Xweşikiya Pezkûvîyê

Pezkûvî tî bûbû, rabû çû ser gola avê, da avê vexwe.

Dêma stûyê xwe dirêj kir ji golê avê vexwe, di avê de ‘eksa xwe dît. Pêşî qiloçên xwe yên gir û dirêj dîtin. Gelek kêfa wî bi dirêjî û giriya qiloçên wî hat. Lê dema ‘eksa çaqên xwe dît, bi ziravî û dirêjîya wan xemgîn bû. Çaqên min rind ninin. Ew pir zirav û xwaro-maro ne. Lê qiloçên min pir xweşik in.

Pezkovîyê di wê demê de şêrê ku li hemberî wî sekinî bû dît. Ji tirsan ziravê wî qetîya û bi hemû hêza xwe dest bi bezê kir û ket nava daristanê şêr jî da du wî. Di demek kurt de bi xêra çaqên xwe yên dirêj ên zirav navberek dirêj ket neqeba wî û şêr. Gav bi gav mirin jê dûr diket kêfa wî dihat cih. Pir neçû qiloçên wî yên dirêj ên xweşik di nava du çiklan de ma. Pezkûvîyê kir û nekir nikaribû qiloçên xwe xilas bike. Ne jî karibû xwe xilas bike. şêr gihaştê ew girt.

Di nav devê şêr de herî dawî wilo qîrîya : “Xwedayooo! De were li vî halî binêre. Ew çaqên ku min jê şerm û fedî kir min ji mirinê xilas dikirin. Lê ev qiloçên ku ez bi xweşîkî û rindîya wan kêfxweş dibûm, bûn sebeba mirina min.”

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply