Tu çiqas şirîn î,çiqas xweş î
Mîna xalîçeke nexş bi nexş î
Mîna cihêzê qîzeke çavreş î
Mîna dayka min gul û geş î
Tu hem beybûn î,hem binevş î
Tu mîna siwarekî kubar î keleş î
Tu mîna hespekî kihêl î reş î
Te ewqas tîr û kevan xwarin
Tu hîn dibezî hîn dimeşî
Tu avêtin ji çapxana
Tu bûyî benîştê ser etara
Ketî devê nezana
Lê te xwe parast bi awakî zana
Xanî bi Mem û Zinê tu aniyî pirtukxana
Herîrî tu kirî devê helbestvana
Feqîyê Teyran bi Hespê Reş Dayî rihwan li meydana
Erebê Şemo bi Şivanê Kurmanca
Dayî nasin bi nîşana Qanadê Kurdo pesnê te da
Li ba kurdîzana
Tu Gumriyê hatî xewna
Heciyê Cindî Li sêwixana
Ber sûra Amedê gel kalemêra
Li çayxana
Tu mîna şekirekî Şamê heliyayî
Li ser zimana
Bi pênûsa Osman Sebrî, Nûredîn Zaza û Qedrîcan Zarînî û qîrînî ya te ket nav
Hewara Bedirxana
Bi hestên Cegerxwîn tu ketî devê ciwana
Ketî şevbêrkên Dengbejan li diwana
Tu ketî devê Evdal di nav miqam û strana
Tu bûyî kilam di nav têl û tembûrên hozana…
Yücel Aslan(Koçer)