Zimanê kurdî ber bi mirinê ve diçe

Li bajarê Amedê ku weke paytexta siyaseta kurd tê naskirin zimanê kurdî ber bi mirinê ve diçe. Bi dehan hezar malbat navên kurdî li zarokên xwe dikin lê wan bi zimanê kurdî ranakin. Ev yek jî li Amedê bi xwe re xetereya têkçûna zimanê kurdî tîne. Li gorî civaknasan jî ev pirsgirêk bandora polîtîkaya asîmîlasyona dewletê li ser kurdan e û heta ku kurd statûyek bi dest nexin dê nikaribin kurdî di hemû qadên jiyanê de serdest bikin.

Bajarê Amedê di nava bajarên Bakur de, weke paytexta siyasetê tê naskirin. Heta salên 90’î jî li navçeyên Amedê û Bakur jiyan bi kurdî diherikî. Lê ji ber rewşa bişaftin û xwebişaftinê zimanê kurdî ber bi têkçûnê ve diçe.

Li bajêr bi dehan hezar kes êdî navên kurdî li zarokên xwe dikin. Nav kurdî lê jiyan bi tirkî dimeşe. Wisa lê hatiye ku êdî nifşekî ku qet kurdî nizanin radibe. Yek ji van malbatan jî malbata Arkan e. Şenay Arkan dayika 2 zarokan e. Navê kurekî wê Amed û navê kurê wê yê biçûk jî Şervan e. Lê ew dibêje ji ber ku jiyan bi tirkî ye, ew dike nake nikare kurdî hînê zarokên xwe bike.

Şenay Arkan dibêje; “Li her derê bi tirkî tê axaftin. Zarokê min heta 5 saliya xwe jî bi kurdî diaxivî. Lê piştî dest bi dibistanê kir, dev ji kurdî berda. Ez pê re bi kurdî diaxivim lê ew bi tirkî bersiva min dide. Piştî demekî ez bêzar bûm û êdî ez jî pê re bi tirkî axivîm. Di vir de sûcê dê û bavan jî heye.”

Li Amedê malbatên ku di kurdî de bi ser ketine jî hene. Derya Çetîner beriya ku keça wê çêbe çûye xula kurdî û piştre keça xwe aniye dinyayê.

Wê navê Rozerîn li keça xwe daniye. Ew dibêje her tişt di destê dê û bavan de ye. Ger hewl bidin dê zarokên wan kurdî hîn bibin.

Derya Çetîner dide xuyakirin; “Ez bi Rozerîn re tim bi kurdî diaxivim. Pêşî wê bi tirkî bersiva min da lê ez ji ya xwe nehatim xwarê. Ji ber vê yekê keça min jî dest bi axaftina kurdî kir. Dema ez ji keça xwe re li hevalan digerim, ez pêşî li pîvana kurdî dinêrim. Gelo ew kes kurdî dizanin an na? Hemû hevalên keça min jî ji ber ku bi kurdî diaxivin, keça min kurdiya xwe berdewam dike. Hem bi kurdî û hem jî bi tirkî dizane.”

Civaknas Xalîde Turkoglu jî têkçûna kurdî bi polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê ve girê dide. Ew dibêje heta kurd statûyek bi dest nexin kurdî dê nikaribin zimanê xwe vejînin. Lê dixwaze heta statû pêk bê, kurd jiyanê bi zimanê xwe birêxistin bikin.

Xalîde Turkoglu dibêje; “Ji ber polîtîkaya bişaftinê kurd zimanê xwe kêm dibînin û di warê kurdî de serî li hemberî zext û zordariya bişaftinê ditewînin. Lewre em dibînin ku dewlet kesên bi kurdî diaxivin ji qada siyasî, civakî û aborî davêje. Ev yek jî bişaftinê leztir dike. Kurd bêyî ku statûyek bi dest bixin, nikarin zimanê xwe weke tirkî biparêzin. Lê heta statûyek bi dest bixin jî kurd divê bi hemû sazî û dezgehên xwe, malbat û takekesên xwe kurdî di hemû qadên jiyanê de birêxistin bikin.”

Li Amedê di salên dawiyê de her sal ji 40 hezarî zêdetir zarok tên dinyayê. Li gorî civaknasan ger pêşî li bişaftinê neyê girtin û malbat kurdî hînê zarokên xwe nekin, nifşê nû di pêşerojê de dê bajarekî bi temamî tirkîaxêv biafirîne.

MAŞALLAH DEKAK– Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply