Zimanê Kurdî Ne Zimanê Kurdan Tenê Ye

Zimanê kurdî, zimanê hemû mirovan e; lê bi taybetî zimanê dayika kurdan e. Ji ber vê yekê berdewamiya zimanê kurdî berpirsiyariya hemû mirovan e. Eger li vê cîhana çandê, zimanek winda bibe, di zincîra şaristaniya mirovahiyê de xelekek winda dibe. Xeleka windayî jî, ji bo pêkanîna hêviyên aştiyê ya şaristaniya mirovahiyê dê şikestinekê ava bike. Lewre rengîniya her zimanekî, pêdiviya  aştiyê nîşan dike. Eger di xwezaya her zimanekî de cudahiyek nebaya, rewşa pêdiviya afirandina têgîna aştiyê peyda nedibû. Loma ku her zimanekî, hebûna aştiyê dipeyitîne û sepandina aştiyê mecbûr dike. Jixwe zimanê me hebe, dê hêviya me ya bi aştiyê re jî hebe.

Di rastiyê de berhemên zanistî, bermahiyên dîrokî, destkeftiyên şaristaniyê yên dadî, cîvatî  yên hemû mirovahiyê ne. Nîşankirina afirîneriyên berhemên serkeftî wekî exlaqa zanistiyê pêdiviyek e; lê di dawiyê de sûdwergirtina ji wan berheman mafê hemû mirovan e. Di dema me ya nûjen de bermahiyên sereke û resen ku em dikarin bibêjin ji tarîtiya dîrokê heta ronahiya îroj gihaştiye ber destên me, ziman in. Em bi saya zimanan dizanin ku em xwediyê dîrokê ne. Zanyariyên wekî deskeftiyên şaristaniyê têne dîtin, xwe ji nav peyvan didine der. Eger me peyva ‘’înternet’’ê anî ziman, ev peyv, di heman demê de ji aliyekî ve pêşkeftina teknolojiyê nîşan dide û tê wateya ku nûvandina tiştek li kar e. Ev têgîn di destpêka sedsala derbasbûyî de tune bû. Înternet, wekî amûra teknolojiyê çawa hat vedîtin, ji nîşka ve peyva înternetê jî kete zimanê îngilizî û ji wir jî derbasî hemû zimanan bû. Ji ber vê yekê, şanîdera pêşkeftina dîroka mirovahiyê ya dûvûdirêj, ziman e. Her ku diçe mirovahî ji aliyê zanistê ve bi pêş ve diçe. Nexwe zimanê pêşerojê jî teqez wan nûjeniyan li ferhenga xwe dê zêde bike.

Di dîroka mirovahiyê de pêşkeftinên civakî, çandî, zanistî li her qadên cîhanê ji hev cuda bûn. Li her herêmê deskeftiyên mirovahiyê teşeyeke taybet li gor taybetmendiya herêma xwe digirt. Lewre şert û mercên erdnîgariya herêmê, bandora xwe li ser zanyariyên civakî dikir. Taybetmendiyên herêman jî, derfeta yekane dida xwedîcihên xwe. Wekî mînak; nebatên ku li wê herêmê tenê şîn dibûn, navên wan di ferhenga gelê wê herêmê de bi cîh dibû. Bikaranîna wê nebatê di nav civakê de, wekî çandekê jî, di nav civakê de xwe dida der. Di pêvajoya dûvûdirej a dîroka wî gelî de, danahevên hemû agahiyên kevneşopiya gelan, bi rêya ziman ve dihatine tomarkirin. Divê em ji bîr nekin ku agahiyên şaristaniya resen ên sumeriyan jî, bi saya deşîfrekirina zimanê wan pêkan bû û bi vî rengî jî haya me ji wan agahî û zanyariyên pêşkeftî bû. Eger wergerandina zimanan bi bikaranîna heman peyvan ve ne pêkan be, di vê rewşê de her ziman di nav xwe de zanyariyên taybet ên derbarê herêma xwe de çandeke resen dide der, diguhezîne siberoja xwe.

Loma jî, her ziman, mîna rûbarekê ye ku ber bi deryayê ve diherike û ew derya jî xwe digihîne zeryayan. Her rûbar ji ya din cihêtir e. Hemû jî li gorî erdnîgariya xwe ku cihê çavkaniya wan e, xwedî taybetmendiyekê ne. Çêdibe ku her zaravekê û heta devokekê jî, mîna cobarên newalan, xwe bigihînin hev û êdî ava çavkaniyê veguheze rûbarê, piştre jî wekî zimanekî ber bi deryayê ve biherîke û tevlî zeryayan dibe. Bi gelemperî, şaristaniya mirovahiyê jî wisa pêk tê. Şaristaniya mirovahiyê, daneheviya zimanên hemû civakên cuda di navenda xwe de dihewîne.

Wekî hemû zimanên mirovahiyê, kurdî jî xwediyê dîrokeka kevin e. Li erdnîgariyeke taybet afiriye û çavkaniya xwe ji pêdiviyên wê xwecihên erdnîgariya taybet girtiye. Lê taybetmendiyeke çavkaniya erdnîgariya zimanê kurdî hebû ku di navbera şaristaniya mezopotamyayê û anatolyayê de wekî navendekî bû. Ew cih wekî dergûşa şaristaniya mirovahiyê dihat hesibandin û li gor zanyarên dîrokê jî ew navend destpêka dîrokê bû. Lewre hemû nûjenî, mîna nivîs, çandinî, ajalvanî, niştecihî li wir derketiye qada dîrokê.

Her çendîn îro li herêma ku zimanê kurdî lê afiriye, kurdî ji aliyê dewletên desthilatdar ve wekî fermî nehatibe nasîn jî, ev rewş ji hêjahiya zimanê kurdî ya zanistî, wêjeyî, olî, çandî û civatî ve çi tiştî kêm nake. Berovajî qedexekirina zimanê kurdî, pergala pişaftinê ya li dijî mirovahiyê bêhtir berbiçav dike. Sîyaseta dewletan ji bo zimanan dikarin derfetên nû jî biafirînin ku ev tişt deriyê pêşkeftina zimanan vedike û dikarin astengiyan jî li ber zimanan raxînin ku ev tişt jî bandoreka neyînî li ser zimanan dike; lê divê em qet ji bîr nekin ku hebûna zimanekî ji aliyê dîrokê ve tê peyîtandin. Kurdî jî xwediyê dîroka kevin e û hebûna kurdî, mîna zimanên cîhanê, ji hemû dewletên nûjen kevintir e. Temena sîyasetên pişaftinê kin e; lê temenê zimanê gel dirêj e û dê her bijî.

Temena zimanê gelan dirêje; lewre ew zimanê hemû mirovahiyê ye. Jiyana mirovan demdemî ye; lê ya mirovahîyê heta hetayê ye. Ji demajoya mirovahiyê û heta aniha jî tu pergala ku dijî mirovahiyê ye, bi ser neketiye. Rûpelên dîroka şaristaniya mirovahiyê bi zimanên gelan ve tê tomarkirin. Zimanê gelan, bi hezaran salan bi dîrokê re jiyane û gihane heta dema îroyîn. Dîrok, ji bo parastina nîrxên mirovahiyê her kes berpirsîyar kiriye û gazî li her kesî dike ku divê zimanên çanda mirovahiyê bêne parastin. Ev berpirsiyarî, wekî peywireke exlaqî, li ser milê her kesî ye.

Azad Selem

Derbar Azad Selem

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply