Zilxana Keça Nemrûd

Nemrûd pir bi hêrs bû, Îbrahîm avêt zindanê. Qîza Nemrûd Zilxan, hevala herî nêz ya Îbrahîm bû, wek xwişk û bira bûn. Bes Zilxan bawerî pê anî ku Xweda yek e. Dema seh kir ku bavê wê Îbrahîm avêtiye zindanê, çû ber bavê xwe, çok danî ji bo wî, daxwaz û lava jê kir ku, bes ji bo xatirê wê Îbrahîm efû bike. Lê belê Nemrûdê xedar xwe di asta Xwedayan de didît. Îbrahîm berneda û bi ser de qîza xwe jî li aliyên din ê Rihayê, di quntara çiyayê de, li qesra havînê xist bin çavan.

 

Wek ku Nazim Hikmet di helbesteke xwe de dibêje:

“bêhna êzingan dayê odê
li derve baran hûr lê dike
çayeke germ û
çîrokeke ji zarokatiyê bû di bîra min de dayika’m”

Odeyeke me hebû, tê de dîwaneke sor ya dayika min. Poteke spî li balîfê pêçandî bû, bi qenewîçên destkariya dayika min, bi kûlîlkên sor î pelên kesk xemilandî bû. Zemîn bi temamî bi xelîçeyeke hiriyê raxistibû   ku nexşên mezin î sor li ser bûn. Me bi awakî kevneşopî xwe bi rengê sor girêdabû ku ew xelîçe germahiya rengê sor bi rûhê me dida sehkirin. Dayika min weke avekê narîn û zirav bû di nav sorahiya agirîn de. Aveke wiha bû ku piyê xwe li ku bixista tova jiyanê lê dikir.

Her roj, piştî şîvê em li derdora wê kom dibûn, me dixwest çîrok, destan û efsaneyan bibêje ji me re. Bi dengê xwe yê mişt hez û şîrînî, bi destê xwe yê nazik serê zarokan dipeland û çîrokan digotin, em ber bi cîhanên efsûnî ve dibirin.

Carekê, dema çîroka xwe qedand min mahneya navê wê jê pirsî. Me bi rêz û hormet û hezkirin bes “dayê” digot jê re, bi kurdî “dayê”.

Ji dêvla ku mahneya navê xwe rave bike, bi çavên xwe yên ku di tîrên tavê de rengê keskê li xwe dikir, bi dengê xwe yê ku dişibiya bayê bahorê û quntarên çiyayan bi bîra me dixist, kilameke keserîn vedigot:

“Xezal Xezal oy hayê hayê…
Îro minê dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê
Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê… hayê…
Ezê van kulê dilê’m heya îdare bûye ji te re bibim
Cem aşiq û cem xozana, oy cefayê…”

Her newaya dengê wê, her rêzika kilamê, her kiteya wê şîrogermî diherikî dilê min, wekî hêsirên mîna benekê ji çavên dayika min ber bi jêr dibû. Ew kilam xatlîka min dianî bîra wê. Xezal navê xatîya min bû. Di 18 saliya xwe de çûbû dilovanîyê Xwedê. Diya min timî bi dengê xwe yê zelal kilamê Xezal, Xezal distrîya her gavê ku xwişka wê diket bîra wê.

Li bajarê min Ferqînê, navê diya min Zilxan bû.

Li Kurdistanê li herêmên me ne navekî berbelav û nas bû. Ferqîn demekê paytextê Şahînşahiya (Keyanî) Kurdên Merwanî bû. Berî wê, berî zayînê salên 100î taca paytexta Şahînşahiya Ermeniyan li xwe kiribû.

Navê diya min, her tim navê şahbanûyên di çîrokên sir û efsunî de bi bîra min dixist. Bes ne ji min bo ji bo derdora min jî wisa bû. Hevalên min ê zaroktiyê, tim ji min dipirsiyan bê çima navê dayika min “Zilxan” e.

Rojekê dayika me diyar ku em ê pê re herin serdana bajarê pêxemberan û ew ê li wir ji me re qala navê xwe yê bi sir û efsûnî bike. Ev meraqa me lê zêdetir kir. Dema me bi kelecan digo: “Em  kengê herin vî bajarê bir sir bibînin?”, wê em hembêz dikirin, ev hembêzkirin jî meraqa me zêdetir dikir.

Dawîkê, her hal ji pirsên me yên her dubareyî aciz bibû qey, ji bo vê geşta her taloqkirî dest bi hazirî û sererastkirina hewcehiyan kir. Ji mehan nîsan bû, dinya ne zêde germ bû, lê Kurdistan ji keskên biharê yên ronî heya yên tarî hemûyan li xwe kiribû, kûlîlkên rengo reng li bejna xwe kiribû, bibû wekî keçeke delal û xemilandî.

Di wan deman de aborî ji dêvla pîyasaya serbest di destê dewletê de bû. Hema hema ne pêkan bû, te biryarek bidaya û erebeyek bistenda. Ya rastî jî jiyan, ji jiyanên dewletên qomînust ku min ê peyre nas bikira, zortir û azadî jî kêmtir bû.

Bavê me yekê jîr bû, dostên wî hebûn. Jîpeke Willys ku ji Şerê Cîhanê ya Duyemîn mabû ji Edeneyê peyde kiribû, stendibû. Li bajêr sêyemîn an çaremîn erebe bû. Ji ber ku bavê min nedikarî jîpê bajo, û her wekî din dê nexwesta bajo jî, me biryar da ku em bi şifêrê xwe herin.

Willysa kevn, çar zarok, şifêr û dayika min jî bi ser de, li gorî me erebe zêde ne mezin bû. Piştî haziriya şifêrê me, haziriyên me yên bêsebr û sebat qediyan em ber bi bajarê qedîm û efsunî ya pêxemeberan ve bi rê ketin. Kelecana me hîna berî rêketinê xwe da bû der ku em bigihijin wî bajarî.

Rêwitiya bi Willysê re, di riyên kort û kortalên gundan de qasî rojekê ajotibû. Dema em ji ber çeman derbas dibûn, me ji şifêr daxwaz dikir ku bisekne, dema disekinî em ber bi çêm ve baz didan, me goreyên xwe ji xwe dikirin, pêlavên xwe ji xwe dikirin, di nav avê de digevizîn.

Bana Willysê vekirî bû, zewqeke bêhempa bû dema bayekî hênik ji ser banê li me dikir. Berî ku hûn biçin bajarê Pêxemberan, lazim bû hûn ji paytexta nefermî ya Kurdistanê, ji Amedê derbas bibin.

Em ji deriyekî bajêr derbas bûn, li ser sikak, kolan û cahdeyên bajêr, mirovên bi çefî û egal li stûyê wan pêçandî, di piyên wan de çîzme û cizlawet, bi êleg û şelwarên xwe, mêrên simbêl boq, jinên ku kirasên wan li ser şelwarên wan, li ser milê wan lûsiyayî, bi laçikên xwe yên serê xwe ve girêdabûn bi çavên mişt meraqdar li me mêze dikirin. Me jî li wan dinêrî, li bîna û qonaxên xwedan bandor û efsunî temaşe dikir.

Bajêr bi sûrên ku mîna dayikekê bajêr rapêçabû, bi bexçeyên Hevselê ku mîna bexçeyên bihûştê ên di kitêbên pîroz de behsa wan dibû, çemê Dijleyê ku bi ava xwe ya heyatê bereketa xwe diherikand bajêr, bi perestgehên xwe, bi pirên xwe, bi riyên xwe yên aneha em tê re derbas dibûn û li çep û rasta wê sikak hebûn, bi navenda ku di nav dîwarên qalind ên kelehê de dima em bi efsûn û kelecan kiribûn. Em li ser xeta riya giştî meşiyan, dûre ji deriya li hember herdu deriyan ji bajêr derketin.

Me di wê kêliyê de du deriyên Amedê nas kiribûn. Lê belê çar deriyên wê hebûn ku me her du deriyên ku (du) Xaçan bi bîr dixistin nedîtin. Ew dem Amed ji bo me cîhaneke bi du derî bû. Wek jiyan û mirinê…Dûre em di şiverêyeke ku hildikişiya çiyê ve bi rê ve çûn. Li wir, li erdan gelek kevirên reş hebûn ne serî hebû ne binî, me nedizanî lê meraq dikir, kengê û çawa hatibûn wê derê.

Di emrê xwe yê zaroktiyê de ev serpêhatiya hanê me ber bi cîhaneke cûda ve biribû. Di her kêliya rêwitiyê de, heta ku mirov ji hiş biçe me kêf dikir, lê dayika me ya li pêş, her carê bi tirs û endîşe dizîvirî paş li me mêze dikir da ku em ji erebê nekevin. Di derbarê her tiştî de bi fikar bû, nemaze jî derbarê kişfên me, her carê ji pengizîna me, ji qêrîna me, ji ewlehiya me bi guman û fikar bû, hewl dida geşta me bêqeza û bela temam bibe.

Rê ji bo derbasbûna du erebeyên li kêleka hev pirr teng bû. Kêm caran be jî dema motor (traktor) û qamyon derbas dibûn ji bo ku şifêrê me rê ji wan re veke erebeyê dida kêleka rê. Di wê kêliyê de em di nav Willysê dipengizîin me silav dida mriovên di erebeyên xwe de, ew jî bi qorneyê bersivên me didan, em bi silava wan cardin ji kêfan difiriyan.

Dema em gihiştin lûtkeya çiyê, li herêma ku aveke pîroz dizê, em ji bo firavinê sekinîn. Ji bo wê derê digotin çil kişweran dijî di rojekê de. Hewa sar bû. Lê ji bo ku em bersiva dayika xwe ya ku digot “bê ka ava pîroz li ku” peyde bikin, bi pengizîn em ji erebê daketin. Li derdora me cardin ew zinarên reş hebûn û em bi pekîn û pengizîn ji ser zinaran ber bi dengê sûlava ku ji dûr ve dihat dimeşiyan. Me hingî bala xwe dabû wî dengî, me qe nepirsî bû ji diya xwe bê ka riya me rast e an na.

Em hîn bûn ku volqaneke kevn derdora me bi zinarên reş dorpêç kiriye, çemekî mezin di navbera zinaran de teqiyaye, navê wê solînê çiyayê Qerejdaxê bû. Piştî mezinbûna xwe min ê bidîta ku ew çemikok e, lê di piçûkaniyê de ji min wekî çemekî mezin û fireh hatibû.

Diya min xalîçeyek raxist kêleke “çêm”, xwarinên ku wê û xaltîka min amade kiribûn jî danî ser sifrê. Em li kêleka çêm dipengizîn, her ku em ji ava çêm hez bikin jî, heybeta wê tirs dixist dilê me, wêrekiya me sist dikir. Di nav ava cemidîn de, ew hênikiya ku tu carî min nedîtîbû, ji piyên min heya laşê min giş ji cemedê tevizand.

Diya min bi dengê xwe yê şîrîn, em aram kirin û diyar kir ku ev çem jî wekî çemê Dîjleyê pîroz e, Xwedê çar çeman avakiriye ku avê bînin bihûştê, ev jî yek ji wan çeman e. A soxî, zemanê berê hîn mezintir bûye, bi hêza agirekî ji çiyê pişkivî, beşek ji avê berev kevirên ku ji Amedê vir ve dîtin berhewa kiriye.

Kevirên wê derê bîranîna teqîneke mezin bûn û ji wê demê hingê şûna çêm her çûye teng bûye, ji halê berê biçûktir bûye. Li wir jî, eyn wekî ku li malê li ser xalîçeya sor em li derdora diya xwe rûniştî bûn, wê ji me re ji çîrokên xwe yên efsunî vedigotin, me bi heyranî lê guhdarî dikirin. Apê şifêr jî ji dûr ve guhdariya çîroka dayika min dikir, bi serê xwe pesend dikir, ji me re destê xwe li ba dikir. Me erebeyên xwe bi ava pîroz dagirtin, ber bi bajarê pêxemberan ve bi rê ketin.

Li her derê me dîtî, di nav kevirên reş ên bêserî û binî, mî û bizin diçêriyan. Min tu carî ewqas zêde û li gel hev mîz û bizin nedîtibûn. Bi qorneya şifêrê me re bi tirs û xof ber belav dibûn, me jî li tevgerên wan heywanên bi tirs temaşe dikir. Me destên xwe bo şivanan li ba kir, ew jî ji bo me destên xwe li ba kirin.

Çend caran diya min xwest ku erebe bisekine. Ji jîpên daket her carê, çû cem şivanan, şêraniyên malê û ava pîroz dan wan. Her carê vedigeriya erebê, pirr pêş ve ditewiya, nema bû biketa erdê, destê xwe yê rastê datanî ser çepa singê xwe, dûre destê xwe dida devê xwe û eniya xwe, xatir ji wan dixwest. Dema digot “Xwedê we bi rehma xwe şa bike”, tev bi hev re digotin “amîn” û ew jî bi heman awayî bersiv didan diya min. Ew jî xwe bi pêş de ditewandin, destên xwe yên rastî didan çepa singê xwe, didan dev û eniyê xwe digotin “riya te vekirî be xwişkê, amîn.”

Me li diya xwe temaşe dikir, em pê serbilind dibûn ku şêranî dida şivanên nenas, bi wan re bi rehetî dipeyivî, me ew wekî dostên xwe qebul dikir. Şivan bûbûn dostên me, me ew wekî apên xwe didîtin.

Dema tav ket erdê, em nêzî bajarê pêxemberan bûn. Feqirê dayika me, bi tevahiya rêwitiyê de, zivîri paş, bi ajokên dayiktiyê, çavên xwe ji me xalî nekir, behsa feqirtî û hejariya şivanan kir. Diyar dikir ku; keriyên xwe divê  serê sibehê zû derxin çêrê. Tam di wextê derketina rojê de, di nav wan hemû zinarokên reş de, ji bo mî û bizinên xwe li çêreyên teze bigerin, di bin tava sor a nîvroyîn de ew jî wekî mî û bizinên xwe diwestiyan, ji halê meşê diketin, nedikarin ji xwe re siyekê jî bibînin.

Îro jî eyn wek wê rojê zindî tê bîra min, hemû axaftinên wê bi şivanan re, çawa li ber wan diket û ji bo wan xemgîn dibû. Hemû hevokên wê di derbarê şivanan de wek kilama wê ya tim digotî, kirasê xemgîniyê li xwe kiribû.

Xezal bîyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa

Diya min dest pê kir, çîrokên sir û razdariyan vegot: bajarê pêxemberan ew bajaraê Bihûştê ye, di Tewrad û Mizgîniyê de derbas dibe û Xwedê ew der bi xwe diparêze. Golên mişt masî hene, ta ku masî ji avê zêdetir e, lê mirov nikarin dest bidine wan. Her ku behs dikir sêhr û efsunî bêtir bi me digirt. Ew der hîna jî cihê mirovên ji nifşa Adem û Hewayê ne. Diya min wiha behs dikir, min digo qey ez qehremanekî ji wê çîrokê me, di xewneke wiha de me naxwazin jê şiyar bibim, her diçûm raboriyê dihatim.

Diya min carekê din em behitandibûn Me dizanibû, bê Nuh û Geştî, piştî rabûna tofanê, çawa bê Xwedê ew geştî li çiyayekî ku piyên mirovan pê neketiye daniye. Me ew çîrokan ji wan şevên ku qala Adem û Hewayê dikir dizanîbûn. Me bihûştê jî dizanîbû. Lê vê bajarê me qet nebihistibû, cara ewil me seh dikir, bêsebr me dixwest em bigihin wê derê. Me pirsên mîna teyrokan ji şifêrê xwe dikir, “em ê kengê li wê derê bin”.

Talîkê em gihiştin bajarê pêxemberan. Ewilî me darên zeytûnan, hinar û fistiqan dîtin, me dît ku çiyayên berz wekî nîv-heyvekî bajêr pêçaye. Me zû bi zû dixwest em gola mişt masî bibînin. Lê wext pirr dereng bû, divû em zû biçûma mala merivên dayika xwe ku ew me wekî zarokên xwe yên helal ji dil û can pêşwazî kirin.

Her tiştên malên xwe didan ber me. Heyrî mabûn ku beriya wê dema ku ew hêvî dikirin em gihiştibûn wê derê. Hîna tam haziriya xwe nekiribûn. Lowma jî di bin şermeke bêhempa de lêborîna xwe dixwestin. Dewekî bi pelên gulan xemilandî û nanên dayika Sarê bi hingiv û qeymaxê bû anîn ji me re. Heya wê demê min nanekî mîna ya Dayikê Sarê nexwaribûn.

Mezinên me tevahiya şevê qala Adem û Hewa, Nûh, Îbrahim û Nemrûdê xerab kirin, wek ku wê rojê jiyabin û hîna jî di wan rojan de bin bi xeml û xemilandî vegotin. Tenê di vegotinên wan de Nemrûd xerab bû, hemû kesên ji bilî wî kesên esilzade bûn, mişt hezkirin, birehm û nûr bûn, hemû kesên pîroz bûn. Ji nişka ve tirsek ket dilê min ku Nemrûdê ewçend xerab hîna jî dibe ku dijî û li bajêr e.

Sibeha wê şevê, me çîroka navê diya xwe pirsî, ji ber ku ev rêwîtîya mişt serpêhatî tev ji bo hînbûna mahneya navê wê bû. Wekî her caran bi hezkirin û rehm serê me peland, diyar kir ku ew ê îro dawî li meraqa me bîne, ew ê cihê ku navê wê kiriye navekî nemir şanî me bide.

Destê sibehê zû, em bi merivên xwe yên mêvanperwer re ber bi çiyayê ve hilkişiyan. Em zarok bûn, riya rêwitiya me bo me pir tîk û zehmet dihat, her carê me ji mezinên xwe doza bêhnberdanê dikir. Berê em bigihijin lûtkeya çiyê, di bêhnvedanan de xatiya me tim ava cemidî û şekir didan me.

Di lûtkeya çiyê de, em li ser xalîçeya ku xatiya min ji malê anî bû rûniştin. Beriya ku dayika min dest bi çîroka navê xwe ya ku di oxira wê de me ewqas rê û erdnîgariyên biyan da bû ber xwe û bêsebr li bendê bûn, bike, bi destê xwe cihekî (wêneya li jêr) rê me kir.  Cihê wê şanî me kir, doleke fireh, bê ser û binî bû, dema mirov lê dinêriya bêhna mirov lê vedibû. Diya min diyar kir ku ew der ew bihûşte ku Xwedê piştî xuliqandina Âdem, ew şandiye wir û ji bo Âdem xemgîn û bi tenê nemîne jî Hewa xuliqandiye.

Pirsa Nuh kir ji me re bê di bîra me de ye an na. Me ji nişka ve got “tê bîra me”. Wî ew Geştî ava kiriye, ji bo ku heywanan ji tofanê biparêze jî gişan xistiye hundirê wê. Diya min pirsî bê em dikarin Geştiyê bibînin an xeyal bikin. Nuh baweriya xwe bi Xwedê anî bû, her tiştê jê hatibû xwestin bi cî anîbû, lewma jî Ew bes ne Nuh, hemû heywan û nebatan xelas kiribû.

Yezdan (Xaliq) ji bo ku Âdem ji sermayê û ji xerabiyan xwe biparêze postek dabûyê. Dûre Nuh bûbû miratgirê wî postî Yezdan dayî. Nemrûd neviyê herî mezin yê Nuh bû. Nemrûd posta ku Âdem li xwe dikir wergirtibû, bi vê yekê re xwe xistibû bin parastinê; pê re jî xwe qurre kiribû dev ji evdbûna Xwedê berdabû. Navê xwe dabû du çiyayê. Yek jê gelek dûr bû. Nêzî bajarê Semsûrê bû. Li ser hespê mirov karibû di heftakî de biçe. Ê din li kêleka gola Wanê bû. Li ser hespê mirov karibû di 3-5 hefteyan de biçe, di nav rêzeçiyayan de bû.

Çiyayê ewil ji bo zivistanê bû. Yê dûyemîn, li kêleka gola Wanê jî ji bo havînê bû, ew der di germahiya havînê de hênik bû. Di palekî bilind ya Nemrûdê de goleke volqanîk hebû, ava wê kûr û germ bû, zivistanê jî cemed nedigirt. Dermana her derdê ji wê ava mezin û germ peyda dibû, ji bo hemû xweşînan şîfa bû.

Nemrûd, bi ser de,  di navîna çolan de, bi navê Babîl bajarekî dabû avakirin, têrê nekiriye, Birca Babîlê ava kiriye ku serê wê digihije erşê. Ew bi wê bilindbûna bircê re dixwest xwe bigihe asta Xwedê.

Axir şeytên ketibû xwîna wî, Nemrûd ji xwe re Xwedayên biçûk çêdikirin. Şeytên ji Nemrûd re qala xewna xwe dike şevekê, dibêje “ew ê sala bê zarokek li Rihayê çêbe, ew ê mezin bibe û ew ê te bikuje”. Dotira rojê, Nemrûd ferman dide parêzvanên xwe ku ew sal hemû zarokên nûçêbûyî bikujin. Komkujiya zarokan dest pê kir. Lê belê jina efserê wî Ahad, Nuna jî biheml bû. Ji ber ku nedizanin bê zarok keç e an law e, hemlbûna wê eşkere nekirin. Nunayê lawekî anî. Bi awakî veşartî ew birin çiyayê jorîn a Rihayê. Bi çavên êşbar ên Nunayê, pitik di şikeftekî de hiştin.

Pitik birçî bû, dawîkê xezalekê giriyê wî yê bişewat seh kir, debar nekir ji êşa wî. Her ku mirov ji bo wan cinseke xeternak bibe jî, xezal hat ser pitikê, ji mirovan bitirse jî ew da ber şîrê ta ku mezin bû.

Rojekê ji rojan, dê û bavê pitikê, ji ber êş û azara xwe nikarin debar bikin, qe nebe dixwazin hestiyên pitika xwe bibînin diçin şikeftê. Dema dibînin ku zarokê wan bi kêf û coşî bi heywanan re dilîze, şaş dibin. Li gor wan qey yek ji wan Xwedayan ew xwedî kiriye, lê belê biqasî dayika mirovekî xezalan ew xwedî kiriye.

Bi demê re, dema êdî fermana Nemrûd hat jibîrkirin, wan ew ji şikeftê anîn, navê Îbrahîm lê kirin. Dema zarok mezin bû, bû zilamekî xurt û wêrek pê ve, bavê wî û Nemrûd jî tê de li hember pûtperestan, ket şerê şikestina îkon û kevirên perestî. Yekem car wî diyar kir ku Nemrûd li hember Xwedayê Tek xaînî kiriye.

Nemrûd pir bi hêrs bû, Îbrahîm avêt zindanê. Qîza Nemrûd Zilxan, hevala herî nêz ya Îbrahîm bû, wek xwişk û bira bûn. Bes Zilxan bawerî pê anî ku Xweda yek e. Dema seh kir ku bavê wê Îbrahîm avêtiye zindanê, çû ber bavê xwe, çok danî ji bo wî, daxwaz û lava jê kir ku, bes ji bo xatirê wê Îbrahîm efû bike. Lê belê Nemrûdê xedar xwe di asta Xwedayan de didît. Îbrahîm berneda û bi ser de qîza xwe jî li aliyên din ê Rihayê, di quntara çiyayê de, li qesra havînê xist bin çavan.

Zilxan, di nav êş û keseran de her roj diçû ser zinarên di bexçeya qesrê de, bi elem digiriya, ditirisiya ku Îbrahîm bê kuştin. Ewqas digiriya, hêsirên çavê bûn kanî herikîn, ew kaniya herikî jî ji çiyayan hat xwarê, li jêr bû gol.

Li derdora wê kûlîklk vedan, gûl û hinar, hejîr, zerdalî û xox mişt bûn, wê derdorê xemilandin. Hemû xenîmetên Xwedê li wir şîn bûn. Ew der bûbû wek bihûşta di kitêbê de. Xwedê hemû bereketa xwe li gola ji hêsirên Zilxanê çandibû.

Nemrûd, ferman da ji bo mencenîq li ser çiyayaê Rihayê bê ava kirin, dû stûnên dirêj bêne çêkirin. Îbrahîm dê bixistina nava wan her du stûnan, bavêtana nava êgir. Nemrûd li malan jî şewitandina êzingan qedexe kir, ferman da ku hemû êzingên welatê li quntara wî çiyê bi cî bikin ku agirê wê eynî wek agirê cahnimê bû.

Tevahiya dolê bi êzingan tije bû, qama êzingan gihiştibû lûtkeya çiyê. Di quntara çiyê de, agirekî wiha pêxistin ku digihişt ewran. Îbrahîm dê bavêtana wî agirî. Li gor riwayetê, herî zêde qantir êzing biribûn wî agirî, Xwedê qantiran naletî kir. Ji wê demê ye qantir ji qantirê nazê. Pey re Nemrûd ferman da ku mencenîq bê dagirtin û Îbrahîm bavêjine agirê gur. Xwedê agir veguherand avê, êzingan veguherand masîyê. Xwedê ji dêvla ku Îbrahîm bavêje nava wê avê veguhrandî, ew bi nazikî danî çîmenên bexçeya bihûştê ku bi hêsirên Zilxanê hatibû avdan. Gola ji hêsirên Zilxanê û gola ji êgir veguherandî gihiştin hev du.

Axirê bi vê çîrokê me sêhr û efsûna navê dayika xwe ya kêm peyde dibû hîn bûn. Di bin stûnên mencenîqan de em ji çîrok, efsane û hikayetên dayika xwe yên berê bêhtir têsîr girtibûn, kelecana me hîn bêtir zêde bibû.

Ew gol ji wê demê ve hene, kes dest nade wan masiyan. Di nav van golê ji hêsirên Zilxanê û ji êgir pêkhatî, ji avê bêtir masî hene û ev masî jî jiyana xwe di bihûşta ku Xwedê bexşandiye wan didomînin.

Di vî emrê xwe de min fahm kir, ji vê rûzemîna ku bi milyaran mirov li ser in, ji rojên ku miş bi keser û keder in, heta ku dem bi dem ji xeleka xwe ya hestiyariyê jî direvim, li aramiyê digerim, bi tenê zaroktiya min, bîranînên zaroktiya min hene. Li hemberî her tiştî bi awakî jêneger bêriya wan dikim. Serê pêşî jî bi nazik û kûbariya xwe ya bêhampa dayika li ser texta wê demê û hemû deman rûniştiye, bêriya dayika xwe dikim. Kilamên ku wê tim digotin her di guhê min de ne, ez bi dengê yê di guhê min de maye debar dikim, xwe sax dikim.

“Xezal Xezal oy hayê hayê…
Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê… hayê…”

Dr. Yekta Uzunoğlu-Rûpela Nû

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply