Zîndanê Ziman

Yek ji peyvên ku helbestvanê yunanî solomos bi pera dikire ev e “xenîtîs ; xerîb (bîyan) li her derê penaber e “

Dîonysîos Solomos, dema ku dibihîze milletê xwe li dijî dagirkirina osmanîyan dest bi serhildanê dike, hez dike ku ji bo vê yekê alîkarîya milletê xwe bike û xwe bi xwe difikire ka çawa dikare alîkar bibe wek helbestvanek, helbestvanek dikare çawa alîkar bibe ?

Belkî helbesta bixwîne,gotinan biafirîne li ser qehremanîyê û belkî bi şêwayek din coşek têxe nav gel..lê mixabin, ji ber ku ew li îtalyayê mezin buye li dûrê zimanê xwe ketîye û her tişt bîr kirîye..ev rewş dîsa jî nabe astengîyek bo wî û tê yunanîstanê ku bi gotinên xwe hestên netewî gêştir bike..lê wekê ku min pêş da gotî solomos zimanê xwe nizane,lewma ewelîn dest bi hînbuna zimên dike uûbi peran ji gundîyên yunanî peyvan dikire û bi vî şêwayî zimanê xwe fêr dibe û dibe nivîskarê sîruşta netewî.

Solomos,dibe ku mînakek bêhempa be bo me kurdan ji ber ku wî ,çîroka berxwedana neteweyê xwe afirandîbu xelkê va, wî danustandinek kirîbu navbera wê rojê û bi pêşeroja neteweyê xwe,çimkî bindestbun wekhevê ketina zindanê bu, ziman belê, hînbuna wê xelaskirina gel ji zîndanê bu… welhasil solomos bi bilêvkirinê zimanê, milletê xwe azad kir û hew.. ku em vegerin îro rewşa dawî ya yunanîstanê dîyar e.

Îro wek em dizanin ku cudahîya gelan ji hevdu, bi taybet bi ziman e. Ger ew nebe wê bes rengek hebe li holê û tenê neteweyek. Naxwazim zêde binirxînim jixwe hal û rewş li ber çavê we hemîyan e. Lê divê çi bête kirin ? Ê me vê gavê ti heq nîne ku em bi hêsanî bêjin nizanim çi bête kirin an ne. Lê me divê li em pey vê pirsê bin…

Ger we bersivek dît ji kerema xwe bi min re jî parve bikin da ku em jî agahdar bin.

Derbar Çand Name

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply