Zimanê agahiyê

Kurdan, ji ber avanebûna zimanê agahiyê, di van salên dawiyê de, gelek têgihên ne di cî de çêkirin û bi awayekî bolvirî û çawalêhato ew bi kar anîn. Yek ji wan têgihan, bêjara (discourse) ‘zimanê akademîk’ e. Herçî ez im, gava cara pêşîn min gotina ‘zimanê akademîk’ bihîst, pêşî wisan ji hiş ve heyirîm, hema pê re jî bêhemdî xwe bişirîm. Hestên min ên zimanî dil li min germ kirin. Mêjiyê min xwe danî rastê û gote min; ‘sedemeke vê yekê heye…’

Mêjî ne neheq bû. Sedemek hebû û wê sedemê ji ber hewcetiyên derveyîn xwe berî hewcetiyên hundirîn dida û di hundirê xwe de, ji bo xwe, biwareke taybet ava dikir da ku pê bidebire.

Heke em bên ser dahûrandin û vekolana sedemê em ê karibin bêjin; ziman, bi giştî wekî navgîneke (instrument) axaftin û jihevfamkirinê hatiye qebûlkirin. Lê belê di warê heyînnasiyê (ontology) de, ziman bi roleke nûnertiyê radibe û wekî warê agahiyê jî bi kar tê. Piştî avakirin û danîna agahiya modernîst, rola ziman a di warê nûnertiya neteweyekê de, girîngiya zimên bêtir kiriye û ziman wekî nûnerê sereke ê neteweyekê heta roja îroyîn hatiye; û îro roj, Kurd jî wekî netewe, di gelek waran de bi nimandin û nûnertiya zimên tên pênasekirin. Û bêguman, dîsîplînên zanîn û agahiyê ên wekî wêje jî bi rêya zimên tên nimandin û pênasekirin.

Îcar, ziman, bi wateya herî berfireh, berî her tiştî, ji bo her kesî dayînî ye (given). Yanî her kes, berî ku hay ji agahiyê hebe, bi awayekî hazirkirî û derpêşkirî, ziman hîn dibe; ji dayika xwe, ji derdora xwe, ji jiyana rojane û pratîk. Zimanê ku bi vî rengî tê hînkirin, zimanê dayînî ye, yanî zimanê danûstandin, zimanê pêaxaftin, zimanê hestan û zimanê xwederbirîna rojane ye. Lê ne zimanê agahiya zanistê ye. Tê de zanîn û hayjêhebûniya ev cure agahî tune ye.

Herçî zimanê agahiyê ye, bêyî zimanê dayînî peyde nabe; û digel vê jî, agahiya heyî xwe li zimên ferz dike. Lê sed korayî zimanê dayînî têrî wê agahiyê nake. Ji ber ku agahiyek heye li rastê û divê ew agahî di biwar û asteke têgihbarî û rasertir de bê derbirîn. Û ji bo derbirîna wê agahiyê jî, zimanekî dîtir hewce ye; ew ziman, ne zimanê devkî û axaftinê, ne zimanê hestan e, lê zimanê agahiyê ye. Û zimanê agahiyê, xwedî cihêrengiyekê ye di warê gotin û derbirînê de; loma jî xwedî desthilatekê ye. Û ev yek di pênasekirina M. Faucault de aşkera ye; ku ew vî zimanî wekî ‘zimanê desthilatê’ bi nav dike.*

Heke em van kurtezanînan bînin, daynin ser sifreya Kurdî (mebest jê Kurmanciya bakur e), em ê karibin bêjin, zimanê agahiyê, li bakur, bi taybetî piştî salên notî, wekî biwareke taybet a zimanî derket mexderê û di nivîsarên kovar û rojnameyan de, wekî helwêstekê hat danîn. Ev helwêst, ne ji ber hewcetiya navxweyî bû, ji ber hewcetiya derveyîn bû; û bêtir li ser du tiştan ava dibû: a- Hewcetiya dannîşan û peyitandina zengînî, berfirehî û têrdariya Kurdî, b-Pêwîstiya derbirîna bi Kurdî a agahiya ku bi taybetî bi zimanê tirkî ava bûye.

Ev agahî, bû sedem ku beşek Kurdên xwenda di biwara zimên de hay ji biwarên derveyîn bibin û têkevin nav kûrahiya ziman û xebat û koşîneke vekolînî û arkeolojîk pêk bînin. Loma jî, wan wekî helwêst û sekneke zimanî û neteweyî, ev her du xalbendên jorîn di nivîsar û axaftinên xwe de derxistin pêş û danîn ser sifreya Kurdî. Lê Kurdî, wekî biwareke giştî, wekî zimanekî rojanemayî, ne amade bû ji vê yekê re. Ji ber pêkanînên kolonyal ên asîmîlasyonîst, ziman di nava gel de, bes wek axaftin û derbirîna rojane li kar bû; loma jî nedikarî bi sanahî tiştên li ser sifreyê hatî danîn bixwe û pê bidebire.

Û Kurdên ku bi ziman dizanîn lê hay ji zimanê agahiyê nîn bûn, ji ber ku nedikarîn, -an jî nexwestin- hewcetiya ku ji derve de zorê li zimên dike pêşwazî bikin da ku ziman xwe di hundir de berfirehtir bike û xwe (ve)ava bike, xwe ji zimanê agahiyê dûr xistin û wekî tiştekî necis lê nihêrîn. Û herçî Kurdên ku kêm ziman dizanîn û hay ji zimanê agahiyê hebûn, ji ber ku nedikarîn, -lê dixwestin- hewcetiya ku ji derve de tê û xwe li hundirê zimên ferz dike pêk bînin, di navbera hest, raman û xwazên (desire, arzu) xwe de asê diman; loma jî wan pêwîstî pê dît ku ji xwe re rêyeke xelasiyê peyde bikin; û rêya vê xelasiyê bi têgih û bêjareke şaş li wan ronî bû; û wan ji bo zimanê agahiyê got, ‘zimanê akademîk’.

Û ji wê rojê de ye, benîştek heye di devê Kurdan de; digel ku riziyaye jî, ji ber pirbûna Kurdên di vê ferasetê de, hê jî çêjeke tehlokî dihêle di devê me de; û nahêle hiş bi rêya ziman hewcetiya derveyîn di hundirê ziman de pêk bîne û Kurdî hê bêtir bibe ‘zimanê agahiyê’.

*Foucault Michel, (2003), İktidarın Gözü: Seçme Yazılar (Çavên Desthilatê: Nivîsarên Bijartî), Çev. Işık Ergüden, Ayrıntı Yayınları, İstanbul, 2003.

** Li ser daxwaza nivîskarê me yê ezîz, “ti” ya nakirinê weke “tu” di nivîsên wî de wê bimîne û şedde jî neyê bikaranîn.

Dilawer ZERAQ

01,12,2018,

Yenî Ozgur Polîtîka

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply