Zarokan Bawernameyên Kurdî Girtin

Xwendekarên Dibistanên Kurdî yên li Swîsreyê, bawernameyên xwe yên dewreya yekemîn a sala perwerdehiyê ya 2015-2016’an ji destê mamosteyên xwe girtin. Zarokan ji ber ku bawernameyên kurdî wergirtin gelekî kêf kirin

Xwendekarên dibistanên kurdî yên li Swîsreyê, bawernameyên xwe yên dewreya yekemîn a sala perwerdehiyê ya 2015-2016’an ji destê mamosteyên xwe girtin. Li sê kantonên sereke Zurich, Basel û Bernê bi dehan zarokên kurd diçin dibistanên kurdî û hînî zimanê dayika xwe dibin. Komeleya Hîndekariya Kurdî ya bi salan e hatiye damezirandin û di encama xebateke bi israr de li Swîsre hat fermîkirin kursên zimanê kurdî ji bo zarokan û mezinan saz dike. Li van her sê kantonan û li bajarên din ên Swîsre bi dehan zarok, ciwan û kesên gihiştî û ji gelê Swîsre bi xwe beşdarî van qursan dibin û dixwazin kurdî fêr bibin.
Di sala 2014’an de Hîndekariya Zimanê Kurdî li Swîsre ji aliyê Mamoste H.Huseyîn Denîz ve hatibû fermîkirindan û ji wê rojê û vir ve êdî zarokên kurd dersên kurdî li dibistanên kantonan bi awayekî fermî dibînin. Ji vê yekê him zarok û him mamoste kêfxweş in, ji ber ku dikarin ji derfetên li dibistanan hene sûd bigirin û di hîndekariyê de bi kar bînin.
Ji bo sala hîndekariyê ya 2015-2016’an  zarokên dibistanên kurdî ji destê mamosteyên xwe bawernameyên dewreya yekem girtin, zarok wê van bawernameyan bibin ji mamosteyên xwe yên Swîsrî re û deqên ji hîndekariya kurdî girtine, wê bikeve ser bawernameya wan a dibistana Swîsrî. Ji ber vê yekê him malbat û him zarok kêfxweş in ku di bawernameya wan a Swîsrî de deqên hîndekariya kurdî wê cih bigrin û bandoreke erênî li ser deqên giştî bike.
6’ê sibatê dibistanên hîndekariya kurdî dimeşînin wê bikevin betlaneya dewreya yekem û 5’ê adarê ji bo dewreya duwem, dibistan car din wê dest pê bikin.

Çavkanî: azadiyawelat.info

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply