Piştî desmêja xwe temamkir wê bibêje:
أَشْهَدُ أَنْ لاَ إِلٰهَ إِلاَّ اللهُ وَحْدَهُ لاَ شَرِيكَ لَهُ وَأَشْهَدُ أَنَّ مَُمَّداً عَبْدُهُ وَرَسُولُهُ
“Ez şehdeyiyê didim ku ji Xwedê pê ve tu mabûdê heq tun in û ez şehdeyiyê didim ku Muhemmed evdê Xwedê û qasidê Wî ye.”
اَللَّهُمَّ اجْعَلْنيِ مِنَ التَّوَّابِينَ وَاجْعَلْنيِ مِنَ الْمُتَطَهِّرِينَ
“Xwedayê min! Tu min bigerîne ji yên pirtobedar û tu min bigerîne ji yên ku xwe pir paqij dikin.”
سُبْحَانَكَ اللَّهُمَّ وَبَِمْدِكَ، أَشْهَدُ أَنْ لاَ إِلٰهَ إِلاَّ أَنْتَ، أَسْتَغْفِرُكَ وَأَتُوبُ إِلَيْكَ
- “Xwedayê min! Ez, digel pesindayina te, te pak didêrim. Ez şehdeyî didim ku ji te pê ve tu mabûdê heq tun in. Ez bexşandina te dixwazim û li ber te tobe dikim. “
Tiştên ku destmêjê dişikinin:
- Çi tişta ku ji pêş û paşiya însên derkeve desmêjê dişikîne. Çi tahir be mîna menî û tirr û fisan; çi jî necis be mîna mîz û meziyê.
- Xewa ku ne li ser rewşa çarmêrkî be. Razana hindik, ya ku li ser binê xwe rûniştî (çarmêrkî) yan ji piyan razabe desmêj naşike.
- Bêhişbûna bi sedem serxweşbûn, jihişçûn û nexweşîyê.
- Jin bihungive zilam yan zilam bihungive jinê ku nemehrem be û bê perde be.
- Bi kefe dest yan bi tilîyan bê perde dest bide ewretê (şermegeha) xwe yan ewretê xeynê xwe. Ewret, pêşî û paşî ya însên e.
Li ser yê bêdesmêj destdana Qur’anê, nimêj û tewafa Beytê heram e.
Hüseyin Gündüz-Bingehên Baweriya Îslamê