Kirina siyasetê êdî bi besîtiya gotinên wilo dibe ku hîç jî li sergêjkeriya xwe û kompleksbûna avahiya xwe bixwe nayê. Em Kurd jî nexasim ewên ku navên wekî kurmanc û kirmanc li xwe dikin, ji siyasetê li pêştir meyildar bûn ku hin qaîdeyên civakî û exlaqî qebûl bikin û li ser giregirên erkên siyasî û civakî ferz bikin. Ez behsa civaka ji rêûresmê dikim ku li hin deverên Kurdistanê heta bi beriya 20 heta 30 salan jî hebû. Ev qaîdeyên li her xwedîerkê siyasî-civakî jî ferzkirî bi dewreke kontrolê û bi dewreke sînordarkirinê radibûn.
Binpêkirina van qaîdeyan gelek caran di bîra dîroka civakên kurd de bi cih bûye. Li ser meseleyê gelek şer, serpêhatî û qewlên cimaetên kurdan hene. Bifikirin, bêyî ku çerxeke parastina wan ferdan hebe ku xwe bavêjin bextê hin ferdên din, wê gelek berhemên wêjeya devkî ya kurdan nebana. Ma Metran Îsa wêrekiya xwe nedisipart van qaîdeyan ku ew dikir yê heq û waliyê Osmaniyan jî dikir neheq. Ma kîjan bîr bi qencî wî navê wî mîrî dihewîne ku bêbextî li keç kûrê koçer ên evîndar kiribe; ewên ku xwe avêtin ber bextê mezinahiya wî da ku ji wan re bibe star û aştiyekê tevî evîna wan saz bike: Em ê biçin xwe bavêne tar û bextê mîrê Cizîrê, Mîrê Kurmanciyê….
Ma ku ew mîr bêbextiyê kîjan zar û ziman wê bi qencî behsa wî bike? Gava ew keç û xort bi xeyala di nêzîk de karibin biçin nav kes û karên xwe li zozanan, keç di encama bêbextiya mîrekî de neçar be bibêje, “hay li min jarê, xelk û alem bihurîn çûn zozanan girtin cih û ware / lawkê min rebena xwedê hepsê de zindyan xware”, tu kesa ku li xêrê navê wî mîrî hilde, gelo wê hebe? Min ne bawer e.
Di wê rêûresmê de besîtiyeke dirûvî hebe jî, elegans û narîniyeke civakî, hunerî û wêjeyî dihewîne. Fikra besît a ku ya maqûl ji bo civakê li ser her kesî bê îstîsna ferz dike, bi avahiyên kompleks ên siyasî û civakî yên serdema bajaran û nexasim bajarên mezin re diviyabû dîsa jî xwe ferz bike. Yan na civak wê ji civakbûnê bikeve. Rêya siyaset û civakên bi hejmara ferd û çînên xwe mezin, bû ya hiqûqê. Kontrola li jor behsa wan kirî û sînordarkirinên erk û hêzên siyasî di encama sedsalên têkoşîna aliyan de nexasim jî bi hilberînên fikrî yên rewşenbîriya rojavayî de hiqûq heta radeyekê bi kêr hat.
Axir siyaseta dewletan, êdî ileh hesabê mîlyonan û hin jê jî hesabê mîlyaran mirovî dike. Li vir tevlîhevî û sergêjkeriya siyasetê ji bo aktorên siyasî yê modern bivê nevê ye di nava avahiyeke siyasî û civakî ya ew qasî kompleks de. Lê baş e çima zimanekî ew qasî besît û çor her diçe bêhtir belav dibe? Ji aliyê xwe ve ez ji bo elegansa gotara civaka “Kirmanciyê/Kurmanciyê bibêjim; ji bo rêz ji wan qaîdeyan re bihata girtin ku ji bo her kesî lê bûn, diviyabû efsûneke wan, pîroziyeke wan hebûya, diviyabû li hember her ferdî heybeteke wan hebûya. Ev heybet jî diyar e tevî hin tiştên din bi alîkariya gotaran jî hatiye avakirin.
Besîtî û çorbûna gotara siyasî ya îro bixwe cihê minaqeşeyê ye ku di gotara din de jî ez ê pê dakevim.
Luqman Guldivê
14.01.2019, Yenî Ozgur Polîtîka