Zanist û Kurd an El-Cizirî

Destpêk(1)

Mirovahî li gor pedivîyên xwe li ser şopa zanînê meşîye. Mirov ji bo ku razê gerdûnê keşf bike û ji bo ku jiyaneke hesan bije her dem bi rêyên zanistî li çareserîyeke gerîya ye. Di ve lêgerînê de ji mirovan re tişta herî alîkar bêguman zanist bi xwe bû. Lê bele dibe pêşî zanist werê naskirin. Bi gotineke dîn dibe zanînên ku li ser rûyê erde hene werin sinifandin. Bêguman zanist jiyaneke hesan pêşkeşî mirovahîye kiriye. Gelo ji we zanîn û zanista ku dinyaya îro ya nûjen pêşketiye de kurd li kuderene? An kurd dinav zanistê de cihekî çawa digrin? Gelo kurd li zanistê xwedî derketine? Di vê nivîsê de emê bikevin pêy şopa zanist û zanista kurdî.

Zanist

Zanist ji koka zanînê tê. An ku bingeha zanistê zanîne. Zanîn, agahdarîbûna her tiştîye. Heçî zaniste bi taybet zanîna ku hatiye tecrûbekirine. Bi gotineke dî bi awayekî ku ji hêla kesên pîspor ve li gor hin kanuna ve diyarkirina agahîyane. Zanist kêmasî û pêdivîyên mirovan bicîh tênê. Ku îro dema em dibe zanist tiştên tibê, fizîkê, kîmyayê, teknolojiye tê bîra me.

Dabeşkirina Zanînê / Zanistê

Ji demen qedim ve heta îro gelek zanayan û rewşenbîran zanist dabeşkirine. Her kesekî li gor zanîn û ramanên xwe zanist ji hew cûda kirine an ku kategorize kirine. Bi gelemperî zanist wek du beşên sereke tê beşkirin.

  1. Zanîstên Civakî[2]; dîn, edebiyat, dîrok, erdnîgarî, felsefe, …
  2. Zanistên Pozitîf; fizik, biyoloji, tib, kîmya, elektronîk, …

Di vir de mijara me zanistên pozitîfîn. Dema me zanist nivîsî armanca me zanistên pozitîfin.

Zanist û Kurd

Wek rastîyeke jiyanêye ku zanist li deverên ku mirov azad bê tê avakirin. Li deverên ku ramanên mirovan ne azad bê pêşketinên zanistî ne mimkûne ku çêbibin. Naxwe em dikarin pêşketinên zanistî bi desthilatdarîye ve girebidin. Wek mînak dema îro em li welatên ku ji hêla zanistê ve pêşketîne dinerin bêguman ji hêla azadîye ve jî pêşketîne. Naxwe ev rewş di her demê mirovahîye de rastîyeke jiyaneye.

Ji roja ku dîroka mirovahîye hatine nivîsandin heta roja me Kurd bi awayeki rêk û pêk nebûne desthilatdar[3]. Evna jî encama nebûna zanistan dibe. Desthilatdarî hêzeke mezin dide pêşketinên zanistî. Lê bele, gelo zanist ji nav kurda derneketîye? Wek bersiv em dikarin bi dilekî rihet bibejin ku zanist ji nav kurda jî derketîye lê ne bi zimanê kurdî û ne li ser navê kurdan. Wek tê zanîn ku bi sedan zaneyên kurd hene û bi hezaran berhem û lêkolîn derxistine meydanê. Lê mixabin bi bandora desthilatdarîye tev berhem bi zimanê desthilatdaranin. Ku li gor demê xwe an Erebî an Farisî bûn. Di vir de ev pirs derdikeve hemberê me. Gelo kesê ku tiştekî zanistî pêşkeşkiribe, kurdbûna wi bes e? Mesele zimanê berhemê ne girînge gelo? An her kesê ku li ser axa Kurdistanê hatiye dinye dibe Kurd be? Pirsên bi vi awayî yek dikare zêdebike. Lê bele ev vegerin mijara xwe.

Diroka zanista kurdî em dikarin wek sê serdema bibeşbikin.

  1. Serdema Antîk; Ev serdem ji roja ku şaristanî avabûne heta ku kurd ketine bin fermandarîya Îslame berdewamkiriye. Ji vê serdeme bi taybetî zanistên dibin sîya efsaneyan de hene ku bidevkî an ji lêkolînên nivîskî hatine berhevkirin. Di vir de gotina herî ku ji bo kurda xweş tê bêguman ya Elî Şerîatîye. Elî Şerîatî di pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Îslam û Zanist û Şaristanîye de ‘Şaristanîya Yewnan, şaristanîyeke kurdên ku koçî Yewnanê kirine avakirine. … Çavkanîya şaristanîya Yewnan Kurd in.’
  2. Serdema Klasîk; Ji destpêka fermandarîya Îslame destpêdike heta sedsala 18an didome. Di ve serdemê de bi saya medreseyan xwendin û nivîsandin dinav kurdan de belavbû. Di vê serdemê de bi teşwîkkirina dînê Îslamê zanayên medresa li ser mijarên zanistî rawestîya ne. Ev rewş encama pêşketina zanistê dide. Lê mixabin xebatên zanistî ku mabesta me zanistên pozitifin gelekî kem in. Tenê xebatên el-Cizîrî hene. Ew xebat jî di beşa el-Cizîrî de yê werê diyarkirin.
  3. Serdema Modern; Ji sedsala 18an destpêdike heta roja me didome. Mixabin di vê serdemê de jî ti xebatên li ber çav nînin. Di vir de sedema herî girîng tinebûna desthilatdarîyeke kurdan e. Kurd, di sedsala 20an û sere sedsala 21an de bi taybetî ji kare siyasete daketin.

El-Cizîrî

Navê wî yê rast Bedûzzaman Ebûl-îz Îsmaîl kurê Rezzaz e. Nave bavê vî Rezzaz e. Nasnavê vî el – Cizîrî ye. Li rojava bi navê Cazarî an Gazarî tê naskirin. Di navbera salên 1152 û 1233yan de jiyaye. Li medreseyên Kurdistanê[4] perwerdehîya xwe qedandiye û li heman dem li van medreseyan ders daye. Ku ev medrese medreseyên Cizîrê û Diyarbekirê ne. Îro di nav zanistên dinyaye de wek bavê sîbernetîke tê qebûlkirin. Wek dî neqqaşekî zîrek, endezyarekî pêşketî, fizîkvanekî jêhatî, hostayê maşînaye. Navê pirtûka wî ya bi nav û deng El Camî û Beynel Îlmî Wel Amel, En Nafî û Fîs-senaetîl Hîyel e. Bi kurtasî wek el-Hîyel tê naskirin. 16 kopyayê ve berhemê li mûzêyên cûda yên dinye de tê parastin. 5 ji wan kopyaya li mûzêyên Tirkî ne. El-Cizîrî heta sala 1174an li Cizîrê dimenê. Ji ber sedemên siyasî derbasî Diyarbekirê dibe. Li vir li qesra Artûkîyan de ew berhema xweyî heja dinivîsênê. Dawîya temenê xwe vedigerê Cizîrê û li vir dimirê. Îro gora wî li bajarê Cizîrê ye.

Bele piştî van agahîyan em werin ser ciherengîya el-Cizîrî. El-Cizîrî bi xebatên xwe wek serkeşe şaristanîya îro tê qebûlkirin. Ku şaristanî bi sîbernetîkê pêşde çûye. Îro di her tiştê elektronîk û otomatik de bandora el-Cizîrî heye. Dinya alem li ser xebatên el-Cizîrî lêkolîna dike lê mixabin mirovekî bi vî rengî hêja dinav kurdan de naye naskirin. El-Hîyel di gelek kovarê zanistî de cîhgirtîye. Li zanîngehan li serê xebatên akademik tê ne çêkirin. El-Hîyel heta niha vergerandine zimanên tîrkî, îngîlîzî, elmanî, fransevî. Zimanê berhemê yê orjînal erebî.

Encam

Wek di vê kurtelêkolîne de hat dîdin berî hezar salî kurd bi zanistê re tekîldar bûne. Le ji hingi heta niha ti xebatên li ber çav nehatine kirin. Belê, çima gele kurd mirovekî ewqas binavûdeng nasnakê? Em zaneyên bîyanî baş nasdikin. Li ser wan xebatan dikin. Lê heya me ji zaneyên me nîne. Sedem çibe gelo? An wek bav û papîrên me gelo geyayê hewşê tahl e. Em li el-Cizîrî xwedî derneketin lê Tirk û Ereb ew ji xwe hesibandin. Di vê nivîsê de me xwest bi çend pirsa bala mirovên kurd bikşenîn ser lêkolînên zanistî ku mabesta me zanîstên pozitiv în. Wek armanceke duyem ji me xwest kurd el-Cizîrî nasbikin û lê xwedî derkevin.

Çavkanî:

  1. Yaşın, Abdullah. “Cizreli İsmail Ebul-İz” Kent Y.
  2. Işık, İbrahim. “A’dan Z’ye Kürtler” Weş. Nûbihar
  3. Çağlayan, Mehmet. “Şark Uleması” Çağlayan Y.
  4. Nasr, Hüseyin. “İslam ve Bilim”, İnsan Y.

Mêrdîn, 2014

[1] Ev nivîs di kovara Heftreng de di hejmera 2. de hatiye weşandin.

[2] Ya rast hin kes zanistên dîni ji van kategorîyan cûda digrin. Ji ber ku zanistên dînî bawerîye dixwazin.

[3] Her çiqas di demên antîk de împaratorîyen wek Mîtannî, Sumer û Urartu kurd werin danasîn jî bi awayekî zanistî hê nediyare ku ew bavûkalên kurdên îro ne. An di dema mîrektîyan da her çiqas mîrektîyên kurdan hebin jî ji ber ku berhem û zimane desthilatdar ne kurdî bû vê dîtîna me piştrast dike. Ji ber ku mîrektî giredayî împaratorîyen mezin bûn.

[4] Eger ev peyva medresên Kurdistanê em rast bipejirenin destpeka medreseyan li Kurdistanê diçe sedsala 12an. Lê me li vir bi mabesta ku medreseyên li ser axa Kurdistanê avabûne behskiriye. Ya rast em nepiştrastin be kengî kurdî ketiye medreseyan de.

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply