Zarok û derengmayîna axaftina wan

Rêya herî baş ta zarok hînî axaftinê bibe, ew e ku dê her dem bi zaroka xwe re biaxive. Lê di heman demê de divê bizanibe wê çewa pê re biaxive û ferhenga gotinên wî û têgihiştina wî bi pêş bikeve. Ev çend şîretin divê dê wan ji bîr neke.

Di têkiliya xwe ya rojane de bi zarokê re:

  1. Her tiştî jê re şirove bike. Tiştên ku li dora te û bi te re çêdibin, jê re şirove bêje. Mînak: Çaxa tu xwarinê çêdikî ew li erdê rûniştiye, ji xwe re dileyîze. Jê re bêje ku hun li metbexê ne û bêje dayê xwarinê çêdike. Tu jî dileyîzî. Ev alîkariya wî dike ku gotinên nû ji ber bike.
  2. Pirsan jê bike. Zaroka te nikare axaftin û pirsan ji hev nasbike. Eger biçûk be û nizanibe bersivê bide jî, jê bipirse. Mînak: Jê bipirse “Tu dixwazî xwarinê bixwî?”. Careka dinê jî jê bipirse û bersivê bide. Bêje “erê”. Wê serê xwe bihejîne. Ta ew jî hîn bibe û nasbike ku pirs jî hewceyî bersivê ne.
  3. Jê re çîrokan bêje ta xeyalên wî fireh bibin û ferhenga gotinên wî dewlemend bibe.
  4. Bi zimanê pitikan pê re neaxive. Ji ber ev zimanê zarokan qels dike.
  5. Îşaretan bikar bîne. Di çaxa axaftinê de bikaranîna îşaretan alîkariya zarokê dike ku zûtir û rihettir têbigihê.
  6. Divê tu posîtîv (erênî) bî. Hinek dê, tenê çaxa şîretan li zarokan dikin, an çaxa bi wan re dixeyîdin, bi zarokan re diaxivin. Divê tu erînî bî, bi henek û bi xweşî bi zarokan re biaxivî.
  7. Li zaroka xwe guhdarî bike. Her gavê şaşîtiyê wî rast neke. Bi gotinên wî nekene. Henekên xwe pê neke.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

“Min nekin qurbana teknolojiyê”

Berî her tiştî, ez dixwazim vê yekê bibêjim, ez li hember Instagram, Facebook an torên …

Leave a Reply