirsên me yek ji mînakên zîrekiya çêkirî ye. Pepûko Xalê Steve Jobs ku zanibûya em çi tînin serê Sîrî, ew ê ji gora xwe rabûya :)) Hûn dizanin çi tînin serê Sîriya belengaz.

Sîrî tu bi min re nazewicî keçê” :))

Zîrekiya Çêkirî (Artificial Intelligence)

ZÎREKIYA ÇÊKIRÎ ÇAWA ÇÊ DIBE?

Ev tiştekî pirr hêsan e :)). Kod dinivîsî û wê fêrî tiştan dikî. Paşê ew bi tiştên ku te wê fêr kiriye, tiştên ku fêr nekiriye jî fêr dibe. Pirr hêsan ne, wekî ku kûçikê xwe fêr bikî ku kûçik bi te re li ser Das Kapîtal biaxive.

Di vê nivîsa me de me behsa axaftina du botên Googleê ku mirov tê der naxe ku mirov in an robot in, kiribû.

GOOGLE DUBLEX: GELO ÎJA DIVÊ EM JI TEKNOLOJIYÊ BITIRSIN AN NA?

Wele hindik maye siwareya me jî ber me de rabe û bêje “ez kerê bavê te me lawo, bes tu li min siwar dibî. Ez te nabim cihekî”

Teknistan.com

Derbar ziman

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply