Divê kesên ku dilê wan di dinyayê de tinebe, bibin serekên dinyayê. Kesên ku bi nefsê xwe re têkoşîn kiribin û karibine bi xwe divê bibin rêveber.
Çi zêde be ne li bal zahidê têkoşer e. Du malên wî nînin, du erebên wî nînin, zêr, zîv û pereyên wî yên ku dane ser hev û di benqe an jî di qaseyan de veşartî nînin. Mal û milkê xwe dixe kar ji bo ku mirov ji xwe re karan bibînin. Di tengasiyê de jî û di firehiyê de jî ji bo riza Xwedê xerç dike. ew ne mîratxûrê bera zêde ye.
Zahidê têkoşer, ji bo desthilatdariya qenciya hevpar dixebite. Ji bo alîkariya rind, ji bo bextiyariya hevpar, ji bo namûsa hevpar dişixule. Lewra dizane ku sînorên ahlaqî û namûsa civakî ji bo herkesî giring e. Kar û şuxlê wî, başiya hevpar e. Ti kes û ti civak ji tevger û xebata wî aciz nabe, heqê kê lê be dide wan. Pirsgirêkan çareser dike, xwîniyan li hev tîne, nebaşan ceze dike. Zahidê têkoşer, xwedî hikmet e, biryarên wî di cih de ne. Ew, rêvebirekî dadkar e.
Têkoşerê zahid, hertim dizane ku xelîfe ye. Ji bo avakirina erdê û başkirina nifşê karan dike. Ew, ji bo avahiyên qelp, balaxaneyên pir bilind û ji bo avakirina di nav erdê zîreetê de destûrê nade. Şanenava xwe navêje bin avahiyên di riya çeman de. Ji bo rindkirina nifşê, bi xwarin û vexwarinên li dijî hebûna mirov re şer dike. Daringên heyiyan nexweş dixin, dikine nîvşikan an jî dikine kordûnde eşkere dike û ji bo ku ew daring bêne qedexekirin têkoşînê dike.
Têkoşerê zahid, qencekî çalak e. Ji bo ku civak hemû ji hev razî bin tevdigere. Armanca wî civaka rizayê ye. Di wê civakê de ti kes winda nake, herkes pirsiyar e, herkes li gorî fitratê tevdigere. Tikes ne mazlûm e ne zalim e.
Zahidê têkoşer, li dijî konforîzm û kariyerizmê ye. Ew, ti caran ji bo ku derbasî cihê zalimekî bibe, têkoşînê nake. Nabêje, bila hema ez bême deverekê. Ku bu xwedî maqam, hêjahî û giramiya xwe ji şiklê maqama ku lê rûdinê nastîne. Bi tiştên ku dikevine destê wî/wê gewî nabe û bi tiştên ku ji dest derdikeve nahezine.
Zahidên têkoşer, ji ber terbiya xwe, xwe nadin pêş. Hingî nefsbiçûk in, tiştekî naxwazin. Ew, veşartîne; divê tu wan bibînî. Xûya nakin. Ne di pêvajoyê de ne, lê zêr di bin erdê de zingarî nagirin.
Zahidê têkoşer, dizane bê çi li pêşiya wî/wê ye. Bawer dike û bi ewle ye. Dizane bê Rebbê wî/wê çi soz daye. Ew jî herdem îmanê taze dike.
Zîwer Îlhan
Nisêbîn