Îro, bi helkeftina roja zimanê dayikê me (Birek ji nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan) serdana mala mamoste Derwêşê Xalib kir. Û wek rêzgirtin ji kar û xebatên wî re di ber zimanê Kurdî de, me spasiyên xwe jêre pêşkêş kir..
Derwêşê Xalib yekemîn kurdê Sûriyê ku li ser zimanê Kurdî tê girtin, zindankirin û cezekirin. Ew di roja (13/01/2009) de, ji rex hêzek ewlekariya a bajarê Qamişlo ve hat girtin û di roja 15/01/2009 de, dîsan eynî hêza ewlekariyê, girtin ser mala wî, pirtûkxaneya wî tevdan û gelek pirtûk û destnivîsên wî bi xwe re birin.. Di roja 17/01/2009’an de, eynî hêzê çend hevalên wî yên ku pere di Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî kar dikirin girtin wek: Fewazê Kano û Zekî Ismaîl Xelîl girtin.. Piştî çendakî hevalên wî hatin berdan paşê ew jî hat berdan.
Derwêşê Xalibê Derwêş ki ye? Nivîskar, zimanzan û rewşenbîrekî kurd e. Ew di sala 1945’an de li gundê Tilşeîra Şêxan, nêzîkî Qamişlo, çêbûye. Xwendina xwe li bajarê Qamişlo û Hesekê xwendiye, xwendina bilind di endezyariyê de li Fransa û Çikoslovakiya bi dawî aniye. Ji xwendekaranên kurdên sûriyê yên pêşîn bû ku çûye Ewropa ji bo xwendinê. Hejaye gotinê ku ew û Mûsa Anter pismamên hev in. |
Ji pirtûkên mamoste Derwêş ku hatine çapkirin:
– Lêkolînek berfireh bi zimanê erebî, di bin nave (Ebyat Xanî)de sala 1998 an.
– Jiyana Min A Kurdî: Bîranînên rehmetî Dr. Nûreddîn Zaza, ji frasnsî wergerandiye Erebî, sala 1997’an.
– Elfabeya Celadet Û Pîvana Pêwistiya Tîpan Di Zimanê Kurdî de, Qamişlo 2007
Hem jî gelek destnivîsên wê hene, ji bil hunandinên wî yên helbestî..
Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî:
Ev komît di roja15/07/2003’an de, ji rex mamoste Derwêşê Xalibê Derwêş ve li Qamişlo hatiye avakirin, bi taybetî ji bo fêrkirina keç û xortên kurdan, da ku zimanê bav û kalên xwe jibîr nekin û di warekî kurdî de xwedî bibin… Tevî ku Derwêşê Xalibê Derwêş dijwariyên zor çetîn dîtine û dibîne, lê her di coga parastina zimanê kurdî de berdewam e.. Û wiha her sal şagirt û qutabiyên komîtê zêde dibûn, kec û xort, ji hezkerên peyva kurdî li dor kom dibûn..
Şagirtên ku di bin sîbera komîta fêrbûna zimanê kurdî de xwe fêr dikin, di pênc qunaxan re derbas dibin, ew qunax jî evin: Seretayî, serbestî (bi du korsan e), rênivîs û rêzimanî.
Vê komîtê 5800 bawernameyên seretayî yên fêrkirina zimanê kurdî li qutabî û şagirtên herêmên ku kurd lê dijîn û bajarên ku kurd lê hene belavkiriye, wek: Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Serê Kaniyê, Helebê, Şamê û Beyrûtê.. Hem jî vê komîtê belavokek bi navê ZIMAN û kovarek bi nave ZAR diweşand:
Ziman: Ev belavoka ZIMAN di bin vê durişmê de dihat weşandin: (Zimanê te nasnameya te ye) û (Fêrbûna Kurdî mercê serekî yê gelperweriyê ye) û di nav kurdên Binxetê de belav dibû. Anku belavokek rewşenbîrî û mehane bû. Rêvebirî û amadekirin ji rex Derwêşê Xalibê Derwêş ve bû. Hejmara pêşîn (1), Ji belavoka Ziman, di 12 adara 200’4an de hatiye weşandin, hejmara dawî (32)an di Berfbaranbara 2008’an de hatiye çap û bûye.
Zar: Ev Kovar jî rewşenbîrî Civakî bû. Ji weşanên Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî bû û di bin berpirsyariya mamoste Derwêşê Xalibê Derwêş de amade û çap dibû. Hejmara (0) di adara 2008’an de derketiye. Hejmara (1) di meha êlûna 2008’an de derketiye, hejmara (2)an di Berfbaranbara 2008’an de çap û belav bûye.
Mamoste Derwêş evîndarê zimanê kurdî ye û wek ku evîndar e karekî bêdeng dike..
Konê Reş
Qamişlo, 24/02/2018