Panzdehê gulanê
Şadiya min û can
Bo şêrîn zimanê
Pîrozî dayikman
Biaxiv û bipeyv
Tu bi ev nazepeyv
Li rê ke roj û heyv
Hişyar bibe canan
Ziman can û av e
Ew ji dê û bav e
Ala roj û tav e
Peyv e jê re jiyan
Zimanê me zêr e
Li me xêr û bêr e
Tev efsûn û sêr e
Bê wî nabe cîhan
Mustafa Rêzan