Zilm û Îşkence-Xutbe

 

إِنَّ اللَّهَ يَأْمُرُ بِالْعَدْلِ وَالْإِحْسَانِ وَإِيتَاءِ ذِي الْقُرْبَى وَيَنْهَى عَنِ الْفَحْشَاءِ وَالْمُنْكَرِ وَالْبَغْيِ يَعِظُكُمْ لَعَلَّكُمْ تَذَكَّرُونَ (90) النحل                                                                                           

Bawermendên birûmet!

Zilm û îşkence du tiştên li dijî şeref û rûmeta mirovahiyê û kiryarên li dijî mafê mirovan in. Îşkence, kuştin, lêdan birîndarkirin, perçiqandin a bi mal û meqam û zilm û zorî ji wan kiryarên ku dînê Îslamê bi tundî qedexekirine ye. Sedem çi dibe bila bibe zilm û îşkenceya mirovan li hev nabe sedemên pêwîstker. Xuda Teala ev kiryarên ha di Qurana pîroz de bi tundî qedexe kirine. Pêxemberê me jî zilm û zora ku mirov li hev dikin qedexe kiriye û daye xuyakirin ku cihê wê di ola Îslamê de tune ye. Di hedîseke  xwe de wiha dibêje:”Ji nifînên mezlûman xwe biparêzin. Lewre di navbeyna wan û Xuda de tu perde nîn e.[1] Bi vê hedîsa xwe wan kesên ku van kiryarên qirêj dikin hişyar dike. Di hedîseke din de gava ku misilmanan pênase dike wiha dibêje: “Misilman ew e ku bi dest û zimanên xwe ziyanê nade tu kesî.[2] Bi vê hedîsa xwe jî daye xuyakirin ku ew kesên ku van tevgeran dikin ne misilmanên rast û dirust in.

Bawermendên birûmet!

Îşkence, zilm û zor û binpêkirina mafan nîşanên herî diyar ên bêedaletî, bêrûmetî û sînornenasiyê ne. Ew civakên ku ev tevger di nav wan de belav dibin, nexweşî û bêaramî di nav wan de dibe hakim û dinya wan dibe mîna dojeheke ku êdî jiyan lê naye dewamkirin. Kesê zilmkar û zordest dibe ku li vê dinyayê dilxweş bin, lê bila ji bîr nekin ku di axretê de ji wan re janeke dijwar heye. Vê rewşa ha pêxemberê me wiha tîne ziman: “Ji zilmê xwe biparêzin. Lewre heçîke zilme (di roja dûmahiyê de) ji xwediyê xwe re tarîtî ye.”[3] Di dinyayê de zilma kesê zilmkar li axretê, xwediyê xwe dibe îflas û têkçûnê. Pêxemberê me ji sehabiyên xwe dipirse: “Ma hûn dizanin muflis kiye? Sehabiyan got: “Li gor me  muflis ew e ku mal û pereyên wî tune bin. Pêxemeberê me got: “Bêguman muflisê umeta min ew kes e ku di roja dûmahiyê de bi xêrên xwe yên nimêj, rojî û zekatê tê, lê ji ber ku çêrên vî kiriye, bêbextî li yên din kiriye, malên vî xwariye, xwîna yên din rijandiye û li vî xistiye, vêca wê xêrên wî, ji vî û yên din re bên dayîn û eger ji berî mafê xwedî mafan xêrên wî biqedin wê ji gunehên wan bên girtin û wê were avêtin li ser wî û wê pişt re bê avêtin dojehê de.”[4]

Misilmanên birûmet!

Xuda Teala di Qurana pîroz de emrê pêxemberê me dike: “Tu bi zanîn û şîretên spehî gaziyan mirovan bike bi bal riya perwerdê xwe û bi wan re bi şêwaza herî qenc têbikoşe. Bi rastî perwerdê te, ji yê ji rêya wî şaş bûye jî zanatir e û bi yên rêya rast dîtine jî zanatir e.”[5] Di ayeteke din de wiha dibêje: “Bi sebeba dilovaniya Xuda tu ji wan re nerm bûyî! Eger tu yekî xebertehl û dilhişk bûyayî bêguman ew dê ji hawîrdorê te belav bibûna û biçûna.”[6] Li gor van emrê Xuda Teala kesê misilman nikare zilm û îşkenceyê bike. Nexwe pêwîst e em xwe ji her cureyên xirabiyan biparêzin û ji kesên dikin re jî bibin bertek. Ez xutbeya xwe bi wateya ayeteke ji Qurana pîroz diqedînim: “Bi rastî Xuda Teala, bi dadwerî-wekhevî, qencîkarî û xêrkirina li xizman ferman dike. Men’a we dike ji bêrêtî, xirabî û zordestiyê. Xuda Teala şîretê li we dike da ku hûn bifikirin û jê şîret bigirin.”[7]

Mele Cewadê Girdarî-ÇANDNAME

[1]  Buxarî Cîhad 180.

[2]  Buxarî Îman 4,5.

[3]  Buxarî Mezalim 8.

[4]  Mislim Birr 59

[5]  En-Nehl 125.

[6]  Alî Îmran 159

[7]  En-Nehl 90.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply