Niha li ser dinyayê bi 6 hezarî behtir zimanan tê axaftin. Ji vanan axaferên 2 hezar zimanî dibin hezar kesi de ne. Li gor lêkolîna Kai Chan tene 15 ziman ji bo pewendiya nivê dinyayê bikar tê.
Kai Chanê ku li dibistana INSEADê dixebitê ku INSEAD li firansayê di nav dibistanên herî baş de ye, li ser derfetên ziman lêkolînek kir.
Kaiyê ku lêkolîna xwe bi temamî li ser bingeha daneyên jimarî avakiriye got divê ev xebat wek xweşikahiya zimanan newê fehm kirin ev xebat tene li ser jimareyan hatiye avakirin. Kai pîştî lêkolîna xwe bi navê “the power language index” ango îndeksa Hêza Zimanan rêzek amadekir.
5 fersend û 5 krîter
Li gorî lêkolîna Kai bi saya hunera ziman 5 firsend tên bi dest xistin. Li gorî vê jî 5 krîterên ku hêza zimanan diyar dikin hene.
Erdnîgarî – di geştûguzariyê dee bikaranîn
Aborî – di jiyana aborîyê de bikaranîn
Ragihandin – di pewendiyên di nav mirovan de bikaranîn
Agahî û çapemenî – gihiştina agahîyan û standina nûçeyan de bikaranîn
Dîplomasî – di têkîlîyên navdewletî dê bikaranîn
20 zimanên herî bi hêz
Zimanên herî bi hêz nebûne suprîz
- Îngîlîzî
- Çînî
- Fransîzî
- Îsbanyolî
- Erebî
- Rusî
- Almanî
- Japonî
- Portekîzî
- Hîndî
- Katalonî
- Talî
- Flemenkî
- Malayî
- Lehî
Ji bo hemû zimanên di rêzê de bitikînin»
Di rêza zimanên herî bi hez de Kurdî di rêza 89emîn de ye
Amadekirin: Ridwan Xelîl
Çavkanî: Kai Chan, INSEAD