ZANÎNA WÊJEYÎ

Zanîn bê dawî ye. Kî bibêje ez pir zanim jî, ew hêj gelek tişt nizane. Mirov herroj tiştên nû fêr dibe, dihewise. Zanîna ku mirov ji xwezayê, civakê, perwerdekirinê, axaftin û sohbetê û ji rojname û pirtûk xwendinê fêr dibe, çiqas dewlemendbe jî, dîsa jî têr nake û pêwîste mirov hîn pirtir tişt fêr bibe. Zanîna tiştan hetanî dawiya jîyana mirov didome.

 

Dema mirov pirtûk, kovar û rojname dixwîne, tiştên ku fêr dibe, berê nizanibûye. Mirov her roj gelek tişt fêr dibe ku roja berê wan tiştan nizanibûye. Wek mînak ez van tiştan îro fêr bûm. Ka bixwînin belkî hûn jî van tiştan berê nizanibûn.

 

  • Shakespeare roja 23 Nîsanê ji dayik bûye û roja 23 Nîsanê miriye.
  • Mejiyê masîya Yunus ji yê însanan mezintir e.
  • Germahiya dinê 0,7 derece zêde bûye.
  • Li dine herî pir nave Muhammed li zarokan hatiye danîn.
  • Li Tirkiyê bi nave Muhammed 1 milyon 229 hezar kes hene.
  • Her roj di navbera 80 û 100 têlên pore mirov diweşe.
  • Hundirê mejiyê mirov tije av e.
  • Mirov di nav heft deqan de radize.
  • Ava germ ji av asar girantir e.
  • Porên porzeran ji yên esmeran pirtir e.
  • Dolabên qeşayê yên Eskîmoyan ji bo ku xwarina wan qeşa negrê tê bikaranîn.
  • Tenê mêşên mê gez dikin, mêşên nêr gez nakin.
  • Ji sedî heştê heywanên dinê şeş ling in.
  • Li Hîndîstanê bi qasê hejmara Avusturalyayê jin diwelidin.
  • Li dinê tenê malbatên Kurd xwedî bîst zarokan in.

 

Min ê sernavê nivîsa xwe “Zanîna Edebî û Xwendevan” daniyana. Lê, di rojnamegeriyê de sernavên nivîsan kin be û balkêş be, hîn baştir e. Loma jî min sernaveke kin “Zanîna Edebî” nivîsî. Lê, ez ê netenê behsa zanîna edebî bikim, herweha ez ê behsa zanîna edebî û xwendevanan bikim.

 

Di jiyana edebî de ji bo her nivîskarî zanîna edebî pêwîst e. Divê nivîskar pîvanên edebî, teknîka nivîsînê, metoda lihevûdu girêdanê û herweha gelek tişt zanibe û haya mirov ji teoriya edebiyatê û ji edebiyata cîhanê hebe.

 

Wek min di destpêka nivîsê de got û niha dubare dikim; Zanîn bêdawîn e. Mirov çiqas bibêje ez zanim, haya min ji hertiştî heye jî, mirov gelek tişt nizane û haya mirov ji gelek tiştan tune. Mirov bi perwerdê, bi xwendinê û ji jîyanê her roj tiştên nûh fêr dibe. Çawa ku civat û xwendevan ji nivîskaran gelek tişt fêr dibin, herweha nivîskar jî ji civatê û xwendevanan pir tişt fêr dibin.

 

Hinek dibêjin “Nivîskar ji herkesî pirtir berhema xwe nas dike, berhema xwe fêm dike.” Bi min newehaye. Hinek xwendevan û carna jî hinek rexnegir berhema nivîskar ji nivîskar baştir fêm dikin.

 

Mirov tiştek biafrîne nayê wê manê ku wê baş fêm dike. Dê û bav zarok dixulqînin, lê carna ew zarokêku xuliqandine baş fêm nakin. Car heye hevalên zarokên wan ji wan baştir zarokên wan fêm dikin, nas dikin.

 

Zanîn û şîrovekirina herkesî wekhev nîn e. Her însan li gor xwe nirxandinên cuda dike. Car heye, nirxandina xwendevanekî ji nirxandina nivîskar rastir, objektîftir û baştir e. Dema nivîskar berhema xwe dinivîse û diweşîne, dibe ku gelek tiştan, şaşî û kêmaniyan nebîne. Lê, xwendevanekî ku bi çavê rexnegirî berhemê bixwîne, dikare di berhemê de gelek şaşî û kêmanî bibîne.

 

Xwendevan û rexnegirên edebî bi çavên ku nivîskar li berhema xwe mêze dike, mêze nake. Ew li gor bîrûbawerîyên xwe, li gor zanîna xwe ya edebî li berhemê mêze dike û li gor xwe berhemê dinirxîne.

 

Helbet zanîna edebî gelek girîng e. Gelek xwendevan û rexnegir hene ku di hêla zanîna edebî de ji gelek nivîskaran zanatir in. Rexnegir -helbet ne rexnegirên hesûd û dilreş- û xwendevanên zana berhema nivîskar ji wî baştir dinirxînin. Hinek rexnegir û xwendevanên ku karê rexnegiriyê bi şêweyeke profesyonelî pêk tînin, bi nirxandin û analîzên xwe rê bi nivîskar nîşan didin. Nivîsên wan ên rexneyî ji bo nivîskar dibe alîkariyeke girîng, nivîskar ji rexneyên wan siudê werdigrin, bi şaşî û kêmaniyên xwe dihesin.

 

Di gelek welatan de yê ku riya pêşveçûna pêvajoya edebiyatê tayin dikin, rexnegir in. Rexnegir dibe xwedî otorîte. Li Rusya`yê rewş weha bû û rexnegir Belînskî di edebiyata rusî de bûbû otorîteyek. Min navê sernivîseke xwe danîbû “Xweziya Belînskîyekî Me Kurdan Jî Hebana” (Ew nivîs heft sal berê di rojnama “Roj”ê de derketibû.) lê, çi heyf ku hêj jî rexnegirekî wek Belînskî ê kurdan tune ye.

 

Belê, rexnegirên kurd yên edebiyata kurdî tune ne. Lê, xwendevanên kurd hene, ew bi kurdî dixwînin û ew gelek caran ji rexnegirekî baştir berhemên edebî dinirxînin. Min bi xwe ji dîtin û nirxandinên xwendevanan gelek feyde dîtiye. Tiştên ku min di berhemên xwe de nedîtiye, kêmanî û serketinên ku di berhemên min de hebûne, min bi saya xwendevanan dîtiye. Ez bi xêra xwendevanan gelek tişt fêr bûme.

 

Li gor bîrûbaweriya min û li gorê zanîna min a edebî, nivîskar, berhem û xwendevan bi hevûdu ve girêdayîne, hevûdu temam dikin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply