Zarok bi gotinê bi hêz dibin?

Dêbav di mijara çawa dîsiplînê bidin zarokan de ewqas endîşe dikin ku gaveke ku herî kêm bi qasî dîsîplînê girîng e ji bîr dikin: Pişt re divê çi bê kirin?

Derûnnasê gihaştinê Ashley Soderlund eger daxwaza me guhertina tevgerên zarokan bin, divê em wan “bi hêz” bikin.

“Zarok ‘li vir û di vê gavê de’ dijîn û bi taybetî zarokên biçûk bi dêsmana hişekî ‘westar’ difikirin. Ango bi awayekî xwezayî ferz nakin ku dibe tiştek biguhere an jî dê biguhere. Ji ber vê, divê em wan hîn bikin ku ew dikarin tevgerên xwe biguherînin û mezin bibin”.

Lê em dikarin vê çawa bikin?

Soderlund, dema zarokê/a we tiştekî xelet bike, ji bo sererastkirina vê tevgerê çend gavên hêsan pêşniyaz dike. Mînak, eger zarokê/a we pêleyîstoka ku zarokeke din pê dileyîze ji destê wî/wê bistîne û zarokê/a li hember ji ber vê xemgîn bibe, wê demê divê hûn sererastkirina tevgerê û rêbazên dîsiplînê ku wek pêşkêşkirina çareseriyên alternatîf bi kar bînin.

Lê beriya vegera wan a lîstikê, divê hûn zarokan di mijara guhertinê de bi hêz bikin û hestên wan ên neyînî belav bikin. Soderlund, ji bo vê pêşniyaz dike ku hûn vê yekê bibêjin:

“Tu yê cara din bi bîr bînî.”

An jî hûn dikarin ji bo vê rewşê taybettir bibin û bibêjin, “Tu yê careke din ji bîr nekî ku li benda dora xwe rawestî, meraq neke”. Soderlund dibêje ev hevokên hêsan ji bo zarokan gelek tişt îfade dikin.

“Ev, ji wan re dibêje ku xeletiyên wan ên îroyîn, ne xeletiyên mayînde ne ku ew nikarin biguherînin û di heman demê de tiştekî erênî yê ku ew ê bikaribin li ser kom bibin dide wan. Herwisa, ev dibe sedema sistbûna hestên heyî jî. Hesta ‘Niha ez xwe xerab hîs dikim lê careke din dibe ku ez baştir bim’ hîseke rihetiyê û xwesteka ceribandina careke din dide wan”.

Soderlund, ku bi xwe jî dayîk e, dibêje ku ev gotin herî pir di zarokên dora 3 salî de bi bandor e.

“Zarokên biçûk zû bi zû nikarin bînin bîra xwe. Ger hûn her car wan bi gotinên xwe bi hêz bikin, ew ê van tevgeran hêdî hêdî qebûl bikin”.

Çavkanî: https://www.popsugar.com/moms/What-Say-Kids-After-Disciplining-Them-43614268?utm_medium=facebook&utm_source=post&utm_campaign=moms


Werger: Tufan Yamaç

Derbar Çand Name

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply