Yekemîn Pêşbirka Muzîkê ya Ziryabê

Serîlêdanên 1’emîn pêşbirka muzîkê ya ziryabê îro (26’ê Berfanbara 2018’an) destpêkirin û dê heta 5’ê Sibata 2019’an bidomin. Ziryab dê ji 3 kesên serkeftî re singilekê çêke.

Li gorî daxuyaniya Kovara Ziryabê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekiriye, Ziryab dê pêşbirkeke muzîkê lidar bixe û dê ji 3 kesên serkeftî re singilekê çêke.

Xwedî û berpirsê Ziryabê û yek ji kesên di lijneya pêşbirkê de Gokçe Selîm (Siya Şevê) ji Nûçexaneyê re di derbarê pêşbirkê de axivî.

Selim piştrast kir ku ew weke Ziryabê pêşbirkeke wiha lidar dixin û diyar kir ku ew bi vê pêşbirkê armanc dikin ku ji stranbêjên nû yên ku gotin û muzîkên xwe bi zewqçêdikin re alîkariyê bikin.

Gokçe Selîm, “Armanca pêşbirkê alîkariya stranbêjên nû ye. Bi saya vê pêşbirkê em dixwazin ji ciwanên nû yên ku bi muzîkê re elaqedar in bibin alîkar da ku bikaribin potansiyela xwe nîşan bidin. Em dê bi derfetên xwe yên cemawerî ji 3 ciwanên xwe re singilekê amade bikin. Belkî bi saya vê pêşbirkê deng û rengên nû derkevin.”

Daxuyaniya Ziryabê ya di derbarê pêşbirkê de wiha ye:

Şertên beşdarbûna pêşbirkê wiha ne:

  • Divê zimanê stranan kurdî (kurmancî, dimilî û soranî) be.
  • Divê gotin û muzîka stranan aîdî kesên beşdar be.
  • Divê kesên beşdarî pêşbirkê bibin heta niha albûm dernexistibin.

Dema Serîlêdanê:

  • Yên dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, divê ji 25’ê Berfanbara 2018’an heta 5’ê sibata 2019’an straneke xwe bişînin ber destê lijneya pêşbirkê.

Lijneya pêşbirkê

  • Harûn Elkî
  • Ozan Irmak
  • Serhat Temel
  • Erdem Altinses
  • Gokce Selîm

Xelat:

  • Ji bo 3 kesên ku di pêşbirkê de bi ser bikevin, ji aliyê lijneya pêşbirkê ve singelek were çêkirin.

Ji bo peywendî, hûrgilî û serîlêdanê:

e-mail: kovaraziryab@gmail.com

 

Afîşa 1’emîn pêşbirka muzîkê ya Ziryabê
Afîşa 1’emîn pêşbirka muzîkê ya Ziryabê

Çavkanî: NuceXane

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply