În , 25 Îlon. 2020

Zarok û Guhdarîkirin

Ji bo takekesiya peresîn, guhdarîkirina zarokan pir girîng e. Lewra zarokên ku di piçûkatiyê de tên guhdarîkirin him bixwebawerî û him jî bixwegiramiya wan li gor zarokên din ciyawaz e. Zarokên ku ji hêla malbatên tên guhdarîkirin girîngiyê didin xwe, ji xwe hezdikin û xwe wek mirovekî dibînin. Vêca ev zarok him di dibistanê him jî di nav civakê de serkeftî ne. Zarokên ku di piçûkatiya xwe de nehatine guhdarîkirin: Dema ku mezin dibin pirsgirêkên xwe davêjin hundirê xwe û derûniya wan xera dibe. Ji bilî di binehişê xwe de girîngiyê nadin xwe, bixwebawerî û bixwegiramîya wan kêm e.                                         

Hinek malbat hene ku gazindê wisa dikin:  “Em nikarin bi zarokên xwe re têkiliyên erênî pêk bînin, zarokên me naaxivin, dema em jê tiştekî pirs dikin zû hêrs dibin, pirsgirêkên xwe ji me re nabêjin…” Em dibînin ku zarokên ku di piçûkatîya wan de nehatiye guhdarîkirin, bi helwestên wisa xwe îfade dikin. Ji bo vê mijar çi qas girîng dibe bila bibe pêwîst e ku em fikrên wan bigirin û guhdarî bikin.

Berî her tiştî çawa ku em dixwazin doraliya me, me guhdarî bikin, ji bo em hestê xwe û ramanê xwe îfade bikin pêwîst e ku em jî hestên zarokên xwe û hizrên wan guhdarî bikin. Bila em bizanibin ku zarok jî wek me pirsgirêkên wan hene, zarok jî dikevin stresê, zarok jî hezdikin ku hinek wan guhdarî bikin.  Ji ber vê yekê tu cûdatiya wan û me ji hevdu tune ye. Ji ber vê yekê pêwîst e ku em jî zarokên xwe wek însanekî bibînin û  guhdarî bikin. Zarok dema hestên xwe û fikrên xwe bi dewisînin pêşerojê arîşeyên derûnî dê derkevin holê.

Ji bo vê heke em dixwazin derûniya zarokên xwe nasbikin, zarokên xwe nasbikin lazim e ku em bi empati nêzîkî zarokên xwe bibin û wan guhdarî bikin. Madem guhdarîkirina zarokan ev qas girîng e, gelo em ê çawa zarokên xwe guhdarî bikin?
1) Dema zarokên we axivîn wan guhdarî bikin û peyvên wan nebirin û zarok di nav civakê de piçûk nexînin, pê de neqeherin.
2)Dema ku zarok diaxivin li çavên wan binêrin û li ser axaftina wan baldar bin.
3) Zarok dema pirsgirêkên xwe vedibijên ji kesî re nebêjin û axaftinê wan nebirin.
4)Heke ji bo guhdarîkirinê wextê we tune be, wextekî ji wan re diyar bikin.

Fikrên zarokê we çi dibe bila bibe zarokên xwe ji bo pêşeroja wan guhdarî bikin. Bila em bizanibin ku zarok hebûna me ne. Ji bo em li vê hebûnê xwedî derkevin lazim e ku em zarokên xwe guhdarî bikin.

M. Ali Basık

ÇANDNAME

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Ji Bo Zarokan Feydeyên Vexwarina Şîr

Şîr ji zayînê û pê ve ji bo bihêzbûna hestîyan û movikan gelekî girîng e. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.