Zimannas Elî Paksirêşt: Kurdên soran kar dikin û yên kurmanc jî tenê sloganan didin

Metirsiya li ser kurdî roj bi roj zêde dibe.  Pisporên zimên di wê baweriyê da ne heger zarok bi zimanê dayika xwe perwerde nebin wî zimanê ji bîr dikin. Ligel kemûkurtiyan niha perwerdeya bi kurdîya kurmanciyê li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê heye. Lêbelê hîn ew derfet li Bakurê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê tuneye.

Di warê geşedan ziman û hebûna weşanxane, kovar, beşên kurmancî li çend zankoyan jî rêliber zindîmayîna kurmanciyê vedikin li Bakurê Kurdistanê. Zimannas û Berpirsê Weşanxaneya Pênivîsê Elî Paksirêşt rewşa kurmanciyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji BasNewsê ra şîrove kir. Elî aşkere dike di warê xebatên ziman da rêliber kurdî vekiriye û kurdên soran bêyî xebata ziman siyasî bikin bi vekirina weşanxane, derxistina kovaran derfetên baş peyda kirine bo soraniyê. Lêbelê kurdên kurmancîaxiv tiral in û di warê ziman da bes sloganan didin.

Li gor zanyariyên li parêzgehên Xorasanên Bakur û Rezevî kurdên kurmanc dijîn. Dihête gotin hejmara wan nêzî du milyonan e. Bajarên Deregez, Qûçan, Şîrvan, Esferayîn, Bijnûrd…. Herwiha hejmara kurdên kurmancîaxiv li bajarên Ûrmiye, Şino, Selmas, Sêro, Xoy, Kotol, Qereziyadîn, Çardêran, Poldeşt, Oregelî, Şot, Makû, Bazirgan zêde ne. Jibilî vêya, hejmareke berbiçav a kurdên kurmancîaxiv li bajarên Tehran, Xelxal, Demavend, Rûdbar, Qezvînê, Îsfehanê hene. Em dizanin serjimêrî li Îranê tuneye gelo çiqas kurdên me yên kurmancîaxiv li Îranê hene bajarên kurdan hene?

Divê bibêjim serjimêrî li Îranê heye lê ligorî her qewm, gel, netewe, olên… cuda nîne, bi giştî ye. Heya niha tu amarên fermî ser hejmara kurdan û gelên din bi giştî û ya kurdên kurmanc bitaybet nehatiye weşandin lê ligorî texmînan mirov dikare encamekê derxîne. Mamoste Kelîmullah Tevehudî, lêkolînerê navdar ê Xorasanê, hejmara kurdên kurmanc ên Xorasanê bi qasî du milyonan texmîn dike û eger em encama dengdana hilbijartinên xwecihî li bajarên ji Ûrmiye heya Makûyê li parêzgeha Azerbaycana Rojavayî li bakûrê rojavayê Îranê ber çav bigirin, ku pirtir kurd dengan didin kurdan û tirkên azerî jî dengan didin tirkan, mirov dikare hejmara kurdên kurmanc milyonekî texmîn bike û eger hejmara kurdên kurmanc ên metropolan jî lê zêde bibe mirov dikare sê milyon û tiştekî wekî gelheya kurdên kurmancî-axêv li Îranê diyar bike.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply