Ziman û Zarokên Me

Dibistan, zarokên me tenê hînî tirkî nakin.

Hînî çand û dîroka tirkan jî dikin.

Ev tenêbana baş bû. Zarokên me hînî ziman, çand û dîrokeke cuda dibûn. Em jî kêfxweş…

Lê ne wisa ye.

Digel hînkirina ziman, çand û dîrokê, telkîna ku ew tirk in jî tê kirin.

Yanî ziman dibe deriyê tirkkirinê.

Naxwe ziman destpêk e. Gava yekem û deriyê nasnameyê ye.

Zarokên me jî destpêk û dawiya me ne.

Ji lew têkiliya navbera zarok û zimanî ‘heyatî’ ye.

Zarok pêşeroja milletan in. Duh bi bav û kalên me, îro bi me, sibê jî bi wan e.

Bila zarokên me hînî tirkî, erebî û ingilîzî bibin.

Bila çand û dîroka van milletan jî zanibin. Em jê ne ‘aciz in. Ev,dewlemendî û hinek caran pêwistî ye.

Lêbelê berya her tiştî bila fêrî zimanê bav û kalên xwe bibin. Bila kurdiyeke zelal ji dê û bavê xwe seh bikin. Bila bi wan re bi kurdî biaxivin.

Lê ne bes e!

Divê dibistanên me jî hebin. Divê kurdî zimanê perwerdehiyê jî be. Yan na zarokên me wê rastî nakokiyeke dijwar werin. Kurdî an tirkî, ew kurd in an tirk in! Ev ê di serê wan de bibe sedemê tevlîheviyekê.Kesayeta wan wê bilerize.

Madem Xwedê wisa çêkiriye-afirandiye, mafê tu kesî tune ye ku ‘li ser navê Xwedê’ vê daxwaza herî rewa tohmetbar bike.

Em doza veguherandina tu milletan bi bal xwe ve nakin.

Tenê dixwazin zarokên me li ser koka xwe şîn werin.

Ji bo vê yekê hînkirin û axavtina me bi zarokên me re ne bes e.

Teqez divê di demek zûtirîn de dibistan û dezgehên me hebin.

Mafê tu kesî tune ye, ku ziman û zarokên me ji me bistîne.

Lewra ziman mohra qederê li ser mirovan e.

21ê Sibatê roja zimanê zikmakî pîroz be.

Derbar Rêvebir

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply