Zanayî û Nezanî

Hevalên hêja û birûmet!

Em dixwazin îro hinekî li ser têgîna zanebûn û nezaniyê rawestin. Û têkilî wê jî pêwendiya navbera peyva ‘zana’ û ‘nezan’ li gorî zanebûna xwe rave û şîrove bikin. Jiyan, bi zanebûn dest pê dike. Roja ku mirov ji dayik dibe, tu tiştî nizane. Hin bi hin, hin tiştan hîn dibe. Her ku hin tiştan hîn dibe, zanebûna xwe ya der barê wan tiştan de zêde û nezaniya xwe kêm dike. Zanayî û nezanî du têgînên bêsînor û guherbar in. Ligel ku bêsînor û guherbar in jî mimkûn e ku mirov hin tiştan zanibe û hin tiştan jî nizanibe.

Belê tu carî ne mimkûn e ku mirov hert tiştî zanibe. Lewre mirov çi qasî nezan be, xwe ew qasî zana û çi qasî zana be jî, xwe ew qasî nezan dibîne. Îcar, divê em hinekî li ser pirsên “Zanebûn çi ye?”, “Nezanî çi ye?” an jî “Zana kî ye?” , “Nezan kî ye?” kêlîkê serê xwe biêşînin û li bersiva wan bigerin Wekî ku tê zanîn, di zimanê kurdî de digel peyvên hemwate û hemdeng; peyvên dijwate jî hene. Çawa ku peyva ‘zana’ û ‘nezan’ du peyvên dijwate ne, têgîna ‘zanayî’ û ‘nezanî’ jî du têgînên dijber in. Di zimanekê de zêdebûna peyvên dijber û hemwate dewlemendiya zimên, belê peyvên hemdeng xizaniya zimên nîşan dide. Peyvên dijwate di kurdî de hin caran bi pêşqertafeke neyinî (pêşgira ‘na’) pêk tên. Bo nimûne; xweş-nexweş, baş-nebaş, zana-nezan û hwd.

Peyva ‘nezan’ her çendî ku dijbera peyva ‘zana’ be jî, ji heman peyvê hatiye dariştin. Kesê/a ku der barê tiştekî de xwedî zanîn be, wekî ‘zana’ ; kesê/a ku der barê tiştekî de ne xwedî zanîn be jî, wekî ‘nezan’ tê binavkirin. Peyva ‘zana’, bêtir nêzîkî peyva ‘hişmend’; peyva nezan jî nêzîkî peyva ‘xeşîm’ e. Her wekî din jî, peyva ‘zana’, kesên ‘baqil’, ‘hoste’ û ‘jîr’; belê peyva ‘nezan’, jî kesên ‘naşî’, ‘xam’, û ‘ecemî’ (ango ne zana) destnîşan dike. Wekî dubare ‘zanayî’ û ‘nezanî’ jî du têgînên dijber in. Wekî ku me li jorê diyarkiribû, ne dawiya zanebûnê heye û ne jî ya nezaniyê. Mirov çi qasî ‘zana’ dibe bila bibe, her gav aliyekî wî/wê yê ‘nezan’ û çi qasî jî nezan dibe bila bibe, her gav aliyekî wî/wê yê ‘zana’ dimîne.

Di gelek zimanan de, mirovên ‘xwende’ wekî mirovên ‘zana’ û kesên ‘nexwendî’ jî wekî kesên ‘nezan’ tên binavkirin. Li aliyê din, mirovên ku xwendin û nivîsandina wan heye, wekî mirovên ‘zana’ û kesên ku xwendin û nivîsandina wan tuneye jî wekî kesên ‘nezan’ tên hesibandin. Ev pênas çi qasî rast e? Mirov, der barê tiştekî de, çi qasî zana û çi qasî nezan e? Mirov, der barê tiştekî de xwe çi qasî zana û çi qasî nezan dibîne? Bi ya min bê xwendin û nivîsandin zanebûn (zanebûna zanistî) ne mimkûn e. Belê her gav xwendin û nivîsandin tenê jî têra zanebûna mirov nake. Lewre zanebûna her tiştî pisporiyê dixwaze. Kesên ku li gorî rêbaz û qaydeyên zanînê tevnegerin, nikarin zanebûna xwe pêşve bibin.

Qayde an jî rêbaza ku mirov ber bi zanebûneke rastîn ve dike, azîne û formulasyona zansitî ye. Azîne û formulasyona zansitî jî li gorî jîrayiya analîtîk, hişmendiya hûrbîn û aqilê hevpar pêk tê. Hînbûna xwendin û nivîsandinê tenê têra zanebûna mirov nake. Xwendebûn, zanebûna mirov pêşve dibe; belê nezaniya mirov ji holê ranake Bi kurtayî mirov çi qasî xwe ‘zana’ bibîne, ew qasî ‘nezan’; mirov çi qasî xwe ‘nezan’ bibîne jî ew qasî ‘zana’ ye. Ji ramanwerê gewre Sokrates dipirsin û dibêjin: “Tu mirovekî pir zana û pêşketî yî. Gelo tiştê ku tu herî baş dizanî çi ye?” Feylesofê bi nav û deng, bersiveke pir girîng û watedar dide û dibêje:“Tiştê ku ez baş dizanim ew e ku, ez tu tiştî nizanim” Feylesofekî wekî Sokrates, ji her kesî bêtir, hay ji nezaniya xwe heye.

Ji bo wê, bi piştrastî dibêje “Ez ji nezaniya xwe bêtir tu tiştî nizanim”. Gelo ew kesên ku bi pozbilindî dibêjin, “min dibistan xwendiye”, “min zanîngeh qedandiye”, “min ew qas pirtûk xwendine”, “ez pisporê vî karî me”, “ez têra xwe zana me” , “êdî pêdiviya min xwendinê nîn e” û hwd. çi qasî zana ne; an çi qasî dikarin zana bibin? Her zanatî bi nezaniyê dest pê dike. Û her nezanî jî bi zanatiyê ji holê radibe. Nezanî, rikberî, intdarî û serhişkî ye. Nezanî, xizanî, kêmberî û feqîrî ye. Nezanî zivarî, hêjarî û rebenî ye. Nezanî qelsî, lewazî û belengazî ye. Tiştê ku nezaniya mirov bi mirov dide hisandin jî dîsa zanebûn e. Ne nezanî ye. Lewre mirovê/a ku hay ji nezaniya xwe hebe, ne nezan e; zana ye. Belê mirovê/a ku hay ji nezaniya xwe nîn be jî, nezan e; ne zana ye.

Zarokên şîrîn û delal! Her çiqasî ku meriv nikaribe sînorekî ji zanebûn û nezaniya mirov re dayne jî teqez wezn û pîvaneke zanebûn û nezaniyê heye. Û mirov dikare li gorî wê wezn û pîvanê kesên zana û nezan ji hevdu veqetîne. Zanahî û nezaniya mirov li her derê û bi her awayî xuya dike û xwe dide der. Yanî çawa ku xislet û xisûsiyetên mirovên zana her gav û li her derê aşîkar in, taybetiyên kesên nezan jî her gav û li her derê xuya û aşkera ne. Bi kurtayî, her mirov bi zar û zimanê xwe, bi liv û tevgerên xwe û bi têkilî û pêwendiyên xwe hem zanatiya xwe û hem jî nezaniya xwe. li ber çavan radixe.

azadiyawelat.info

Derbar Rêvebir

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply