Zimanê me rûmeta me ye

Gelî xwendevanan, ez îro nû tev li vê malpera Çandnamê bûm. Ez bi kurtasî xwe bidim nasîn: Ez ji gundê Rostem Gedûkê girêdayê navça Kopê ya Mûşê me, em dibêjin herêma Serhedê

Gelî hevalan nivîsa min a nû li ser ziman e.

21ê sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî ye sedama vê rojê ez ê ji we ra qala girîngiya li ser zimanê Kurdî bikim. Di van demê dawî da ez lê mêze dikim Kurd êdî bi xwe li zimanê xwe xwedî dernakevin. Salên berê yê 90î da rastîyek hebû ew jî bi destê dewletê qedexe bû. Lê mixabin niha dewletê parîkî ji dest van qedexeyan berda ye. Niha her kes dikare bi rêya internetê zimanê xwe bixwîne û zimanê xwe biparêze. Ciwanên Kurda êdî bi axaftina zimanê xwe şerm dikin û mînanî kêmasiyekî dibînin, naxwazin bi zimanê xwe biaxivin, mirov ji wan ra matmayî dibîne çima ji zimanê xwe fedî dikin.

Ew zimana Xwedê da we, tu rêxistin tu partî û tu kesî ev zimanê dewlemend nedaye me. Ji zimanê xwe fedî nekin bi dil û can biaxivin ku cihan bizani be em ji zimanê xwe hizdikin.

Ez ê nivîsa xwe bi dawî bikim lê pêşî behsa axaftina navbera du hevalên xwe bikim. Ez rojekî li kar bûm em hemû heval derketin û çûne nimêja înê. Me nimêj kir û em derketin em ê disa biçûna dewsa karê xwe, min guhdariya her du hevalên xwe kir, min jî behsa ziman kir û her du hevalan digot: “Zimanê Kurdî êdî xilas dibe û kes naaxive.”Digotin 3-4 sal şûn va wê bitemamî xilas be û li ser rûyê cihanê rabe,jixwe zarokên piçûk qet nizanin bi Kurdî biaxivin.”

Min ev gotinan bihîstin pir zora min çû, tiştê pir zora min çû ya ez pê aciz bûm jî ji wan her du heval jî kurd bûn.

Piştî vê gotina wan min ji xwe ra sond xwar heta ez sax bim zimanê Kurdî li ser rûyê cîhanê wê hebe û her tim zimanê min bijî…

 

İrfan ŞAHİN

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply