Yekem Pirtûkxaneya bi deng a Kurdî vedibe

Ji bo ku jiyaneke bi kalîtetir pêşkêşî astengdarên li bajêr bê kirin û astengdaran tevlî jiyana civakî bikin Midûriyeta Şaxa Astengdaran a Serokatiya Daîreya Hizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, îmze avêt projeyek din, pirtûkxaneya bi deng a Kurdî ava kir û dest bi qeydan kirin.

Pirtûkxaneyên bideng ku li cîhanê gelek mînakê wê hene û bi gelek zimanan tê dîtin, li Amedê jî yekem car bi Kurdî qeydan destpê kir. Li gorî qeydên tên girtin kesên nebînin wê bi zimanê xwe pirtûkan guhdar bikin.

Di encama xebata 6 mehan de  Pirtûkxaneya Bideng a Kurdî wek studyoyek qeydê hat dîzaynkirin. Di pirtûkxaneyê de mîkrofona profesyonel, pre anphî, qerta deng a kalîteya bilind û gelek amûrên din hene.  Akustîka deng a Pirtûkxaneyên jî li gorî standartên navneteweyî hat amadekirin.

Pirtûkxaneya ku bi guhdarkirina pirtûkan a astengdarên nebînin hat avakirin, ji bilî vê wê ji bo welatiyên xwendin û nivîsandinê nizanin jî xizmetê bide. Bi taybet jî tê hedef kirin ku bi vê xebatê xwe bigihînin jin û îxtiyaran

QEYDÊN YEKEM DESTPÊ KIRIN

Di qada dublaj û deng a pirtûkxaneyê de hunermendên dildar ên profesyonel cih digirin. Di vî warî de hunermendan xwendinên xwe yên yekem pêk anîn.

Her wiha ji bo qeydên li pirtûkxaneyê ji komeke temenê wan diyarkirî  zarok dixebitin. Ev qeyd ji çîrokên Kurdî û pêkenokan pêk tên.

DENGBÊJ NEHATIN JIBÎRKIRIN

Dengbêj jî wê li Pirtûkxaneya Bideng a Kurdî qeyda deng bikin. Dengê dengbêjan wê bê enstruman û efekta teknolojîk bê girtin.

Berpirsê pirtûkxaneyê Mustafa Demîr got ku pirtûkxaneyên deng mînakên wê zêde ne û bi zimanê cuda dihatin kirin û got: “Niha em bi Kurdî qeyd girtin. Berê du xebatên wisa hebûn, lê yekem car xebatek wisa profesyonel tê kirin.

Bi vê pirtûkxaneya Kurdî re wê berhemên wêjeya Kurdî bi deng bên qeydkirin.  Ji bilî wêjeya Kurdî, weşanên din ên li Kurdî hatine wergerandin jî wê bên qeydkirin. Kesên dixwazin xwe bigihînin van qeydên deng dikarin li malpera web a şaredariya Mezin xwe bigihîninê.  Her wiha ger derfet hebin em ê van dengan bişînin saziyên ku xebatên bi vî rengî dimeşînin.

Ev xizmet bi giştî bê pere tê kirin û her kes wê feydeyê jê bigire. Em ji bilî lînka li ser malpera şaredariyê dikarin wek cd û dane jî parve bikin.”

Demîr bang li nivîskar û rewşenbîrên Kurd kir ku ev pirtûkxaneya projeyek yekemîn e û  ji ber vê divê çavkaniyên destê xwe bi wan re parve bikin. Demîr da zanîn ku di mijara dublaj û deng de jî hewcedarî bi dilxwazan heye û got ku kesên dixwazin di vê mijarê de  bi wan re bixebitin bila serî li Pirtûkxaneya Bideng a Kurdî a Qada Jiyana Hevpar a Sumperparkê bidi.

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply