Duşem , 30 Sermawêz 2020

“Yên ku dibêjin eşîrên Qerejdaxê tirkmen in, xelet in!”

Ahmed Demîr got, “Li herêma Qerejdaxê ti tirkmen nîn e. Tirkmen zêdetir di nava gundên Çêrmûg, Çunguş û yên Bismîlê de hene. Li Rihayê jî gundên tirkmenan hene. Ew tirkmen gişt, hêj bi zimanê xwe yên tirkî dipeyivin.”

Demîr, li ser rastiya hesibandina eşîra Têrikan ku niha bi nave Tirkan tê zanîn, ji Rûdawê re diyar kir, “Eşîra Têrikan li ser Qonfederasyona Milan têne hesibandin. Qeregêçiyan, Şêxan, Xeleciyan, Kîkan û Êzdiyan bi kurmancî dipeyivin û ti pêwendiya wan bi tirkmentiyê nîn e. Wekî tê zanîn, li gorî makezagona Tirkiyeyê hemû welatî wekî tirk têne qebûlkirin.”

Dîroknas-Nivîskar Ahmet Demîr nebûna amara gundên tirkmenan diyar kir û got,

“Hejmareke wisa îstatîstîkî ya gundên tirkmenan di destê me de nîn e. Nişteciyên Qerejdaxê, Tirk/Têrik, Qeregêçî, Qerexan, Şêxî, Xelecî, Kîkî, Êzdî û hwd. tevahî kurd in û bi kurmancî dipeyivin; bi tenê Qerexanî bi dimilî dipeyivin. Li gorî hin kesan Eşîra Tirkan wekî Têrikan jî têne binavkirin. Wana, li ser axa Riha (Sêwreg), Enqere (Polatli, Haymana), Konya (Canbegî / Cîhanbegî), Kirşehîr û Tokatê dijîn. Tirkên Sêwregê ji 40 berî bêhtir in. Hejmara gund û mezreyên wan li gorî nêrînekê li derdora 50-60î ne û li gorî nêrîneke din jî ji 100î zêdetir in. Qerebaxçe, Xirabhestiya, Gedûk, Çixir, Sonmez û Bejik çendek ji wan in.”

 

Demîr, li ser binyad û erdnîgariya Eşîra Qeregêçiyan wiha pêdeçû: Eşîra Qeregêçiyan, Di navbera Sêwreg, Curnê Reş û Wêranşarê de dijîn. Ev eşîr, di çavkaniyan de wekî kurd têne danasîn. Guman heye ku ji 200î zêdetir gund û mezreyên wan hebin.”

 

Demîr got gundên wan ên li ber çavan ev in:

“Mizar, Zibinî, Gawurhorî, Beyan, Kordigî, Kêş, Mixabî, Golî, Zok, Xijdarî, Sorî, Qercewêran, Çultanek, Xerabreşk, Timêtî, û hwd. in.

 

Gelek berên wan hene: Mîrekan, Ceraban (Balekan, Rêzan, Şaquliyan, Qadiyan, Torinan), Dodan, Mûsikan, Hebokan, Bilîsokan û Meloyan ji wan çendek in.

Mîrekan, wekî serokê Eşîra Qeregêçiyan têne hesibandin. Mîrê Mîrekan yê ewil Eyyûb Beg, bi eslê xwe ve ji Çepeqçûrê bû. Ji wir hatiye Sêwregê û li wê herêmê bicih bûye.”

 

Her wiha Ahmet Demîr behsa Qerexaniyan jî kir û got: “Eşîra Qerexaniyan ji eslên xwe ji Dêrsimê ne. Li gor rîwayeta ku Necmettin Buyukkaya ji bapîrê xwe bihistiye, eşira wan Şêx Hesenî ne. Li gor rîwayetên nav eşîrê sê bira ku navên wan Demen, Suwar ve Zorbo bûn, ku ji Dêrsimê hatine Sêwregê. Ji wan her sê birayan gelek kes çêbûne û wana gelek gund şên kirine.

Gundên wan ên sereke ev in:

Kevcal, Xerabaya Xanî, Qerexan (a Jêr û Jor), Şîlan, Kela, Qatirquyi, Guriz, Sûlav, Dîndar, Bîrê Veran, Mêrxas û yên din in.”

Demîr got, “Bi qasî ku ez dizanim gundên wan ên li Sêwregê ne pir in, nêzîkî 10-15 gundan in. Têkiliya hin kesên ji eşîrê, bi mirovên wan ên li Dêrsim û Çepaqçûrê hîn didome. Mirovên wan ên kevn dema ku li Dêrsimê bûn, bi kurmancî dipeyivîn lê îro Qerexaniyên Sêwregê bi dimilî dipeyivin. Di nava eşira Qerexan de rêjeya xwendin û perwerdehiyê gelekî bilind e.”

 

Xwestine ku Badila û Beydîliyan bikin yek

 

Dîroknas di axaftina xwe de lihevçûna wêjeyên Badilan û Beydîliyan dûpat kir û got:

“Endamên Eşîra Badilan, bi piranî li gundên Riha û yên navçeya Curnê Reş dijîn. Ji ber ku nave vê eşîrê û eşireteka Tirkmen, ku navê wê “Beydîlî” ye, di livkirinê de dişibin hevûdû, hin kesan xwestine ku her duyan yek bihesibînin. Lê belê ew fikr û siyaset ji aliyê xelkê ve zêde nehatiye pejirandin. Li herêma Rihayê ji 20an zêdetir gundên wan hene.

Gundên wan ên sereke ev in:

Eyman, Serxem, Heramîbirc, Başwêran, Têzxirab, Parçînek, Axizxan, Kulaflî, Şêxzelx, Yediq, Xamûrkêsan û hwd. in.”

 

Demîr axaftina xwe wiha domand: “Navê eşîrê li hin cihan wekî Badelî jî tê bilêvkirin. Ev nav di Şerefnameyê de jî wekî Badelî derbas dibe. Badelî bi tenê ne li Herêma Rihayê ye ku li Gumuşxaneyê, Erzînganê, Sêwas û Toqadê jî hene.”

 

4 eşîr tirkman in

 

Li Tirkiyeyê îdîayeke wekî “Qeregeçî, Qaraxan, Badilî û Tirkan eşîrên tirkmenan in.” Tê bilêvkirin lê heya niha bi awayekî eşkere û pêbawer rastiya wê ya zanistî hêj derneketiye holê. Ji bo îspatkirina vê angaştê pêdivî bi belge û çavkaniyan heye. Lê ji bilî lihevçûna navan, ji xwedî angaştan ti tişt nehatiye ronîkirin.

 

İcar em werin beşa rastiyê, li gor agahiyên ku ji çavkaniyan tên fehmkirin, ev eşîran hanê hemû kurd in û hemû bi kurmancî dipeyivin; bi tenê zaravaya Qerexaniyan dimilî ye. Welhasil, malbatên ku ji aslê xwe tirkmen in, bi jiyîna di nava kurdan de, fêrî zimanê kurdî nebûne û hêj jî bi tirkî/tirkmanî diaxifin.

 

Ew eşîrên ku hatine hejmartin hemû ne li Qerejdaxê ne. Bes çend gundên Qeregêçiyan û beşeke eşira Tirkan li wê herêmê ne. Bi qasî ku tê zanîn, gundên Qerexaniyan û Badilan li herêma Qerejdaxê nîn in. Yên Qerexaniyan bi pirranî li rojava û bakurê Sêwregê ne ku bi heman şêweyî yên Badilan jî.”

 

Ji kurdên Henifî ne

 

“Bingeha ‘Di nava Kurdan de Henifî nîn in’, vala ye. Tespîteke wisa ne zanistî ye ku ji bo vê yekê nirxandineke wisa xelet e. Beşeke mezin ên kurdan Henifî ne. Bi taybetî jî Kurdên ku li bakur û rojavayê Feratê dijîn, mirov dikare bibêje hema hemû Henifî ne. Kurdên li şarên wekî Semsûr, Elezîz, Meletî, Gumgum, Dilok, Sêwas, Tokatê dijîn, Henifî ne. Çi dimil çi kurmanc, kurdên li Rihayê jî dijîn Henifî ne.

Bi tenê erebên Rihayê Şafî ne. Ji bo vê yekê, îdîaya ku kurd ne Henifî ne, ne rast e.

 

 

 

PORTRE / Ahmet DEMîR

Ahmet Demîr di sala 1967an de ji dayik bû. Zanîngaha Yuzinci Yil a Wanê Beşa Dîroka Îslamê xwendiye. Pirtûkên wî bi zimanê kurdî û tirkî hene.

Rûdaw

About baweri

Avatar

Check Also

Îskana kurdan li Anatoliyê

Ew 20 salî zêdetir e, em di kovara Birnebûnê da li ser sedem û tarîxa …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.