Zarema bihara Avestayê ye!

Dema govara Zarema dest bi weşanê kir endamên komxebatê di warê nivîsê de hîn nû bûn û di nav wan de kesên xwedî tecrubeyên dirêj tune bû. Fahriye Adsay a berdevkê komxebata govara Zarema ragihand ku têkiliya wê û govargeriyê bi govara ‘Wêje û Rexne’yê destpêkiriye, lê di demek kirt de ew û hevalên wê bi navê Zarema yê govareke nû derxistine.

Fahriye Adsay li ser govara Zarema ji BasNûçe’yê re axivî û got: “Herkes dikare binivîse û jixwe herkes govarekê jî derdixe, lê di wan govara de kûrahî û nerînên ji bo avakirina perspektîfên nû tunebû. Me jî li hember vê kêmasiyê xwest ku Zarema bibe sedema avakirina perspektîfên nû, nivîsên kûr û hin nerînên analîtîk û hînkirina tiştên nû.” Adsay amaje bi wê yekê kir ku dema wan ji bo govarê li navan geriyane dîtine ku hemû nav hatine bikaranîn, pişt re li Avestayê nerîne: “Jixwe Avesta ji îngilîzî min û İbrahim Bingöl wergerandibû tirkî û di rûpelên dawî de me wek ferhengekê jî nivîsandibû. Di wê ferhengê de gotina herî dawî ‘Zarema’ bû û wateya wê jî ‘bihar’ bû. Hem nav xweş bû hem dengê Zarema xweş dihat guhên me û bêje nebêje hinek bandora kevnbûn û têkiliya wê ya bi Avestayê re jî ev nav bo me balkêştir kir. Û ji ber wateya wê “bihar” ji bilî demsala vejînê nûbûnê jî tîne mirov, jixwe armanca me jî kovareke nû an cuda bû.” 

Cudahiya Zaremayê

Fahriye Adsay di derbarê naveroka govarê de diyarkir ku Zarema ne tenê wêjeye ji bilî wêjeyê, nivîsên li ser civakê felsefeyê,zanîstê li ser helbest û sinemayê ya ku rasterast bi kurdan eleqeder e ew derdixin pêş. Car caran ew wergera hin nivîsan jî dikin ku rewşenbîr û xwînerên Zarema ji wan nivîsan sûdê bigrin. Adsay li ser babeta cudahiya Zarema ku ji govarên din jî wiha axivî: “Cudabûna herî mezin ya Zaremayê avakirina perspektîfek nû û ne tenê perspektîfek wêjeyî an zanistî, avakirina perspektîfek siyasî ye jî Zarema. Zarema govara gotaraye. Beriya Zarema jî hebû lê li gor me di warê nivîsên ku çand û rewşa me bi awayekî analîtik rexne bikin valahî an kêmasî hebû, an em ji govarê heye ne razî bûn, lê wek Zarema ji serî heta dawî tu govar ji gotara pêk nehatiye. Jixwe nivîsa gotaran di kurdî de nû ye.” Adsay axaftina wiha domand: “Em dixwazin ku hemû xebatên me nû bin û tiştekî nû, ramaneke nû, analîzeke nû û perspektîfeke nû avabikin. Mixabin em kurd, me hîn jî mejîyê xwe ji mejiyê tirka veneqetandiye. Rewşenbîrên kurd, siyasetmedarên kurd an siyaset û jîn a hemû civakê wek netewê me, mejîyên me jî di bin dagirkeriyê deye. Edî mejiyê me gemariye, divê em mejiyê xwe ji gemara kolonyalîzmê paqij bikin.” Adsay daxuyand ku yek ji armancên Zaremayê ew e ku ew xwe ji bin bandora kolonyalîzmê rizgarbikin û ji bo wan ya herî girîng ew e hemû pekhateyên nivîskî bi vê perspektîfê derkeve hole û bê weşandin.

Zarema û nivîskarên wê ciwan in

Nivîskarên Zarema ciwan in û ji aliyê fikr û ramanan dînamîk in û hewl didin xwînerên kurdî jî bikaribin di zimanê xwe de gotaran binivîsîn û nivîsan bi zimanekî teorîk û analîtîk bixwînin. Fahriye Adsay rave kir ku ew ê bixwe jî berê li tu derê nenivîsandibû û nivîseke wê tenê di govara Wêje û Rexne yê de hatibû weşandin, wekî din bi Zarema yê dest bi nivîsê kiriye. Adsay axaftina xwe wiha domand: “Hevalên komxebatê yên kedkar û bi rûmet Mehmet Şarman, Ümran Aran, Mêhdî Cafarzade, Burhan Tek, Zana Zeydînî, Mehmed Emin Cırık, Kübra Sağır, Ferzan Şêr û Hesenê Dewrêş dinivîsînin û Zarema yê geştir dikin.

Endamê komxebatê Mehmet Şarman jî ragihand ku ji ber haya ciwanan ji rojeva kurdan, ji kolanan heye û pêwendiyên bi ciwanan re heye dikarin ramanên xwe yên nû bi rojane bînin ziman.

Mehmet Şarman

Naveroka Zaremayê

Kesêkî ku bixwaze Zarema bixwîne dibê kurdiya wî gelekî baş be û berê jî gelek tişt xwendibe. Lê ev jî heye yên ku Zarema têxin destê xwe û bixwazin bixwînin ji bo wan jî di govarê de beşeke bi navê ‘Kinbeş’ heye. Fahriye Adsay got ku ew kinbeşan ji babetên populer yên wek nûçe, hevpeyvîn û hin mijarên girîng ku di rojevê de demekê cîh girtinin pêk tên û bi zimanekê hêsan hatine nivîsandin û yên dixwînin jî aciz nabin. Bi taybetî xwendevanên wan yên ku tevgera kurdî û literatura kurdî nasdikin pêk tê. Adsay di derbarê ecibandina govarê de jî derbirî ku ew derfêtên wan çênebûye ew û xwînerên xwe werin bahev, lê yek bi yek an jî rû bi rû kes tu kesî nas jî nakin, ew li ser malpera wan, li ser torên civakî an jî bi peyaman re ecibandin û nirxandinên xwe ji wan re tînin ziman. Adsay wiha domand û got: “Mirov dikare bibêje ku bi dilekî paqij van nirxandinan dikin. Bi awayekî Zarema di girtîgehîn de gihîştiye destê girtiyekî û rojekê ji girtîgehîn ji mere nameyeke hat û di nameyê de pesnê Zarema didan. Rexneyên erênî dikirin û digotin govara herî biqalîte di nav govarên kurdî de Zarema ye. Yên ku ji mere nameyan dişînin em jî ji wan re govarê dişînin.”

Zarema netewperwer e

Adsay eşkere kir ku ji ber haya kurdan ji birînê hev tune û ew birînê xwe nasnakin, bi Zarema ew birînên xwe şanî hevdidin û didin nasîn. Armanca Zarema ew e ku xwe naskirin, wan nasikirin, hev naskirin, aso firehkirin û ji bo rewşenbîriyê jî avakirina zimanekî teorîk û kurdîfîzekirina têgehan nû ye ku ji bo êdî kes nebejê ‘Heval ez kurdî ya vê gotinê nizanim, ez bi tirkî bibêjim’. Adsay axaftina xwe wiha berdewam kir: “Divê zimanekî me hebe ku di her warê jiyanê de me têr bike. Bi zimanê gel ên din netew nayê avakirin û bila baş were zanîn ku em wek govara Zarema netewperwerin û ji bo netewê xwe zimanekî ramanê ava dikin. Pirsgirêka me ne zimanê bav û kala ye. Pirsgirêka me nûkirina zimanê bavûkalên me bo hewcedariyên îro ye, me ev daniye ser milên xwe û bi vî awayî em alîkariya avakirina hişmendiya netewê xwe dikin. Jixwe hin kes bi sînema, bi wêje, bi pereyên xwe, bi çekên xwe û laşên xwe alîkariya netewa xwe dikin. Netewên xurt yên xwedî çandeke xurtin jî û em bi vî awayî dixwazin çandeke xurt ava bikin û wisa alîkariya netewê xwe bikin.” Adsay ragihand ku govareke tenê li ser zanistî, yek tenê li ser wêje, yek tenê li ser sînema, yek tenê li ser çandê û her wiha ji bo babetekê tenê bi pîsporî govareke hebûya; lê mixabin tune ye û ji ber vê jî ew xwe mecbûr dibînin ku li ser her babetê dinivîsînin an jî nivîsan biweşînin.

Taybetmendiyên hêja yên Zarema

Zarema di nav hemû govaran de bi rengekî cuda derdikeve pêş û xwe dide hezkirin. Adsay li ser taybetmendiyên Zaremayê jî wiha axivî: “Zarema mînak govare ku li ser helbesta kurdî bi rexnegerî wek dosyayekê bi firehî cîh ji helbestê re veqetandiye. Her wiha li ser şanoyê jî ez bawerim ku tenê Zarema bi awayekî akademîk û teorîk nivîs weşandiye. Ji aliyekî din dîsa taybetî bi kurdî wek dosyayekê li ser Femînîzmê Zarema nivîsên teorîk û akademîk nivîsiye. Hejmareke me tenê li ser kolonyalîzmê bû û mirov dikare bêje ku cara yekem bi kurdî kolonyalîzm wisa bi berfirehî hatiye nivîsandin.”

Adsay xwest kuxwînerên wan vê yekê jî baş bizanibin di Zaremayê de hevkariya rewşenbîrên Rojhilat û Başûr jî pir çêbûye û lêkolîner û nivîskarên weke Berzo Elîasi, Farangîs Ghaderî, Mahro Rashît Rostramî û Bextitar Secadî, Abdulxaliq Yeqûbî, Buşra Kesnezanî, Cemal Cebar Xerîb û Hendirên jî beşdarî li xebatên wan kirine.

Çavkanî : www.basnuce.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply