Zimanî standard, zimanî yekgirtû, zimanî resmî û mafî zimanî

Maweyeke mişt û mirrêkî gerim le ser zimanî Kurdî destî pêkirdûwe. Zor kes, le mamosta û şarezay em buwarewe bigre heta qutabîyan û goranîbêjan û xellkî asayîş.

 

Le ser em base duwawin. Eweş nîşaney girîngî babetekeye. Em witare beşêke lew bas û xuwase û berewpîrî wutarekey mamosta Cemall Nebez deçê, ke lem duwayîyaneda le mallperrî “emiro”da billaw botewe (http://www.emiro.çom/lebirakuciy8.htim ). Ray mamosta Nebez le ser em babete girînge, çunke katêk ew destî be baskirdinî zimanî yekgirtûy Kurdî kird zorbey ew kesaney emirro denûsin dîyar nebûn, lewane minîş.

 

Min lêre da sereta basî ew xalle behêzaney nûsînekey mamosta Nebez dekem. Paşan basî ewe dekem ke pêm wa nîye mamosta le nêwan ziman û zimanî standardda cîyawazîyekî pêwîstî kirdibê. Her leber eweş, herçend mamosta deyhewê nîşan bida ke hellwêstekey cîyawaze le helwêstî ew 53 kesey ke daway berresmî kirdinî [ ] Kurmancî xuwarû (soranî) yan kird, le rastîda legellyan hawdenge le peyrrewkirdinî aydîolojî netewe- dewllet da, ew aydîolojîyey dellê: yek netewe debê bes yek xak, yek dewllet, yek kultûr û yek zimanî hebê.

 

Witarekey mamosta Nebez çend xallî girîngî têdaye ke minîş birrwam pêyane. Pêm waye emane girîngin û debê dûpate bibnewe. Em xallane birîtîn le emane:

 

  • “Hemû şêwezar û binzarêk giringî zoy heye û beşêke le zimanî Kurdî”.
  • Yekdest nebûn û yek nebûnî rênûsî zimanî Kurdî: “deçim” dij be “eçim”, … giriftêkî cîdîdîye bo standardbûnî şêwezarî kurmancî xuwarû.
  • Zimanekan carî waye le layen nûseran û hunerweranewe, carî waşe le layen desellatêkewe û be hoy xwêndin û qutabixanewe standard dekirên. Hemû zimanêk boy heye standard bibê.
  • Lew bas û xuwasaney duwayîda, tenanet “sûkayetîş be xellkî beromet û zehmetkêşî Badînan û Bakûrî Kurdistanîş kirabû, ke eweş dîyare sêrey roşinbîrî û piley nîştimanperwerî ew kesane pêşandeda ke xoyan kirdûwe be demrrastî Kurd”.
  • “… Dasepandinî şêwenûsînêk wek standard, le katî êsteda … Le zîyan bew lawe, hîç encamêkî dîkey nabê”.

Destxoşane le mamosta dekem bo hênane gorrî em xalle girîngane. Minîş birrwam bem xallaneye çunke pêm waye beşêkin le ruwangey layengirî le corawcorî û mafî zimanî. Bellam, mamosta amancî dîkey heye bo baskirdinî em xalle girîngane, wate berewpêşewebirdinî bîrurray xoy ke birîtîye le birrwa hebûn be yek zimanî yekgirtû bo hemû netewey Kurd.

 

Boye mamosta dellê, “… Pêrrewkirdinî ‘cût standard’îş, jehrêke bo netewey Kurd”. Ber lewe ke bême ser em xalle, ke pêm waye xallî hawbeşî mamosta û pencawsê kesekeye, debê bizanîn ke mamosta ray le ser zimanî standardî Kurdî û zimanî standard be giştî çîye.Pênasekirdinî zimanî standard le layen mamosta Nebezewe rêk nîye legell zimanewanî emirro. Mamosta dellê: “hîç şêwezarêkî nûsînî Kurdî, carê nebûwe be standard”. Be ray mamosta, bo standard bûn ewe bes nîye ke zimanêk pêy binûsirê. Başe edî zimanî standard çîye? mamosta Nebez, be pêçewaney zor kesî dîke, her le xorra emane nallê, bellkû pêman dellê ke mebestî le zimanî standard çîye. Denûsê: “zimanî standard, bew zimane degutirê, ke çi le barî rêziman û çi le barî dengnasî û çi le barî ristesazî û çi le barî wuşenasî û çi le barî rênûsewe, şêweyekî qalbbestûy wergirtibê û, şêway destkarî û herkes boxoyî nebê, ke bew zimaneş nûsra, her bew şêweye binûsrê”. Be pêy em têgeyştine le zimanî standard, mamosta pêy waye zimangelêkî wekû Farsî û Turkîş hêşta standard nebûn, bellam zimangelêkî wekû ‘Errebî û Inglîsî standard bûn. Bellam, le rastîda eger birrwa bikeyn ke zimanî standard her eweye ke mamosta dellê, ew kate natuwanîn be Inglîsîş billêyn zimanêkî standard, herwekî êsta nîşanî dedem.

 

Êsta ba her ew tarîfey mamosta le zimanî standard be bejnî zimanî Inglîsî bigrîn. Emirro le edebî komellnasî zimanda basî zimane Inglîsîyekan deken, wekû Inglîsîy Birîtanîyayî, Emrîkayî, Hîndî, Sengapûrî, Fîlîpînî û htd. Min lêreda dûy serekî pêkdegirm: Inglîsî Birîtanîyayî û Emrîkayî. Em dû

 

standarde Inglîsîye le hemû em biwaraneda ke mamosta wekû taybetmendîyekanî zimanêkî standard basyan deka le yekitr cîyawazin:

 

  • – Rêziman: le Inglîsîy Birîtanîyayîda nawêkî ko lewaneye yan formî takî kirdar werbigrê yan formî koy kirdar werbigrê, bellam le Inglîsîy Emrîkayîda, eger naweke tak bê debê formî kirdarîş tak bê û be pêçewane: (Birîtanîyayî: The Kamkars are/is a Kurdiş band.؛ Emrîkayî: The Kamkars is a Kurdiş band.)).
  • – Dengnasî: cîyawazî rawêjî Birîtanîyay û Emrîkayî le biwarî dengewe zor aşkraye û pêwîst be îsbatkirdin naka. Tenanet le naw xoy Inglstanîşda xellkî wahen, wekû axêweranî “kaknî”, ke lêtêgeyştinyan bo Inglîsîzimananî dîkey Birîtanîyaş zor esteme. Cîyawazî le biwarî dengnasî (fonolojî)şewe
  • – Ristesazî: le rîzkirdinî wuşegelîşda cîyawazî le nêwan dû şêwe Inglîsîyekeda zore. Bo nimûne, Inglîsîy Birîtanîyay (stop Hiwa going home), bellam Emrîkayî (stop Hiwa from going home). Ew dû şêwe herweha cîyawazin le merr dekarhênanî pîtî te’rîf (the) legell hendêk nawda. Herweha cîyawazin katî bekarhênanî – wuşenasî [morfolojî]: serfî hendêk le kirdarekan le katî rabirdûda cîyawazin. Le Inglîsîy Birîtanîyayîda bo zor kirdaran formî naasayî dekar dekirê bellam le Emrîka herçend forme naasayîyekeş bekardê bellam zorbey katan forme asayîyekan kelkîyan lêwerdegîrdirê. Bo nimûne rabirdûy (light) dekirê hem (lit) bêt û hem (lighted). Rabirdûy têperr (partiçiple) (gotten) be zorî le Emrîka bekardê bellam (got) le Birîtanîya. Be setan nimûne lem cîyawazîyane
  • – Rênûs: cîyawazî le biwarî rênûsîşda heye. Her bo nimûne, Birîtanîyayî denûsê (çolour) bellam Emrîkayî denûsê (çolor). Birîtanîyayî denûsê (çentre), bellam Emrîkayî denûsê (çenter). Xallbendîş le nêwan ew dû Inglîsîyeda cîyawaze, be taybet le merr kelikwergirtin le koma (,). Kewabû, yan Inglîsî zimanêkî standard nîye, yan boçûnî mamosta le ser zimanî standard tewaw nîye. Hîç şikim nîye ke zimanî Inglîsî zimanêk, yan zimangelêkî, standarde. (bo agadarî zortir le ser em cîyawazîyane birrwane:http://en.wikipedia.org/wiki/Ameriçan_and_Britiş_Engliş_differençes ).

Eger boçûnî mamosta le ser zimanî standard tewaw nîye, zimanî standard çîye? zimanî standard ew zimaneye ke ber le hemû şit nûsraw bê. Legell eweşda, zimanî standard eweye ke zimanî pêxwêndin, zimanî damùdezga dewlletî û medenîyekan û zimanî mîdîya bê. Bew pêyeş hem Kurmancî Xuwarû û hemîş Kurmancî jûrû standardin, çunke herdûkyan em karaneyan pêkirawe û dekirê. Mamosta pêy waye çunke her le nêw şêwenûsînî Kurmancî Xuwarûda narrêkî û nayekdestî heye (bo wêne, yek

 

denûsê “deçim” û ewîtir denûsê “eçim”) ew şêwezare nebûwete standard. Xo raste û minîş legell ray mamostam ke debû ta êsta zor şitî lew babete yekdest kiraban, bellam ewe bew manaye nîye ke zimaneke standard nîye. Pêştir nîşanim da ke ew nayekdestîye le nêw Inglîsîşda heye, le nêwan Purteqallî Porteqall û Birezîlda û, le nêwan Feranseyî Ferranse û Kobekîşda heye. Dîyare le nêw Kurdîda narrêkî zortire, bellam em wez’e bo zimanêkî ke dewlletêkî be serewe nebûwe yekcar seyrusemere nîye. Ew dû şêwezare Kurdîye demêke qonaxî standard bûnyan destpêkirdûwe û pirosekeş, herçend şil û bêbernameye, dirêjey heye. Standard bûn qonaxêkî negorr nîye ke zimanêk pêy biga û têyda qetîs bimênê. Standardikrdin yan bûn pirroseyeke dirêjey heye û qetîş tewaw nabê. Heta jîyan le gorranda bê, pirrosey pêgeyştinî ziman û lewaneş pirrosey zimanî standard le gorranda debê. Ziman be pêy helumerce sîyasî, kultûrî, abûrî û komellayetîyekanewe degorrdirê. Jîyan degorrdirê؛ zimanîş degorrdirê؛ zimanî standardîş herwetir.

 

Aşkiraye ke ew rastîyane le mamosta Cemall Nebez şarawe nîn, ke ew dû şêwezare hemû karêkîyan pêkirawe û pêdekirê ke zimane standardekanî dinya pêyan kirawe û pêyan dekirê, herçend ke le biwarî “be roşinbîrîkirdinda” (întlêkçûwelayzeyşin) pêwîste zor kar bikrê. Bellam, mamosta ewe qebûll naka, çunke qebûll kirdinekey dijî ew pirrojeye dewestê ke mamosta nizîkey çil sallêke hewillî bo deda: sazkirdinî taqe zimanêkî yekgirtû bo hemû Kurd. Le ruwangey mamostawe yek netewe debê her yekzimanî standardî hebê.

 

Lêre daye ke mamosta legell 53 kesekeda hawdenge: herdûkîyan pêyan waye ke hîç şêwezarêk nebûwe be standard. Herdûkîyan pêyan waye ke eger zortir le zimanêkî standard le Kurdistan hebê ewe netewey Kurd parçe parçe debê û defewtê. Herdûkîyan, le esasda, peyrrewî aydîolojîy netewe- dewllet deken, her ew aydîolojîyey ke le layen dewlletekanî êran û Turkîyawe bo nizîkey set sall peyrrew kirawe û zimanî Kurdî qedexe kirdûwe û Kurdî be zimanî ‘eşîret û şaxnişînan nawdêr kirdûwe. Ew aydîolojîyaye dellê ke yek netewe xawenî yek dewllet, yek xak û yek ziman û yek kultûre. êstaş zorêk le qellembedestanî Kurd her bew lojîke bîr dekenewe û dellên eger neteweyek yan wullatêk zortir le yek zimanî standardî hebê ewe defewtê. Ewane tenanet wekû roşinbîran û desellatdaranî ‘Errebî ‘êraqîşîyan pê nakirê ke birrwa biken dewllet- neteweyek dekirê zortir le yek zimanî standard, zortir le yek kultûr û zortir le yek qewim û girûpî etinîkî, tenanet zortir le yek netewey hebê. Le ruwangey em Kurdanewe eger Farsêk, Turkêk yan ‘Errebêk peyrrewî le aydîolojîy netewe- dewllet bika ewe şovînîste, bellam eger Kurdêk wa bîr bikatewe ewe nîştimanperwere.

 

Aya be rrastî yek netewe herdebê yek zimanî standardî hebê? na. Swîsira çuwar zimanî standardî heye, Kanada dûy heye, Norwêj dûy heye, Efrîqay Başûr zortir le de û Hîndustan zortir le pazde şêwezarî standardî heye. Ba hîç dûrîş nerroyn, ‘êrraq dûy heye. Way dabinêyn ke ewe raste ke billêyn yek netewe debê bes yek zimanî standardî hebê. Eger ewe rast bê, debê pêçewanekeşî rast bê, wate debê bituwanîn billêyn ke her zimanêkî standard bes hî yek netewe bê nek hî çend netewe, çunke eger awa bê ew netewaney ke yekzimanyan heye hemû debin be yek netewe. Romantîkekanî allmanî, lewane Fîxte, benawbang bûn bo billawkirdinewey em fikire. Bellam eweş natuwanê rast bê, çunke be setan nimûne le dinyada hen ke zimanêk zimanî deyan netewe û netewe- dewllete. Lew zimanane be sakarî detuwanîn bîr bikeynewe le Inglîsî, Ferranseyî, Purteqallî, êspanîyayî û htd. Ew Kurdaney peyrrewî le aydîolojîy netewe- dewllet deken û pêyan waye ke yek netewe debê tenya yek zimanî standardî hebê, qewmî bîr dekenewe. Ewane qewim û neteweyan lê têk çûwe. Ewe qewime ke zorbey katan be zimanêkî şaz pênase dekirê nek netewe. Neteweyek detuwanê le çend qewim pêkbê, her bew pêyeş çend şêwezarî standard yan nastandardî hebê.

 

Bellam aya ewe rast nîye ke dewllet- netewekanî modêrin be pêy aydîolojî netewe- dewllet damezran? ba, ewe zor raste. Herçend wullatêkî wekû Swîsira taqaneye, zorbey here zorî dewllet- netewekanî modêrin le Feranse û Emrîkay kotayî çerxî hejdewe bigre heta êran û Turkîyay seretay çerxî bîstem bew fîkire damezran ke yek netewe- dewllet debê bes yek zimanî standardî hebê. Bellam, ewe serdemêkî dîke bû û, be nirxî pêşêlkirdinî mafe zimanîyekan û serkutkirdinî kemînekan kira. êsta her ew wullataney ke serdemanêk zimangelî wekû “Geylk” û “Wêlz”yan le Birîtanîya serkut dekird emirro be mîlyon û bîlyon dollar xeric deken bo ewe ke ew zimanane bibûjênnewe û dewllemendtiryan biken. Bo? le ber ewe ke boyan derkewtûwe ke bêcgele layenî mafî mirov û zimanî, xwêndin be zimanî xomallî hem bo serkewtûyî le xwêndinda başe, hem bo abûrî başe û he m bo yekgirtûyî neteweyî başe. Ewe be pêçewaney fikirî pêşûy netewe- dewllet bû ke pêy wabû corawcorî zimanî debête hoy lêkhellweşanewey wullatêk. Herçend emeş rûydawe, bellam be dirêjayî mêjû zortirîn gîrugiriftî qewmî û nakokî û narrêkî neteweyî lew wullataneda hatûne pêş ke haşayan le bûnî zimanekanî dîke, kultûrekanî dîke û qewmekanî dîkey naw wullatêk kirdûwe. Ba hîç dûr nerroyn, birrwanine wullate dirawsêkanî Kurdistan.

 

Êsta çi bikrê başe?

 

Be zûtirîn kat pêwîste lêjneyek dabimezrê bo saxbûnewe le ser baştirîn û guncawtirîn bername û pilanî zimanî bo Kurdistanî Başûr. Ew lêjneye baştire bernamey zimanî bo Kurdistanî Başûr dabirrêjê,

 

nek Kurdistanî Gewre. Hendêk lew erke serekîyaney ke weha lêjne yan dezgayek debê rayanperrênê birîtîn le:

 

  1. Yan hîç şêwezarêk le Kurdistanî Başûr nebête resmî (herçend Kurmancîy Xuwarû renge de façto, be kirdewe, resmî bê), yan eger birryare ke zimanî resmî hebê, ba Kurmancî Jûrûş bibête resmî, lanî kem lew parêzgayeda ke qisey pêdekirê (Dehok). Boçî? hendêk le akamekanî dasepandinî yekzimanî standard emanen: (-) sûkayetîkirdin be axêweranî şêwezare standardekey dîke. Le akamda ewaney wepiştgwê xirawin lewaneye tûşî xobekemzanîn bibnewe؛ (b) pêşêlkirdinî mafî zimanî û le akamda mafî mirov. Pêşgirtin le axêweranî zimane biçûkekan ke her ew xwêndin û deretaneyan hebê ke zorbe heyetî؛ (p) bêbeşikrdinî hemû mindallanî Kurdistan le xwêndin be şêwezarêk ke nizîke le zimanî mall û civatekeyan؛ (t) dasepandinî yek kultûrî hejmonîyane (desellatdar) û yek şêwe bîrkirdinewe. Eme dû rêga dexate berdem zimane biçûkekan, yan tuwanewe, yan xorragirî û Eweş akamekey zorbey katan destpêkirdinî şerruhelllla û nakokîye.
  2. Le seranserî Kurdistan be herdûk şêwezar deris bixwêndirê. Rêjey radey xwêndinî her şêwezarêk le nawçeyek yan parêzgayek be pêy jimarey danîştuwanî axêweranî şêwezarêk lew nawçane debê bigorrdirê. Bo wêne le Silêmanî zortir be Kurmancîy Xuwarû bixwêndirê.
  3. Deretan birrexisê, le layen ew lêjnewe yan şitêkî lew babete be budcey dîyarîkiraw û desellatewe, bo ewe ke dû şêwezare standardeke yekdesttir bikrên, be rroşinbîrtir û zanîstîyanetir bikrên. Ferhengî bawerrpêkirawî hemelayeneyan bo durust bikrê, kitêbî rêziman û rênûs û ferhengî hemepesendîyan bo amade bikrê.
  4. Imkanat dabîn bikrê bo ewe ke eger gerekîyan bê mindallekanî Hewramî û Feylî le çend sallî seretayîda be zimanî zigmakîyan bixwênin.
  5. Le her halletêkda debê ballansêk, hawsengîyek hebê le nêwan rêzgirtin le mafî zimanî şêwezare biçûkekan û deretan rexsandin bo hemû layek ke fêrî zimanî serekî zanist û bazarr û mîdîya bin, bo ewe ke le hellsûrrane komellayetî, sîyasî û abûrîyekanî giştîy Kurdistanda weduwa Ewe wullamî ew nîgeranîye dedatewe ke le layen hendêk kesî dijî cîyawazîy zimanî hatote gorrê. Ke goya eger mindallanî Hewraman boyan hebê be zimanî zigmakî xoyan bixwênin ewe hemû gerrekêk daway ewe deka. Ewe boçûnêkî bê însafaneye. Hewraman gerrekêk nîye, zimanî Hewramîş lehce û rawêjî komellayetî naw şarêk yan cîyawazîy lehcey şarêk legell gundekanî nîye.

 

  1. Bername dabindirê ke zimangelî wekû ‘Errebî û Inglîsî le çi qonaxêkda û bo çi maweyek bixwêndirên.

Be kurtî Kurdistanî Başûr pêwîstî be lêjneyek yan dezgayek heye ke be piley yekem le lêzananî zimannasîy karkirdî û paşanîş le lêzananî pêxwêndin, mîdîya û sîyaset û biwarekanî dîke pêkbê, bo ewe ke bername û pilanêkî becê û rêkûpêk û guncaw bo ew herême dabirrîjin. Ew dezgaye debê ber le hemû şit berijewendî xellkî Kurdistanî le babet xwêndin û hellsûrranî karubare komellayetî û abûrîyekanewe le berçaw bê. Eweş katêk misoger debê ke mafî zimanî û mirovî hemû tuwêj û çînekan û mellbendekanî Kurdistan le berçaw bigîrdirên. Ew bername û yasagele debê dabindirên û berrêwe bibrdirên ke mafî hawullatêtî hemû layek be pêy pêwîst biparêzê, bew core ke xellkî mellbende cîyawazekan û axêweranî zimane cîyawazekan birrwa biken ke le nîştimanî xoyanda dejîn.

 

Nîştiman ew şwêne nîye ke şêwezarêkit beserda dasepênin, ca ba ew şwêne nawî Kurdistan bê, ‘Êraq bê yan Êspanîya bê. Pênasey netewayetî her be ziman dîyarî nakirê. Çunke zimanî “Gana”îyekan înglîsîye, ewe ne nîşaney eweye ke Ganayekan êsta Inglîsîn û, ne nîşaney eweşe ke Gana netewe û willatî serbexo nîye. Bêcgele ziman pênasey netewayetî be zor şitî dîke dîyarîdekirê wekû xak, kultûr, mêjû û ezimûnî rabirdû, pêkewejîyanî henûkeyî û herweha awat û meylî pêkewejîyan le dahatûda. Lanî kem le set sallî rabirdûda, ziman hoy be yekewe girêdanî xellkî Kurdistanî Başûr nebûwe, bellkû çewsanewey hawbeş, xebatî hawbeş, dujminî hawbeş û hîwa û amanc bo çêkirdinî kîyanêkî hawbeş hoy yekgirtûyî ewan bûwe. Ewaney ke pêyan waye hebûnî zortir le yek şêwezarî standard le Kurdistanî Başûr debête hoy dûberekî le helle dan. Ew dû şêwezare çend sedeye ke cîyawaz bûn. Ew cîyawazîyeş nebûwe be hoy letbûnî Kurdistanî Başûr. Pêrrageyştin be herdûkyan û ruwanîn le herdûkyan be şêweyekî beranber û yeksan tenya debête hoy zortir tebayî û leyeknizîkbûneweyan. Le serdemî becîhanîbûn, peregirtinî civate tarawgekan, corawcortirbûnî komellgekanî însanî û, billawbûnewe û behêzbûnî mîdîya dîcîtalekanî sinûrperrênda, çîtir pêwîst naka û naşikrê ke yek netewe be zebruzeng dabimezrê. Eger bikrê, ewe pêy dellên dîkitatorîyet û pêşêlkirdinî mafî mirov. Eweş sakartirîn û tembellanetirîn kare ke mirov detuwanê bîka, çunke zebruzeng û kuştin û birrîn pêwîstî be bîrkirdinewey qûll û rawtegbîr û rawêj û dîyalogî çirrupirr nîye. Ewey ke pêwîstî be emaneye birîtîye le dozînewey guncawtirîn rêga bo perwerdekirdinî yekîyetî le naw komellgeyekî corawcorda. Raperrandinî ew erkaney ke be rastî le însan deweşênewe ta êsta zehmettir û girantir bûn lew erkaney ke dîkitatorekan û dasepêneranî hejmonî pêy nasirawn.

 

Beşêkî zor lew kesaney le ser em babete nûsîwyane pêyan waye ke zimanî standard birîtîye le zimanî resmî û be pêçewaneş. Wa nîye. Dekirê zimanêk standard bêt bellam resmî nebêt. Hellbet hemû zimane resmîyekan kemtazor standard in.

Ce’fer Şêxulîslam -Kanîzar, hejmar: 5

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply