Netew yek e, birîn yek e, êş yek e.
Welat yek e, ew ne milkê kesek e.
Kurdino rabin, xebat bikin, bi kurmancî.
Ji bo vê ye ew qas jan û axîn û sancî.
Bi zazakî, bi soranî, bi goranî.
Bi loranî, bi toranî, bi hewremanî.
Bi her devok û her şêweyên vî zimanî.
Biaxivin, binivîsin, fêr bibin tev bi kurdî.
Rabin welat, azad bikin, bi xebat.
Çi bakur, çi başûr, çi rojava û rojhilat.
Zimanê kurdî, em bikin fermî, li dibistan.
Li zanîngehan fêr bikin dîroka kurdistan.
Ronî Aram