În , 18 Îlon. 2020

Ziman û Mirov-Vîdeo

Du wateyên zimên hene. Wateya wê ya pêşîn, lebat e. Ango di devê me de bi kêrî standina tehmê tê. Wateya zimên a duyemîn jî di nava mirovan de ragihandinê pêk tîne. Mijara me li ser wateya ragihandinê ye yan jî pergala axaftin û nivîsandinê ye.

Navgîna ragihanê ya herî girînk ziman e. Ji bo mirovan ziman gelekî girînk e. Çimkî em bê ziman nikarin li hev bikin û nikarin xwe bidin fêmkirin. Ziman nîmetik e ku Xwedê daye mirovan. Hinekî em bifikirin ziman tune be rewşa me yê çawa be?

Emê çawa li hev bên, jiyana me ya rojane yê çawa berdewam bibe û emê çawa hest û raman û daxwazên xwe ragihênin? Bêguman jiyaneke bêziman nayê xeyal kirin. Ha hûnê bêjin berî ku zimên hebû wê demê çawa bû? Wî çaxî jî însanan bi îşaret û tevgera, xwe îfade dikirin. Teqez nehatibe ispatkirin jî em karin bibêjin zimên bi xuliqandina însan bi vir ve heye. Dîroka wê wilqasî kevn e.

Ziman hebûneke zindî ye. Ji ber vê yekê dijî. Hebûna ziman bi civakê ve girêdayî ye û yê ku bikar- tîne civak e. Heger neyê axaftin û neyê nivîsandin ew ziman ber bi tunebûnê ve diçe û dê tunebibe. Gelek ziman windabunê, ji holê rabûne û îro jî hin ziman ber windabûnê ve diçin.

 

Mesela lazî, çerkezî yan jî mînakek nêzîkî me: zaravayê/lehçeyê kurdî   kirmanckî/dimilkî an jî zazakî. Wekî ku tê zanîn UNESCO ev zarave/lehçe xistîyê nav lîsteya zimanên ku li ber windabûnê ne. Ji ber vê yekê daxwazeke min ji gelê kurd heye divê ne tenê axavtvanên kirmanckî/zazakî hemû kurd li hemberî vê talûkê hîşyar û bi tedbîrbin.

 

Heman hişyarî divê li ser mesela ku dibêjin kirmanckî/zazakî zimanekî serbixwe ye ne zaravayê kurdî ye, jî hebê. Çimkî çûdakirina zaravayekî ji ziman ve, tê wateya veqetandina netewekî.

Mirov mejiyê xwe, fikir û ramanên xwe li gorî zimanê zikmakî bi kar tîne. Ziman bandorê li ser kesayetîya me jî dike. Însan hê di zikê dîya xwe de hînî zimanê dayikê dibe, dengê derdorê dibihîze û distîne û di mêjîyê wan   de cih digire. Ev destpêka hînbûna zimên e. Xebata mêjî li gorî sîstema zimên e. Lewra jiyana mirov bi zimanê wî ve têkildar e.

Zimanê zikmakî dibe parçeyek ji mirov ku mirov nikarê destê xwe jê berdê. Ev gotina Mîr Celadet Bedirxan di cihê xwe de ye: “zimanên biyanî çek û kincên me ne lê zimanê dayîkê laş û çermê me ye. Mirov dikare çek û kincên xwe biguhere lê nikare laş û çermê xwe biguhere.”

Fîlozofê alman Heidegger jî dibêje ku “ziman mala hebûnê ye.” Wisa ye, cihê rehetî û siruştê ye. Ziman wek mala me germ e û nêzî me ye. Kesayetîya me, hebûna me pê re dibe yek. Mirovê ku perwerdeya zimanê dayîkê dibîne û bi zimanê dayîkê jiyana xwe berdewam dike bêhtir serkeftî dibe û di jiyanê de hê rehettir karê xwe îfade bike.

Mesela Japon ku diçin civînên navnetewî bi zimanê Îngilîzî napeyivin bi zimanê xwe yê zikmakî dipeyivin. Çimkî dibêjin mirov herî baş xwe bi zimanê xwe dikarê bide fêhmkirin, bi rastî jî ya rast ev e.

Di her warî de bikaranîna zimanê zikmakî mafekî siruştî ye. Zimanê dayîkê wek şîrê dayîkê helal e û çawa ku şîrê dayîkê ji bo pitikan/bebekan hewce ye wisa jî ji bo her însanekî jî perwerdeya zimanê dayîkê pêwist e. Ji bo ku ew însan bi pêşkeve û geşedana wî bi paş ve nemîne.

Eger ne wisa be yê mirov pêşî bi zimanê dayîkê bifikire û duvra yê vekerîne zimanê ku hîn dibe. Ev jî pêvajoyeke zehmet e. Wexta ku bi zimanê xwe biaxive û bikaribe binivîse yê bi rehetî û zû, bê teredut û bêşik yê daxwaz, hest û ramanên xwe wê   bîne ziman. Îro li tirkî rewşa zarokên kurdan li ber çava ye.

Gelek zarokên kurdan di dibistanan de ji ber ku pêşî zimanê wa yê dayîkê bi wan didin ji bîr kirin û zimanekî dî dikin ku têxin şuna wî ew zarok pêşî dikevin nav travmayekê. Dûra têkoşîna ku xwe ji vê travmayê xelas bikin didin.

Ew zarok ji xwe, ji koka xwe û ji nirxên xwe tê durxistin. Heya wî çaxî tiştê ku ji malbata xwe, ji derdora xwe hîn bûbû, di serî de jî ziman, vana tev divê jibîr bike. Min bi xwe jî di dibistanê de tenê carekê lêdan xwar ew jî, ji ber kû ez baş hînî zimanê tirkî nedibûm. Serborîyên me yên dibistanên yê destpêkê belkî tên bîra me ku çiqas zehmet bû ew dem. Xaleke dî li ser wê perwerdeye; peşîya hemî tiştî rihê zarokê kurd tê dizîn.

Ziman heman demê de miletê mirovî nîşan dide. Li gorî gelek kesan û li gor min jî tişta ku gelkî dike netew pêşî ziman e. Bingeha netewbûnê ziman e. Çimkî fikra netewî di hiş û hestên mirov de bi ziman ve geş dibe. Nasnameya mirov jî di zimanê wî de veşartî ye. Însan an jî gel(civak) ku bixwaze li hember pişaftinê/asîmîlasyonê xwe biparêze û bixwaze li ser rûyê dinyayê bi rengê xwe bijî pêşî divê zimanê xwe jibîr neke, nedê jibîrkirin û lê xwedî derkeve!


Çavkanî:
zaningeh.net-Fuadê Bacinî/fuad.bacin@gmail.com

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Ne Rojek, Her Roj Roja Zimanê Dayikê ye

Îroj roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. “21ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.