Zanîngeha Mêrdînê Ji Bo Mastirê Kontejan Vekirin

Li Zanîngeha Mêrdînê ji bo  demsala Biharê ya sala 2016-2017an di Enstîtuya Zimanên Zindî de ji bo bernameya Ziman û Çanda Kurdî xwendekarên Lîsansa Bilind a Bitez wê bêne standin. Derbarê agahtariyêde agahiyên berfireh li jêrê hene.

ZANÎNGEHA MÊRDÎN ARTUKLUYÊ

MUDÎRIYETA ENSTÎTUYA ZIMANÊN ZINDÎ

            Di demsala Biharê ya sala 2016-2017an de ji bo bernameyên li jêr wê xwendekarên Lîsansa Bilind a Bitez bêne qebûlkirin.

Bername

Kontenjan

Şert û Merc

Ziman û Çanda Kurdî

Hemwelatiyên T. C.

Biyanî

Mezûnbûna ji bernameyeke Lîsansê

15

10*

* 5 kes ji kurdên Iraqê û 5 ji kurdên heremên din wê bêne qebûlkirin

 

Ji bo Xwendekarên Biyanî Şertên Serlêdanê

  1. Serlêdan bi şexsê xwe an jî bi riya postê dibin.
  2. Kesên ku serî lê didin hewce ye xwedî dîplomeyeke Lîsansê bin.
  3. Kesên ku serî lê didin hewce ye notê wan ê mezûniyetê li gorî sîstema 100î hatibe nîşandan û notê wan kêmanî ji sedî 65 be. Belgeya wan a ku notê mezûniyetê nîşan dide hewce ye ji zanîngeha ku mezûn bûne hatibe pejirandin.

Ji bo Xwendekarên Biyanî Belgeyên Hewce Seba Serlêdanê

  1. Forma Serlêdanê (Li ser malpera Enstîtuyê heye)
  2. Fotokopiya dîplomeya Lîsansê an jî belgeya mezûniyetê
  3. Fotokopiya transkrîptê (belgeya notê mezûniyetê) ya pejirandî
  4. Hebek sûret

Ji bo Xwendekarên Biyanî Esasên Nirxandina Serlêdanê

Puanê xwendekar li gorî rêjeya jêr tê hesabkirin.

  • % 20         Notê mezûniyeta Lîsansê
  • % 40         Puana ezmûna nivîskî*
  • % 40         Puana ezmûna devkî (mulaqat)
  • Di encama van hemûyan de hewce ye xwendekar kêmanî 55 puan bistîne.
  • Yên ku benda 55 puanê derbas kirin li gorî bilindbûna puanên xwe tên rêzkirin û bi qasî kontenjanê kes tên wergirtin. Dîsa bi qasî yên qezenckirî kes wekî yedek tên hesibandin. Gava ji yên qezenckirî kesek qeyda xwe neke ji yên yedek xwendekar tê wergirtin.

 

Dîrokên Serlêdan, Nirxandin û Qeydê

Serlêdan

19-30/12/2016

Bo Hemwelatiyên T.C. ezmûna nivîskî

06/01/2017, Saet: 15.00

Bo Biyaniyan ezmûna nivîskî

05/01/2017, Saet: 10.00

Bo Biyaniyan ezmûna devkî

06/01/2017, Saet: 15.00

Encamên ezmûnan

07/01/2017

Îtiraz ji bo encama ezmûnan

9-13/01/2017

Qeydiya yên qezenckirî

16-20/01/2017

Qeydiya yên qezenckirî ji nav yedekan

23-27/01/2017

Not 1: Azmûna niviskî wê bi alfabeya latinî û lehçeya Kurmancî bêkirin.

Navnîşana Serlêdanê: Enstîtuya Zimanên Zindî, kêleka avahiya Rektoriyê, Mêrdîn.

Tel: 0482 212 98 84.

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply