Duşem , Berfanbar 10 2018
Home / Forum / Ramanên We / Ziman, Kitêp û Xwendin

Ziman, Kitêp û Xwendin

Zanîna ez dizanim, min cara yekemîn peyva  kitêp ji gotina „kitêba te ji pê îman hanîye“ bihîst. Kalikê minî rehmetî carna kitêbek dixwend, jê ra mishef digotin. Dûv re pê hesiyam ku mishef ew kitêba misilman pê îman tînên, Qur’an e.

Bi heftsaliya xwe re min dest bi dibistana gund kir, me jê ra mektep digot. Di dibistanê de ez hinî zimanê tirkî bûm, lê qedexekirina zimanê minê zikmakî jî di dibistanê da ji min ra eşkare bû. Peyva kîtap di dibistanê da bû parçeyek jiyana min. Dema behsa kîtab bibûna, kitêbên bi zimanê tirkî hatibûn nivîsandin di hişê min da cîh digirt. Zimanê kurdî û kitêb, ji min ra du tiştên dûrî hev dihatin dîtin. Bi demê ra min hebûna kitêbên kurdî bihîstin, lê nedît.

Mewlûda kurdî ya diya min hebû, lê bi herfên Qur’anê hatibû nivîsandin. Diya min carna ji mewlûda kurdî çend çekû ji min ra dixwend, lê zêdetir jî nayê bîra min. Ya ku ez dizanim ew mewlûd wek kitêb di hişê min da cîh negirt.

Cara yekemîn elîfbayek bi kurdî ya bi herfê latînî min di xaniyê paşin da dît û nîşanî apê xwe da. Min hîn nû dest bi xwendina bi tirkî kiribû. Di elîfbaya bi kurdî da hinek herfên ji bo min nediyarbûn, hebûn. Lewma min nekariya bixwînim. Çi hat serê wê elîfbayê nizanim. Texmîna min ji ber tirsa cendirman hat şewitandin.

Li Stembolê, dema ku diçûm zanîngehê çend pelên fotokopiyên çîrokên ji aliyê Osman Sebrî ve hatibûn berhevkirin ketin destên min. Bi rojan xwendina wan çîrokan ra mijûl bûm. Wekî din li Tirkiyê rastî kitêbên kurdî nehatim. Cara yekemîn kitêbên kurdî li Elmanya ketin destên min. Yek ji wan kitêba gramatîka/rêzimana kurdî ya bi tirkî hatibû îzehkirin bû, yên din jî dîwana Cîgerxwîn bûn. Êdî peyva kitêb û zimanê kurdî li ba min hêdî hêdî ji hevûdin ra bûn heval. Di serî da kitêbên bi kurdî hatibûn nivîsandin zêdetir helbest bûn. Dû re hêdî hêdî behsa kitêbên çîrokan jî hat kirin. Ji bo min romana herî pêşiya bi kurdî, ya birêz Mehmed Uzun ya bi navê Bîra Qederê bû.

Bi demê ra zêdetir kitêbên bi kurdî hatin nivîsandin û çapkirin. Pirsgirêka çapkirina kitêbên bi kurdî hêdî hêdî ji holê ra bû. Îcar pirsgirêka bi kurdî xwendin roj bi roj aşikartir bû. Kurdên di dibistanên Tirkiyê da hinî xwendin û nivîsandina bi herfên latînî bibûn hewl nedan ku kitêbên kurdiyên bi herfên latînî hatine çapkirin jî bixwînin. Mêjoyên zarokên kurd ên di dibistanên Tirkiyê da xwendibûn ji bo zimanê kurdî hatibûn girêdan. Ez bi xwe demekê benda hevalên xwe yên di warê zimanê kurdî da xwedî hessasiyet bûn mam ku bi kurdî binivîsînin. Lê mixabin deng ji kesî derneket. Min rojekê biryar da û dest bi nivîsandina bi kurdî kir. Derketina kovara Nûbihar ji min ra bû dibistan. Gelek nivîsên min di kovarê da hatin weşandin, weşandina wan ji min ra bû çavkaniya berdewamiya nivîsandina bi kurdî. Bi derketina înternetê hinek derfetên nû derketin holê. Min berê wer dizanî ku tunebûna derfetan e bi kurdî ra karneketin. Dû derketina înternetê ji min ra aşikar bû ku xwe bawerkirin û xwestin in ji bo destpêkirina tiştan.

Demek dirêj kurdiya nivîsî ji bo min devoka kurmanciya botî bû. Dû tekiliyên min ên bi birêz Îkram Oguz ra û bi destpêkirina romana wî ya bi navê Mîro pê hesiyam ku devoka kurmanciya serhedê di dîroka zimanê kurdî û spartina çanda kurdî de xwedî rolek mezin e. Dengbêjên bi nav û deng di herema Serhedê da jiya ne, stran û kilamên xwe bi devoka Serhedê pêşkeşî gelê kurd kirine. Lewma min biryar da ku nivîsên xwe da devoka serhedê pêk bînim, jiberku ez zikmakî bi devoka serhedê hinî kurdî bûm.

Di van demên dawiyê de min çend caran di facebookê de „Xwendin îmtiyazek e, jê îstîfade bikin.“ nivîsand. Di Tirkiyê da kêm însan ji vê îmtiyazê îstifade dikin. Dema mijar bi kurdî xwendin be pir kêm kes dixwînin. Dema behsa xwendinê bû jî kitêb tên ber çavên min û di hişê min da cîh digirin. Ewê behs hat li ser kitêban dixwezim di derheqê kitêba ku min nû xwend çend nêrîn û rexneyên xwe pêşkeşî we xwendevanên hêja bikim.

Ew kitêb romana kek Îkram Oguz ya bi navê „Mîro“ ye. Mîro zêdetir kurteroman e, 140 rûpelan pêk tê. Di romanê de cîh neyên binavkirin jî, bûyer li Serhêdê diqewime. Gundekî kurdan ê piçûk, heremek kurd û ermenî bi hev re dijin. Hesabên siyasiyên devleta Ûris û devleta Osmaniyan, êrişên wan ên hember hev jiyana wan diherimîne. Gundî hemû mirovên hev in. Dibînin ku di vî gundê bav û kalan da êdî ji wan ra rehet tune, bar dikin û dikevin rê û dirban. Dû rêwîtiyek dijwar ê bi heftan, dîsan li Serhedê di cîhekî xweş û delal ji xwe ra dikin war û li wir cîh dibin. Dû çend salên xweş û delal îcar dijwartiya nijadperestiya Komala Tirkiyê dibe bela serên wan. Bi serhildana şehîdê nemir Şêx Sedîd ra zilm û zora Romê her roj diçe jiyan dijwartir dibe.

Roman bi hevokên sade û bi kurdiyek paqij hatiye nivîsandin. Gor dîtina min ya herî giring çîrok di mecreya jiyana gunditiyê de bi nêrînek edebî hatiye rêsandin. Berhemên nûjen ên bi kurdî kêm an zêde, bi zanayî an nezanî hinek rengên bîrdoziya nivîskar dihewînin. Gor dîtina min di romana Mîro da bîrdoziyek nivîskar aşîkar nabe, bûyer di çarçoveya jiyana gundiyan û pirsgirekên wan ên demê re bi islûbek edebî diherike.

Ziman hêsan, hevok û bûyer sade be jî bi xwendina romanê ve min xwe di bin barek girand da hîs kir, nekarî gor dilê xwe bixwînim. Kitêb kaling nebe jî gelek wexta min girt. Pirtûka duemîne ku xwendina vê ji min ra giran hat. Ji bo îzahkirina wê sedemên derûnî/psîkolojîk bêtir tu tişt nehat aqlê min. Mijara romanê zaroktiya min, jiyana gund, pirsgirekên me yên wê demê, qisedan û stranên wê demê mîna şerîda filmekê li ber min ra bir û hanî, hestên min livandin, carna jî serûbin kirin. Min di romanê da zaroktiya xwe, der û dewerên zaroktiya xwe dît, carek din kifş kir.

Gelên xwendevanên hêja yên kurdîaxev û bi kurdî xwendevan. Dema hûn bixwezin bi devoka Serhedê kitêbekê bixwînin şêreta min ewe ku kitêbên kek Îkram Oguz bixwînin. Dema hûn bixwezin li ser jiyana gundekî Serhedê ya di destpêka sedsala 20an da hinek agahdar bin, romana bi navê Mîro hatiye weşandin bixwînin.

Baran ji bo cîhên bej tê çi wateyê xwendina kitêbên kurdî yên edebî jî ji bo me kurdên nûjen tên wê wate yê. Bi kurdî bixwînin ku temarên we yên çandî yên ku miçiqîne dîsa jîndar bibin.

Hesen Polat, 20.07.2018, Stuttgart

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir