Ji Ziman Hezbike

Li gor min ziman yekem berpirsyariya mirovan e. Wekî din ziman şanîkera hebûnê ye. Di hînbûna zimên de weynoya serî jî dayik e. Ziman çiqas zaf bêaxivîn ewqas xweşik û biqîmet dibe.

Divê Kurd jî ji zimanê xwe hezbikin û ji xwe re bikin nirxek. Bêguman ziman parçeyeke mezin a yê jiyanê ye. Birîneke gelê Kurd jî bişivîna wan û bandorên bişavtinê a li ser zimanê wan e. Li bakurê Kurdistanê gelek Kurd hatiye bişavtin. Ji vê babetê zarok hêmanên herî girîng in. Ji ber ku zarok pêşeroja gelan e. Zarok li ser çi bên xwedî kirin di wê rê de dijîn.

Pêwîst e ku dê û bav ji hay jê karbidestiyê xwe hebin. Di xaniyên xwe de bi Kurdî biaxivin. Rastiyek heye ku Kurdî zimaneke şîrîn û bi dîrokî ye. Ango bo mirovahiyê jî rûmetek e.

Dixwazim ji bo girîngiya zimanê Kurdî gotineke pêşiyên Farisan bînim zimên; Farisî şekir e lê Kurdî hûner e.

Gelek Kurd ji ji zimanên xwe wenda kirine. Lê rastiyek heye ku ew kesê ku zimanê xwe wenda kiriye, ew wenda ye. Lewre ziman hebûna gelan û kesan e. Ez bi xwe jî di jiyana xwe de cîhekî mezin didim axivîn û lêkolîn kirina zimanê xwe. Ji ber ku mirov çiqas bizanibe ewqas heye û ewqas kar dike. Divê mirov bi zimanê xwe ve hezbike biaxive û bijî. Wekî din jî ziman kilîda dilan e. Belê Kurdno ji bo mayîn û jînkirina zimanên xwe;

 

Bi Kurdî bifikirin.

Bi Kurdî biaxivin.

Bi Kurdî binivîsin

Bi Kurdî bixwînin.

Derbar Ömer Özcan

Check Also

Peyvên Me Ji Kû Tên?

Peyvên hemû zimanan ji çend çavkaniyên cuda ne. Bo nimûne: 1) ji binemala wî zimanî …

Leave a Reply