Zarokên Kurd Bi Çîrokan Şad Dibin

Xebata salekê ya TZPKurdî û DÎSA´yê bi çapkirina 20 pirtûkên ji bo perwerdeya pêşdibistanê bi dawî bû. TZPKurdî û DÎSA niha dest bi belavkirina van pirtûkan dikin ku dê ji bo perwerdeya pêşdibistanê yên bi kurdî bibe gencîneyeke nedîtî.

TZPKurdî û DÎSA’yê xebateke hevpar a wêjeya devkî ya zarokan meşandin. Xebata ku zêdetirî salekê ajot di warê xwe de xebateke yekem û serkeftî ye. Di encama vê xebata meydanî ji bo pêşdibistanên kurdî 20 pirtûkên yek ji yeka din xweştir û qedirbilindtir amade kirin. Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Luqman Guldivê têkildarî vê setê nûçeyeke amade kir. Nûçeya navborî behsa xebata ku TZPKurdî û DÎSA’yê bi hev re bi xebateke meydanî pêk anîne dike. Li gorî nûçeyê, destpêka havînê DÎSA´yê tevî TZPKurdî projeyeke xwe ya li ser wêjeya devkî ya zarokan li Kurdistanê bi dawî kir. Di encama vê lêkolînê de bi navê “Dengê Bakur: Bi wêjeya devkî ya zarokan amadekariyên perwerdehiya pêşdibistanê” rapora lêkolînê hat weşandin û ji bilî pirtûka “Mamikên Kurdî” 20 pirtûkên zarokan ên bi wêne ji bo zarokên di dergûşxane, baxçeyên zarokan û saziyên perwerdê yên pêşdibistanê jî hatin çapkirin. Ev pirtûk dê were gihandinî saziyên perwedeyê yên pêşdibistanê bi awayekî bêpere. Bi vî awayî jî seteke pirtûkan a xwe disipêre çîrokên Kurdî bi navê Gulgulîskên zarokan hat weşandin.

JI SAZIYAN RE RÊ DIKIN

TZPKurdî û DÎSA´yê niha dest pê kir van pirtûkan bigihînin dergûşxane, baxçeyên zarokan û saziyên din ên perwerdeyê yên pêşdibistanê ku her wiha perwerdeya bi kurdî jî didin zarokan. Yek ji birêveberê projeyê Murat Akincilar da zanîn ku armanca wan ew e ku tevahiya metaryalên ji bo perwerdeyê yên bi kurdî hilberînin û bigihînin sazî û derdorên hewce.

XEBATA SALEKÊ

Xebata ku bi çapkirina van pirtûkan biencam bû bi lêkolîna meydanî ya 28´ê hezîrana 2014´an dest pê kir. DÎSA û TZP´a Kurdî pêşengiya vê lêkolîna meydanî kirin ku li bakurê Kurdistanê Serhadan (Qers, Kaxizman, Dîgor, Îdir, Agirî, Bazîd, Giyadîn, Panos, Wan, Çeldêran, Erdîş, Mûş, Gimgim, Bedlîs, Xelat, Hêzan, Tetwan), Botan (Nisêbîn, Mêrdîn, Midyad, Cizîr, Silopiya, Şirnex, Sêrt, Perwarî, Herekol), Behdînan (Colemêrg, Bêşebab, Qilaban, Çelê, Gever, Şemzînan, Fereşîn), Dersim-Çewlik (Çewlik, Solxan, Dêrsim, Ovacix), Amed-Êlih (Êlih, Kercews, Kerboran, Farqîn, Erxenî) 78 rojan hat birêvebirin. Paşê encama rapora lêkolîna meydanî jî bi sê zimanan hat weşandin bi navê Dengê Bakur.

PIRTÛKÊN DU ZARAVAYÎ

Di nav metaryalên hatine amadekirin de 6 pirtûkên çîrokan ên bi kirmanckî û 14´ên bi kirmanckî hene. Bi vî awayî materyal ji bo bakurê Kurdistanê ji bo tevahiya zarokên kurdîaxêv li gorî çanda wan a devkî hatine amadekirin. Tevahiya pirtûkan bi 50 hezar nusxeyî hatin çapkirin û dikarin li qederê 2 hezar saziyên perwerdeyê werin levakirin. Herçî rapora lêkolînê ye bi kurmancî, tirkî û îngilîzî hat çapkirin. Der barê dewama projeyê de DÎSA´yê da zanîn ku ew ê materyalên perwerdeyê di dema pêş de jî amade bikin.

ÇÎROKÊN PIRTÛKAN

Di nav seta Gulgulîskên Zarokan de bi kurmancî Hecî Rovî, Mam Ker, Mar û Rovî, Mişk û Pisîka Xezalê, Nîsko, Qijik û Rovî, Rovî û Werdek, Zeng û Beng, Roviyê Qotomoto, Kirnî û Rovî, Mîrên Mişk û Pisîkan, Mormorîkê, Dîk, Qaz û elok, Keçik û Xweza; bi Kirmanckî Heş û Luye, Luye û Zerrece, Voreke û Verg, Wa Pêro To Rê Bo, Namey Kamî Kotî yo, Vergo Ke Xo Şêr Vîreno hene ji bilî van maikên di encama lêkolînê de berhevkirî bi navê Gotinok û Lîstikên Xemîrokî hatin weşandin. Di warê perwerdeya pêşdibistanê de pêdiviyeke mezin bi materyalên bi vî rengî heye. Weke bavekî hêviya min ew e ku di demeke kurt de ev berhemên hêja ji bo zarokan karibin bigihêjin dê û bavan jî.

Azadiya Welat

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply