Xwarina tu herî zêde xweş çêdikî kîjan e?
Ez hemû xwarinan xweş çêdikim. (Dikene… ) Li herêma me Mêrdînê mêvanên me gelekî diherin û tên. Malbata me jî malbateke xwîya ye. Dema rûsipîyên me wan xwarinên ez çêdikim dixwin gelekî diecibînin û dibêjin; ‘tu çawa çidikî?’ ez ji çêkirina xwarinan hez dikim û xwarinên ez çêdikim tên ecibandin.
Li Mêrdînê li deştê ez dikarim bêjim kultura me her li ser xwarina goşt e. Mîsal aniha bihar e û dema xwarina goştên berxan e. Di vî wextî da li berîya Mêrdînê goştên berxan tên xwarin. Helbet goştên berxan jî ligel birinca Qerejdaxê. Dûva berxan em datînin ser birince û ji mêvanên xwa ra bi desten xwe hûr dikin. Ev hurmeteke bo mêvanan.
Endizyara hêja di karê xwe de pir serkeftiye ji ber vê yekê jî karê pîroz e.