Zaza Kurd in û Zazakî Kurdî ye

Ger em bînin bîra xwe ji demên dawîn yê dewleta Usmaniyan li sala 1906 kitêbên kurdî hatine qedexekirin hingê dê xuya bibe ku ji sed salan zêdetir e rêvebiriya tirkan bi polîtîkayên zordariyê kurdî (kurmancî û zazakî) qedexe dike. Bitaybetî li 90 salên dewra komara Tirkiyê ji bo ku kurdan bikin tirk her awa polîtîkayên ku dihên bîra meriv bikar anîne. Lêbelê li van salên dawiyê, di netîceya têkoşîna ku kurdan wekî netewe dane de dewleta tirkan mecbur ma ku vê polîtîkaya xwe piçekî nerm bike. Wekî mînak, bê ku behsa navê “kurdî” bike li jêr sernavê “weşana pirzimanî” de roja 01.01.2009 de kanala televîzyonê TRT6 vekir ku bi zaravayên kurmancî û zazakî yên kurdî weşanê dike. Paşê li jêr sernavê “zimanên ku li Tirkiyê dijîn” di serî de li Unîversîteya Artuklu ya Mêrdînê, rê hat vekirin ku li hinek unîversîteyan enstîtuyên kurdî vebin.

Akademîsyenên beşê Kurdolojî yên Unîversîteya Artukluyê di çarçewaya van gavên lawaz de programa lîsansa bilind û programa lîsansa çar salan ya bi kurdî dan destpêkirin. Îsal jî gaveka din hate avêtin ku ger li dibistanan sinifek bihê pêkanîn, dê ji sinifa pêncan dest pêbibe li jêr sernavê “dersa hilbijartî” kurdî bihê fêrkirin. Di teoriyê de herwekî ku ev program dimeşe xuya dike lê di partîkê de tenê du kitêbên dersê yên bi navê “KURDÎ 5 Kurmancî” û “KURDÎ 5 Zazakî” ku ji layê akademsiyenên Unîversîteya Artukluyê hatine amadekin ji çapê re amade ne.

Ev kitêbên dersa fêrbûna kurdî ku di netîceya van gavên lawaz de amade bûne û li malpera Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê weşiyane, ji layê cîgirê rektorê Unîversîteya Artukluyê û mudirê Enstîtuya Zimanên ku li Tirkiyê Dijîn Prof. Qedrî Yildirim, ji eynî unîversîteyê mamosta Dr. Abdurahman Adakû Dr. Xeyrulah Acar, herwisa, ji dersdarên unîversîteya navborî Zulkuf Ergun, Îbrahîm Bîngol û Remezan Pertew, yanî ji layê desteyeka akademîsyenan ku ji 6 kesan pêk tê hatine amadekirin. Akademîsyenên ku ev kitêb amade kirine, hem di prosesa jiyana xwe ya akademîk de hem jî gelek ji mêj ve hertim di nav xebatên kurdî (kurmancû û zazakî) de bûne. Gelek ji wan çend kitêbên kurdî (kurmancî û zazakî) weşandine. Wekî nimûne, kitêba bi navê “Edebiyatê Kirmanckî ra Nimûneyî” ku 700 rûpel e, dîsa kitêba bi navê “Gramera Kurmancî” ku 450 rûpel e, yên kurdolog Prof. Qedrî Yildirimî îsal ji nav weşanên Unîversîteya Artukluyê weşiyane.

Ev kitêbên ku ji bo dersa hilbijartî ya kurdî ku hîn di pratîkê de hîç nehatiye tetbîqkirin amade bûne, hem ji layê bikaranîna zimanî ve hem jî ji layê naveroka xwe ve berhemên xebateka birêkûpêk û hêja ne, xebateka wisa ye ku divê bihê teqdîrkirin. Ji vê çendê em sipasiyên xwe pêşkêşî amadekarên van kitêban dikin.

Lêbelê piştî ku kitêb li malpera wezareta perwerdeyê weşiyan, kes yan jî derdorên ku xwediyê pêşqebuleka siyasî/îdeolojîk in, derheqê kitêbên ku amade bûne de dest bi rexneyên negatîf kirin. Ji vana, Huseyîn Aygunê ku pîşeya wî avûkatî ye û niha parlamenter e, di mulaqata ku li nusxaya roja 22.10.2012 ya rojnameya Radikalê weşiyaye de derheqê van kitêban de û derheqê hinde tiştên din de îdîayên bêbingeh derdixe pêş. (1)

Helsengandinên Huseyîn Aygunî ji zanistê, ji zanistiya zimannasiyê û bitaybetî jî ji zanînê dûr in. Wekî nimûne, digel ku kitêb ji layê desteyeka ji 6 kesan pêk dihê hatiye amadekirin, lê Huseyîn Aygun “kariyera akademîk yaçar nivîskarên ku kitêban amade kirine meraq dik”e. Birastî Huseyîn Aygun bi zanebûn propaganda dike yan jî vegotineka manîpulatîf bikar tîne ku akademîsyenan piçuk bike/piçuk bixîne, dixwaze bibêje ew “bêkariyer” in. Huseyîn Aygunê ku wisa ji perdeya bilind qise dike, gelo di warê ziamnasiyê de kariyera wî çi ye?

Huseyîn Aygun di mijara tarîfa “kurdî” de jî li dijî rastiya neteweya kurd û Kurdistanê helwêst digre û dibêje “Di warê zimannasiyê de kurdî û zazakî zimanên ji hev cihê û musteqîl in.” Lêbelê li gorî xwezaya xwe tarîf yan jî tespîteka wisa di warê “zanist”e de niye. Di warê zimannasiyê de têgeheka wekî “zimanê serbixwe” niye. Têgehên wekî “famîlyayên zimanan”, “ziman”, “zarava”, “şîwe” û “devok” ku di warê kategorîzekirina zimanan de têne bikaranîn, ne ew têgeh in ku sînorên wan bi awayekî qetî hatibin diyarkirin. Digel ku hinek zimannasan li gorî zanîna xwe hinek tarîf kirine jî li meydanê ye ku tu yek ya din nagire. Lêbelê helbet netewe hene, zimanê ku netewe pê qise dikin hene, zarava, şîwe û devok jî hene. Edebiyat û kultura neteweyan jî heye.

Ji ber ku ji hev “têgihiştin” yan “tênegihiştin” jî rewşeka subjektîf e, lewre di kategorîzekirina zimanan de ev jî nabin krîter. Car heye xelqê du gundên cîranê hev ku eynî zimanî heta ku eynî zarava yan jî şîweyî/devokî qise dikin jî di warê ji hev têgihiştinê de zehmetiyê dikêşin, ji hev tênegihên.

Huseyîn Aygun di mulaqata xwe de dibêje “Xelqê Dêrsimê elewî û zaza ne.” Ev tarîf jî rast niye. Bêguman nufusa xelqê Dêrsimê yê xwecihî bi giraniya xwe ew kurd in ku zaravaya kirmanckî (zazakî) û kurmancî qise dikin. Tu kesek ku li Dêrsimê zaravaya kirmanckî qise dike bo xwe nabêje ez zaza me. Bêhtir tirkan ji yên ku vê zaravayê qise dikin re gotine “zaza”. Wekî nimûne, Mistefa Kemal di telgrafa ku roja 21.08.1919 de şandiye û têde behsa Sêwas û Erzinganê dike de dibêje “Kurdên ku ji wan re dibêjin zaza.(2)

Dîsa Ziya Gökalp dibêje “… Ger em werin ser zazayan: Ev ji xwe re -bi kesreya kafê erebkî- dibêjin ‘kird’ ji bo kurmancan jî navê ‘kirdas” bi kar tînin. Lê tirkan navê ‘kurd’ texsîsê kurmancan kirine.(3) Ziya Gökalp kurdan li ser pênc grûbên civakî parve dike û dibêje: “Min wextekê di netîceya tetkîka eserên wan yên edebî de kurd li ser pênc tayfeyan tesnîf kiribûn. Kurd ev in: ‘kurmanc, zaza, soran, gûran, lur.’” (4)

Herwisa Ewliya Çelebî di Seyahetnameya xwe de dibêje “Ekrad-î zaza”. Wekî nimûne, dema ku behsa herêma Çewlîgê dike, di nav gelek eşîrên kurdan de navê “zaza” jî dihejmêre. (5)

Ji nivîskarên xelqê Dêrsimê Mistefa Duzgun derheqê kurdên Dêrsimê de wisa dibêje: “Xelqê Dêrsimê ji layê nesebê (nîjad) ji xwe re dibêjin ‘kirmanc’. Navekî din bikar naynîn. Em bibêjin ku yekî biyanî yan jî yekî ku dêrsimî niye, bi xelitandina zimanî ji yekî dêrsimî re bibêje ‘zaza’, dêrsimî dê ji viya hêrs bibe, dê bibêje “Nexêr, ez ne zaza me, ez kirmanc im.’ Tiştê rast ev e ku kirmancên Dêrsimê tu car ji xwe re nabêjin “em zaza ne”

Dîsa xelqê Dêrsimê xaka bav û kalên xwe welatê kirmancan wekî ‘Kirmanciye’ bi nav dike. Lêbelê bi tirkî yan jî bi zimanekî din yê biyanî dema ku behsa welatê xwe bikin dibêjin ‘Kurdistan’. Wekî nimûne, Alîşêr ku yek ji şaîr, zana û qehremanên Dêrsimê ye li ‘Strana Dêrsimê’ peyva ‘Kurdistan’ê bi kar dihîne. Dîsa kirmancên Dêrsimê ji bo azadiya Kurdistanê di hemî telgiraf û erzuhalên ku bo dewleta tirkan û bo dewletên Ewropayê hinartine de navê welatê xwe wekî ‘Kurdistan’ nivîsandine. Li Dêrsimê di navbera peyvên ‘Kirmanciye’ û ‘Kurdistan’ê de hîç ciyawaziyek niye… Dîsa li Dêrsimê navê welatî yan jî peyvên ‘Kirmanciye’ û ‘Kurdistan’ê ne tenê ji bo Dêrsimê, te divê ‘kirmanc’, te divê ‘zaza’, te divê ‘kur’ yan jî ‘kurd’ be, wekî navê welatê hemî neteweya kurd bi kar dihînin.(6)

Li gorî Zulfî Selcanî jî “Kirmanciyê, di wateya kurdbûnê de ye.(7)

Huseyîn Aygun di mulaqata xwe de navên wekî Azad, Ronî, Sînem û Delalê ne wekî “navên kurdan” lê wekî “navên herêmî” tarîf dike û îtîraz lê dike ku “Di beşê demsalan de çima navê ‘Asma payiza werti’ nehatiye bikaranîn.” Paşê jî li gorî xwe îdîayeka din dike dibêje “Zazakiyê Çewlîgê bingeh hatiye girtin.” Û dewam dike dibêje “hinde deng” û “hinde peyvên” ku di zazakî de hene çima di kitêban de cih negirtine. Dibêje “Mesela, 1 tenê ‘yew’ niye, eynî demê de ‘Zü’ ye.” Û dibêje “Ma ev ne dewlemendiya zazakî ye?

Niha em jî peyva “werti” ku Huseyîn Aygunî bikar aniye ji ber ku eslê xwe peyva “orta” ya tirkî ye ku li gundê wî deforme bûye, lewre em dibêjin tu peywendiya vê peyvê bi zazakî re niye û em jî îtîraz dikin. Herwisa dengê “s” ku di peyva “Asme” de ye, di eslê xwe de dengê “ş” ye û guheriye, wekî mînak, li gundê Huseyîn Aygunî peyva “paşa” wekî “pasa” peyva “her kesî” wekî “her keşî” dihê gotin jî dê îtîraza me lê hebe. Kîjan deng yan jî kîjan form eslî ye, gelo di vî warî de zanîneka parlamenterê CHP Huseyîn Aygunî heye?

Wekî mînak, di wateya “burun” (poz; bêvil) ya tirkî de bi kurdiya zazakî peyvên mîna “kepuge”, “pirnike”, “vinî” û “zincî” ku ji kokên cihê dihên helbet dewlemendiya zimanî ne. Lêbelê wekî mînak, di wateya peyva tirkî “bir” (yek) de peyva “yew” ku bi formên wekî “jew”, “zew”, “yow”, “yo”, “jow”, “jo”, “”, “ju”, “zo”, “”, “zu” ku ji eynî kokê dihên lê li herêmên cihê bi vegotinên cihê deng guherîne û formên cihê-cihê çêbûne, meriv rabe pêşniyaz bike ku ev hemî bila di kitêbeka dersê de bihên bikaranîn, herhal divê meriv Huseyîn Aygunê parlamenterê partiya kemalîst CHP be!

Rojnamegerê ku vê hevpeyvîna navborî ji bo rojnameya Radikalê amade kiriye, zimanê ku wî bikar aniye jî gelek balkêş e. Rojnameger, Huseyîn Aygunî wekî “Yekî ku heqê zazayan diparêze” dide nasîn. Rojnameger dibêje “kurd û zaza”. Navên “kurd” û “zaza” ji hev cihê bikar dihîne. Ger ev jî qesten nayê kirin hingê ji nezaniyê çêdibe. Çunke “kurdî” tenê zaravaya “kurmancî” niye. Kurdî çawa ku navê her du zaravayên kurdî zazakî û kurmanciya ku di nav sînorên Tirkiyê de dihêne qisekirin e, ligel vana navê giştî yê zaravayên soranî, hewramî û lurî ye jî.

Weşanxaneyê Vateyî ku li Tirkiyê bi dehan kitêbên “zazakî” weşandine,Grûba Xebate ya Vateyî ku ev serê panzdeh salan e bi hawayekî sîstematîk li ser zazakî dixebite, kovara Vateyî, rojnameya Newepelî ku ev du sal in ji panzdeh rojan carekê weşana xwe dewam dike, kovara Şewçila, bi dehan nivîskar û roşinbîrên zazayan ku her yekî ji wan bi dehan kitêb weşandine, ku ev hemî xwe kurd, zazakî jî wekî zaraveya kurdî dibînin, gelo zazayan kurd û zazakî jî kurdî hesab nekirin berhema kîjan mentiqî ye? Ger mesele zazakî be, gelo hîç ehemiyeteka dîtina van kedkarên zazakî niye?

Yê ku peyva “kurdî” tenê ji bo lehçeya “kurmancî” bikar dihînin û dibêjin “kurdî û zazakî” û van têgehan ji hev cihê bikar dihînin, yan kurdan nas nakin yan jî “dişmeniya kurdan” dikin. Yên ku nizanin zazakî qise bikin û binivîsin, yên ku ji bo jiyandina zazakî tu hewldaneka piçûk jî nîşan nadin, ev kesên niyetxirab û xêrnexwaz bi gotina “Zazakî zimanekî serbixwe ye” di eslê xwe de dixwazin nasnameya neteweyî ya kurdên zaza ji rê derxin, jixwe ev gotineka propagandayê ye, tu bingeheka xwe ya rastî û zanistiyê niye.

Ew tarîfa ku di programa ku di malpera wezareta perwerdeyê de li lînka “http://ttkb.meb.gov.tr/www/ogretim-programlari/icerik/72” bi sernavê “Programa Fêrkirina Dersa Ziman û Lehçeyên ku Dijîn (Kurdî; Sinifa 5.) ya Dibistanên Navendî û Dibistanên Navendî yên Îmamxetîbiyê” ku dibêje “Peyva ‘kurdî’ ku di metna programê de derbas dibe zaravayên kurmancî û zazakî bi hev re îşaret dike.” rast e. Ya rast, ya ku em kurdên zaza jî têde hemî kurd bikar dihînin, herwisa ew tarîfa ku hemî lêkolîneran li seraserê dîrokê tarîf kiriye jî ev e.

Tarîf, ziman û termînolojiya ku di her kitêbên dersê “KURDÎ 5 Kurmancî” û “KURDÎ 5 Zazakî” ku ji layê akademîsyenên Unîversîteya Artukluyê amade bûne de hatine bikar anîn rast in. Herwisa, zimanê ku hatiye bikaranîn jî “zazakiya Çewlîgê” niye. Te divê zimanê ku di zaravaya kurmancî de hatiye bikaranîn yan jî zimanê ku di zaravaya zazakî de hatiye bikaranîn ew ziman e ku ber bi standardbûnê ve diçe. Em piştgiriya viya dikin, ji ber vê xebatê em wan pîroz dikin û sipasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Herwisa em teleb dikin ku kurdî, yanî zaravayên kurmancî û zazakî ji kreşê bigire heta bi unîversîteyê wekî zimanê perwerdeyê bihê bikaranîn û zimanê kurdî bibe zimanekî resmî.

YÊN KU WEKÎ DEZGEH ÎMZA KIRINE


DİL SANAT VE KÜLTÜR DERNEĞİ (ZIWAN-KOM)
NEWEPEL GAZETESİ
ŞEWÇILA DERGİSİ
ZAZAKÎ.NET (www.zazaki.net)

VATE DERGİSİ
LİS YAYINLARI
KOMEL-KURD

BEROJ (www.beroj.com)
DİWAN YAYINLARI

PEYAM DERGİSİ
PEYAMA AZADÎ (www.peyamaazadi.com)

ARGUN (www.argun.org)
KURDISTAN-POST (http://eu.kurdistan-post.eu/)

YÊN KU WEKÎ KES ÎMZA KIRINE
Roşan Lezgîn
Bîlal Zîlan

Munzur Çem
J. İhsan Espar
Hasan Çakır
Sait Aydogmuş
Mehmet Yergin

Seyîdxan Kurij

Deniz Gündüz
Newzat Valêrî
Helîm Yusif
Yaqob Tilermenî
İbrahim Gürbüz

Mehmed S. Kaya
Çetin Satıcı
Lokman Polat
Nadire G. Aldatmaz
Mihemed Jiyan
Dara Cîbran
Zeynel Abîdîn Han
Selman Dilovan

Reşo Zîlan
M. Xalid Sadînî
Mehmet Kaya
Sıtkı Zilan
Ömer Demir
Mistefa Gomayij
Osman Tetik
Paşa Uzun
İsmail Dindar
Necip Yeşil
İsmet Aydemir

Ahmet Kırkan
Mehmet Tanrıverdi
Mehmet Üçkardeş
Meral Aydoğan
Adnan Çelik
İsmail Sihat kaya
Veysel Hanyıldız
Nûhat Deştî
Doğan Munzuroğlu
Aziz Samur
M. Emin Altun
İsmet Bor

Hakan Aygül
Hülya Yetişen
Hüseyin Turhallı
Hejarê Şamîl
Fahriye Adsay
Esad Namdar
Yaşar Karadoğan
Mücahit Göker
Mehmet Çelikten
Tekin Ağacık
Mutlu Can
Ali Fuad Doğuç
Rıfat Sefalı
Mehemed Çelikten
Sidîq Gorîcan
Zeki Alimoğlu
Kerem Sevinç
Tahsin Sever
Kenanê Nado
Emine Güzel
Gurbet İdik
Mehmet Taş
________________
SERÇAVÎ
(1)http://www.radikal.com.tr/Radikal.aspx?aType=RadikalDetayV3&ArticleID=1104949&CategoryID=77
(2) Mustafa Kemal, Nutuk, Cilt: I (1919-1920), Devlet Matbaası, İstanbul, 1934, s. 72

(3) Ziya Gökalp, Kürt Aşiretleri Hakkında Sosoyolojik Tetkikler, Sosyal Yayınlar, İstanbul 1992, s. 27
(4) Ziya Gökalp, Kürt Aşiretleri Hakkında Sosoyolojik Tetkikler, Sosyal Yayınlar, İstanbul 1992, s. 24

(5) Evliya Çelebi, Seyahatname, Topkapı Sarayı Kütüphanesi Bağdat Kitaplığı, 305 n.yazma, 3. Kitap, vrk. 85-b ve vrk. 88-b
(6) M. Dûzgûn, “Torêy ve Adetê Dersimi”, Berhem (kovara lêkolinên cıvaki û çandi), Stockholm, no: 1 (Şubat 1988), s. 37
(7) Zılfi, “Ferhengok Dımılki-Kurmanci-Tırki”, Hêvi (kovara çandıya gışti), Paris, no: 1 (İlon 1983), s. 113

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply