Bi xeml û rewş e
Şêrîn û xweş e
Zimanê Kurdî
Bi xweş awaz e
Latîf û naz e
Zimanê Kurdî
Ziman jiyan e. Bi hezar sala ye li hember zimanê me astengî hatiye derxistin. Zimanê me hat qedexekirin, em bi zilmê/sîtemkarî hatin ceribandin.
Li ber zor û zehmeteke dijwar, vî zimanê reben xwe parast. Ji ber ku, hebûna xwe li gerdûnê bide pejirandin, têkoşîneke bê rawestin da.
Li hember vê zor û zehmetê, bi zimanê qedexekirî mirovên bêhempa, berhemên bêhempa ava kirin. Exmedê Xanê di çarînek/malik xwe de behsa van mirovan dike.
Binavê ruhê Melay Cizîrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran
Dema gel bindest be, dixwaze hebûna xwe berdewam bike. Gelên bindest çawa hebûna xwe berdewam dike? Celadet Bedirxan dibêje : “Milletên/gel bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta/hêz du çekan diparêzin : Ol yek, ziman dudo. Lê heke/ger ola gelên serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e.[1]”
Çikas zimanê me hatibe qedexekirin jî ger em tu caran bê hêvî nebin. Ji ber ku bapîrên me bi xwe bawer bûn. Di ser xwe re, tu kes nedidîtin.
Melayê Cizîrî dibêje :
Ger lu’luyê mensur-i ji nezmê tu dixwazî
Wer şiîrê melê bibîn, te bi Şîrazî çi hacet.
Di jiyana me ya rojane de, em rastî/pêrgî gotinên wisa tên, hinek Kurd dibêjin:
_ Ma gelo,zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, paşeroja/ayende wê tuneye.
_ Ez nizanim Kurdî bixwînim.
_ Mebesta we xirab e, hûn dixwazin di navbera mirovên Tirkiyê de dubendiyê çekin.
_Bila xwarina me hebe bes e, ez ê zimên çi bikim.
_ Hele bise lo em Tirkî hîm bûn, îcar dora Kurdî ye!
_ Ev di kuderê re derket û hwd.
Edî em gotinên bi vî rengî, ji nava xwe bavêjin. Divê em zimanê xwe di her şert û merci de bi kar bînin. Di danûstandinê de, di sûkê de, di civatê de, di navbera xwe de û a herî girîng di mala xwe de zimanê xwe bikarbînin.
Gelo em zimanê xwe bikarnînin, em ê bibin bende/dîl/hesîr yê zimanê biyanî. Em li zimanê xwe xweyî dernekevin, dem were edî wê dereng bibe.
Bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivisînin, bi Kurdî baxivin da ku jiyana we kurdewarî be. Hûn guh bidin va gotinê min baş e. Lê hûn guh nedinê hûn dizanin, hûn bi kêfa xwe.
[1] Celadet Bedirxan, Hawar, hj.20, rp.3.