”ZIMANÊ ZIKMAKΔ ÇI YE?

Bi rastî jî pirê caran Kurd li gotin, peyv, bêje û terman nasêwirin ka wateya wan çi ye, hema ji hevûdu kopî dikin, belav dikin û dixin jiyana rojane. Yek ji wan terman jî ”Zimanê Zikmakî” ye ku xasma di van demên dawiyê li her deverê tê bikaranîn.
Ev term jî bêguman xelata heşifandina Kemalîzmê ye ku gehaye Kurdan û wergera ”Anadil”a tirkîtiyê bi xwe ye.
Ev ”Zimanê Zikmakî” yanî ew ziman e ku tu ji diya xwe fêr dibî. Lê eger diya te Ereb be û bavê te Kurd e! Nexwe zimanê te yê zikmakî dibe erebî? Yan diya te Faris e, ger Turk e, belkî Grekî yan Ermen e, ma zimanê te jî dibe ji yên wan?
”Zimanê Zikmakî” di Toreya Kurdî de ”Zimanê Netewî” ye. Ji ber ku te vî zimanî, vê çandê, vê toreyê ji bav û kalên xwe wek mîrat wergirtiye û tu yî mîratxurê vî sermiyanê hanê.
Çendî ku hin kes di babetên weke mal, milk û wekî din de hin caran dibin mîratxurê diya xwe, lê belê mirov di babetên çandî de nabe mîratxurê dêyan.
Mesela: Diya min Ereb e û ji nijada Samî ye, lê bavê min Kurd e û ji nijada Arî ye. Zimanê min ê zimakî dibe ku bûbe erebî, lê zimanê min ê nijadî bêguman kurdî ye.
Îro li Ewrûpa û Emerîkayê 100.000 zêdetir birazyên me hene ku dayîkên wan Ewrûpî û Emerîkî ne. Gelek ji van biraziyan niha mezin in û ketine nêv qada xebatê. Dibe ku ew ciwan bi kurdî jî nizanibin. Îcar zimanê wan ciwanan bibe yê zikmanî yê dayika wan be, lê zimanê wan ê netewî bêguman ê bavê wan e.
Hêvîdar im ku rewşenbîr, siyasetmedar û nivşên nûhatî yên Kurd, van termên xelet li nava Kurdan belav nekin û weke ku rast be nedin bawerkirin.
Zeynelabidin Zinar
21/02/2013

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply