Ziman, Hebûna Netewan e

Ziman yek ji pêdiviyên hebûn û berdewamiya neteweyê ye. Lê mixabin diyardeyek li ba me kurdan heye ku em zû di nav neteweyên din de têne bişaftin û xwe ji bîr dikin ku em neteweyeke sereke ne û cuda ne û xwedî hemû mercên hebûna neteweyekê ne û em ji kevintirîn miletên ku di Mezopotamyayê de jiyane

Li ser rûyê vê xakê bi sedan netewe û kêmnetewe hene û her neteweyek û kêmneteweyek zimanek wê yê taybet bi wê heye û ew netewe bi zimanê xwe têkiliyên xwe û pêwendiyên bi neteweyên din re datîne û di rêya zimanê xwe re tê naskirin.

Çawa ku her mirovek ji mafê wî ye ku li xwe binêre, wekî mirovekî serbixwe û bi xwe bawer wisa jî ji mafê her neteweyê ye û bi rêya zimanê xwe yê zikmakî pêwendiyên siyasî, aborî, civakî û kultûrî bi miletên din re ava bike.

Bêguman her neteweyek û her mirovek bi zimanê xwe yê dayikê serfiraz e. Heger ku ziman tunebe wê netewe jî tunebe û tu wate ji navê wê neteweyê namîne, madem bê ziman e. Ziman yek ji pêdiviyên hebûn û berdewamiya neteweyê ye. Lê mixabin diyardeyek li ba me kurdan heye ku em zû di nav neteweyên din de têne bişaftin û xwe ji bîr dikin ku em neteweyeke sereke ne û cuda ne û xwedî hemû mercên hebûna neteweyekê ne û em ji kevintirîn miletên ku di Mezopotamyayê de jiyane û em xwediyê axa ku îro em li ser dijîn.

Em ne penaberin û ji deverin dûr hatine wekî tirk û ereban, na em xwediyê cih in li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn…

Welat Bazidî

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply