Zarokên We Divê Çi Bixwin/Vexwin

Dema zarokatî, heya ku bigihîje çaxê ku dayik biheml e, destpêka parastin û hayjêhebûna xwarin û vexwarinê pêşî dayik pişt re jî di aliyê  zarokê de tiştek gelek girîng e.  Dema ku dayik biheml e, pêwîstiya kaloriyê zêdetir dibe. Ku dayik ne di zanyariya vê tiştê be û zayin bi van kêmasiyan biqewime nemumkin e ku zarok jî para xwe ji wan negire.
Dibe ku zarokên biasteng an ketin bibin.

SEDEMÊN KOMPLÎKASYONÊN ZAYINÊ!

🔅Malnutrîsyon(kêm an çewt xwarin vexwarin)
🔅Gestasyonel diyabet(diyabet a ku di dema hemilî de xuya dibe)
🔅Hîpertansiyon
….
ZAROKÊN NÛ WELIDÎ DIVÊN ÇI BIXWIN/VEXWIN?

➖Heman dema zayinê de şîrê pêşî(kolostrum) ku ji sîngê te divê bidin zarokê. Ev şîr bingeh a avahiya mîrobiyal ya rovî û pergala serifandin dike.
➖Destpêka zayinê hata 6 meh a ji bilî şîrê dayikê tiştek divê nedine zarokê.
➖Piştî 6 meh an hêdî hêdî dest bi xwarina cureyên tam ên din dikin.
➖Ku şîrê dayikê kêm an qet nebe, formula dikarin bidin.
➖Heya 2 sal a şîrê dayikê pêwîst e.
☑Her cureyên tam an bi zarokên xwe bidin naskirin û bidine heskirin.
➖Bandora Medya ya civakî elbet li ser xwarin û vexwarin a zarokan dibe. Reklam li ser Fast food û tişt mişt ên netendirustî bi zarokan didine şêrîn kirin.  Dê û bav divêt zarokên xwe ji wan dûr bikin.

🔅Fêkî û zerzewatan ji wan kêm nekin.
🔅Şîr û cureyên wan rojê kêm 3-4 porsiyonan bidine wan. …
Ya dawî, bizanibin ku tiştek ji tenduristiya zarokên we ne muhimtir e. Ji ber vê yekê di vî rengî de bingehek pak û rast û tenduristî  di destê we de ye û heta dawiya emr ê wan wê bibe sedem..

Bimînin di xêr û xweşî de.

🍒DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN🍒

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply