Yekemîn rêzefîlma înternetê ya bi kurdî “Zarê Me’ dest pê kir

Yekemîn rêzefîlma înternetê ya bi kurdî ku li Stenbolê tê kişandin dest bi nîşandana xwe kir. Di rêzefîlmê de ku ewê li ser înternetê bê pere bê weşandin, jiyana ciwanên kurd ên ku li Stenbolê dijîn û pêwendiyên wan ên bi hevûdin re tê nirxandin.

 

Rêzefîlma bi navê ‘Zarên Me’ ya ku ku ji aliyê komek ciwanên kurd ve li Stenbolê tê kişandin li ser înternetê dest bi nimayîşa xwe kir. Rêzefîlm bi temamî kurdî ye, bi derfet û mercên kêm tê kişandin. Ji bo nîşandana yekemîn beşa rêzefîlme li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî panel û nimayîşeke taybet hate sazkirin.

Derhêner û lîstikvanê fêzefîlmê Omer Kara ji Rûdawê re wiha behsa rêzefîlma  xwe kir: “Kurd wexta ku têne vir hevdu  çawa dibînin. Bi têkiliyên exrabatî û hevaltî. Wisa hev dibînin û tên cem xalê xwe. Xalê wan yekî tima ye. Ew dibin bela serê wî. Ciwan zanîngeha xwe dixwînin. Hêdî hêdî ewê xwe pêş bixin û biguhirin. Ji her herêmê lîstikvanên me hene. Ji Mêrdînê, ji Amedê, ji Bahdîna, ji Serhedê. Ew tên û her yek bi Kurdiya herêma xwe qise dikin. Ew di demê hev famdikin. Yanê herçiqasî ew ji herêmên cûdabin jî, jiyaneke hevpar li vira diafirînin.”

Beşa pêşî ya rêzefîlma ku wan ciwanên Kurd beriya demeke dirêj destpêkiribûn da ku bikêşin, bi zehmetiyên giran temam bû. Lîstikvanî, montaj, tomarkirina dîmenan, derhênerî û organîzasyona rêzefîlmê bi temamî ji aliyê heman ciwanan ve tê kirin. Yekemîn rêzefîlma kurdî ya înternetê li benda piştgiriya televizyon û dewlemendên Kurdan e.

Lîstikvan Jiyan Kara jî got: “Tişta herî zehmet dema me dîmen dikişand, dewletê hemû prosedûr yeko yeko li ber me rêz dikir. Nedihiştin em li her derê bikêşin. Ji ber wê jî gelek caran em neçar man ku em senaryo biguhirin. Em dixwazin li ser înternetê bigihîjin milyonan. Em ketin nava vî karî û înşalla em cihê xwe li her qadê bigirin.”

Di rêzefîlmê de ciwanên ji bajarên Bakurê Kurdistanê ên cihê ku bo zankoyê têne Stenbolê, bi jiyan û pêwendiyên wan ên li gel vî bajarî dibin mêvan. Herwiha jiyana kurdên ku li vî bajarîne jî tê ser ekranê. Rêzefîlm dê bi zêdebûna lîstikvan û geşbûna mijarên din, bi beşên din berdewam bike.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply