Şemî , 24 Cotmeh 2020

Zingîniya Guh

Car caran xuşînî û zingînî ji guhên meriv tê. Karakter û xurtbûna vî dengî çi dibe bila bibe, bi gelemperî ji zingîniya guh re “tînnîtus” tê gotin. Zingîniya guh bi serê xwe ne nexweşiyek e.

Nêzîkî %30 însanî car caran ji zingîniya guh gazindar in. Ev deng piraniya caran ji ber xweve winda dibe. Zingîniya subjektîf li derûdorê nayê bihîstin lê a objektîf ku, ji livandina bazû (kas) yên guhkê navîn tê, gellek caran ji alî merivekî nêzîk de tê bihîstin.

Destpêk û windabûna zingîniya guh ne kifş e. Carna ew deng heta bi mirinê berdewam dike û carna jî ji ber xweve winda dibe û diçe. Hinek sedemên zingînî yan çingîniya guh ev in:

Xwîn baş nagere û ev bandorê li guhê tenik dike û dibe sedema kilsgirtinê.

Hem tansiyona bilind û hem jî a nizm dibe sedema zingîniya guh

Hestiyên guhê hundirîn kils digrin

Nexweşiya şekir

Gava damarên xwînê teng yan fireh dibin

Nexweşiyên damarên ser û stûyê meriv ku nahêlin xwîn baş bigere

Deprasyon û stres jî gelek caran dibe sedema zingîniya guh.

Qîrewîr, trafîk, dengê mekîneyên kar jî gelek caran dibin sedema çingîniya guh. En deng carna di xewa şevê de jî berdewam dikin.

Heger zingîniya guh ji nişkê ve derkeve holê, zêdeyî du rojan bajo û bibe sedema sergêjî û serêşiyê, divê meriv  zû xwe bighîne ser Doktorekî û li xwe bipirse. Yan ev kare bibe sedema kerrbûnê.

Çavkanî: lorikxane

Derbar baweri

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Rêjeya Zêrîn û Estetîk

Tiştê rûyê mirovekî xweşik dike çi ye gelo? Cîldekî xweşik? Çaven mezin ? Bişirîneke xweş? …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.