Ziman nasname ye

Ziman alavê aktîfkirina civakî yê sereke li nik mirovan e. Herwiha ziman engazê afirandina mirovan e. Di hemû babetên jiyanê yên raman û ramandinê de, kovik û kodika ku hemû çalakî û berhemên hunerî, toreyî, civakî, felsefî, zanistî, hîndekarî, afirandinî, bi hemû rûyên xwe ve kom dike ziman e. Ji vê yekê ziman bûye hilgirê hemû plan û nêrînên civakî û aborî û siyasî.

Heye ku ziman ev xet derbas kiribin û gihabe asta ku bibe engaz ji bo dagîrkirin û xwe lêpêçandinê, çawa ku em dibînin ku girîngtirîn hevpeymaniyên hevçerx li gorî mercên lêvegerîna ziman ava bûne (Frankofonî, Komonwels, Saziya Neteweyên bi Spanî diaxivin, Komîteya neteweyên Ereb û…hwd)

Ji ber vê yekê ziman bûye girîngtirîn yekîne di pêkhateyên avaker ên yekgirtina miletan de. Her miletek taybetmendiyeke xwe heye bi hebûna zimanekî serbixwe. Lewra ziman dibe talde û mertal ji bo mirov li dijî ji destxweçûn û windabûnê. Ji ber ku ziman mîna şîfre û raza her miletekî ye, çawa ku arşîva dîrok, çîrok, serpêhatî, kultûr, folklor û hemû hûrbîniyên jiyana bav û kalan, di mamik û metelok û çîvanokên xwe de vedihewîne û hezarên bêjeyan di yek kurte metelokê de tîne ba hev.

Mirov bi giştî û zarok bi taybetî, bandora ziman û pirs û wateyên di axaftina bi wî zimanî li wan dibe û kesayetiya wan tê deranîn, ji hevok û kît û malikên ku ew guhdariya wan dike û mîna şîrê dayikê ku çawa bandora wî li hestî û goştê mirov dibe, ziman jî wilo, mirov pê hestên xwe yên cuda û ciyawaz pê dide der. Wek mînak stran, sazdan, gazin, gilî, navtêdan, pesindan, nehwirandin, silbûn, xeyd, hayjêman, kîn, hezkirin, payedarî, xwedaxistin, azadîxwestin, lêborîn û ya di dilê xwe de gotin, lihevhatin û…hwd.

Bi rêya ziman her mirovek pêwendiyên xwe radigihîne û dikare tiştên nava xwe û di serê xwe de pê bigihîne kesên din. Lewra em dikarin bêjin mirov tenê zimanek, axaftinek û ramaneke bi rêya ziman şênber dibe û teşe digire.

Ziman nasname û çanda mirov e. Bi awayekî din mirov bi nasnameya xwe û çanda xwe tê naskirin, çawa yek dibêje ez ji filan miletî me yan jî filan dibêje di zimanê me de wateya xwe ev e. Edeta xwendin û têgihiştina yekî ye, ew yek yê ku dibe stûn ji bo avakirina civakekê.

Lewra rêya ku diçe ser hest, wijdan, hiş û bîrbirina mirov bi tevahî, di ziman re derbas dibe. Fêrkirina zikmakî di hişê mirovan de cihekî xwe heye, di kullekên bîranînê de, di kofendîlên mejiyê wî de ku mirov hertim xwe birçiyê guhdan û pê peyivandina bi wî zimanî dibîne û herwiha baweriyên xwe û pêdiviyên xwe yên derûnî ji pirsên zimanê zikmakî digire.

Heçî pisporên psîkolojiya zarokan e, hînbûna zikmakî bala wan kişandiye û girîngiyê didin wan çend salên pêşî yên temenê zaroktiyê. Ji ber ku ew dibin bingeha kesayetiya mirov. Li nik mirov hetanî rojên dawî ji jiyana wî, bi qasî ku zarok fêrî zimên dibe,ewqasî jî hîn dibe wateyên bêjeyan û girêdana wan bi xwezayê ve, tevaya kesayetiya wî tê kêşan û nîgarkirin.

Ango ziman jiyan e û tunebûna ziman wateya wê mirin e!

Ji ber vê rastiyê miletê Kurd ferman e li ser û gerek e ku guhdanê bide peyv û bêjeyên xwe yên resen û nabe ku bi sivikayî li vê pirsgirêkê binere.

Ji sed salî û vir ve zimanê kurdî ketiye bin barekî giran de. Ji ber dewletên dagîrker hewl dane bi şêwazên ciywaz wî bikurkusînin û biçewisînin, bi armanca tunekirin û ji binve birîna wî. Lewra em dibînin ku siyaseta van dewletan li dijî miletê Kurd, hertim ji bêmafkirina hînkirina zimanê zikmakî dest pê dikir.

Tevî ku çar dewletan bi hemû hêzên xwe li dijî vî zimanî kar û plan û dûbareyên tund bi kar anîne, lê zimanê kurdî bi awayekî xwezayî xwe diparast, ji ber girêdana wî bi xwezayê re mikum û asê bû.

Kasî Yûsiv-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply