Hunermendê ji Başûrê Kurdistanê Hejar Zehawî da zanîn ku di klîpa xwe yê bi navê “Geranewe” de peyamek wî ji ciwanên ji Kurdistanê çûne Ewropayê re, heye.
Hejar Zehawî axifî û got, “Min klîpa xwe yê Geranewe li Brezîlya çêkir. Xebata min peyamek e ji bo ciwanên Kurdistan terikandî û berê xwe dane Ewropayê.”
Zehawî got, “2 sal in xwe ji projeke mezin a mûzîkê re amade dikim. Projeya min wekî bajarekî mezin ê kurdî ye. Ev proje, yek ji wan xeyalê min e û ez dixwazim wê bikim rastî.”
Hunermendê Kurd Zehawî, bi gelek grûp û hunermendan re dixebite.
Zehawî, îsal li paytext Londona Brîtanya di konsera Newrozê ya ji aliyê BBCiya Farisî birêveçû de başdar bûbû ku li ser malperên civakî gelek deng vedabû.
